În, 2 Rêbendan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Huseyîn Aykol wê sibe were veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Aykol peyamên sersaxiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aykol di axaftinên xwe yên dawî de bal kişandibû ser rojnamevaniya aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xebatên Mitînga Hêvî û Azadiyê bêyî navber dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hinceta protestoya ‘Tişrînê’ endamê rêveberekî DEM Partiyê kete ber lêpirsînê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Heta ku Rêber Apo azad bibe têkoşîna me wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    QSD’ê bîlançoya salekê ya têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşek ji Merîwanê heta Dersimê: Aso Baran*

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma 175’an çalakiya nobetê ya li Mexmûrê dewr girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Sûriyeya 2025’an a ji rêveberiya HTŞ’ê kuştin û êrişa li hemberî jinan zêde bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakvana femînîst Eralp: Li pêşiya me jiyaneke ku em bi ser bikevin heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Newaya Jin hejmar taybet a 250’emîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stêrk Gulo: Jin hêmanê esasî yê Sûriyeya demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di bin siya ‘Sala malbatê’ de 2025: Tundî, xizanî û berxwedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewleta Îranê 10 jinên Bahaî girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Rotînda û Berfîn Memedova ji bo Rêber Apo stranek nû çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helîm Yûsiv: Nivîs ji bo min weke oksîjenê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Welatê min ê çîrokan’ a Jîndar Ezgî derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kabîlê sînemaya dîrokî Ariana, ji bo navendek kirîn û firotinê hate hilweşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Bi dronê êrîşî Dêr Hafirê hat kirin: Zarokek hat qetilkirin
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK: Heta ku kujerên rasteqîn bêne darizandin, em têkoşînê mezin bikin
Jin

KJK: Heta ku kujerên rasteqîn bêne darizandin, em têkoşînê mezin bikin

Koordînasyona KJK'ê bi wesîleya salvegera dueymîn a Komkujiya Parîsê ya Duyemîn bang li gel kir ku heta kujerên rasteqîn bêne darizandin têkoşînê mezin bike û ji bo çalakiyên ji 23'ê Kanûnê heta 11'ê Çileyê banga tevlîbûnê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya Koordînasyona KJK’ê de hate gotin, “Di 23’ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê, kujerê dewleta Tirk a faşîst William li Navenda Çanda Kurd û kargehên Kurdan êrîş pêk anî û di encama êrîşê de Evîn Goyî (Emîne Kara) ku jiyana xwe bi temamî dabû şoreşê û di vê oxirê de 34 salan li her devera Kurdistanê têkoşiya, hunermendê Kurd Mîr Perwer (M. Şîrîn Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil şehîd bûn. Di salvegera duyemîn a şehadeta wan de em van şehîdên xwe yên hêja bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku armanca wan a ji bo jiyaneke bi rûmet û azad pêk bînin.”

EVÎN GOYÎ QÎRÎNA JIYANA AZAD A JINÊN KURD GIHAND CÎHANÊ

Di daxuyaniya KJK’ê de hate gotin, “Hevrêya me Evîn li nava kevneşopiya berxwedanê ya Botanê mezin bû, welatparêzî bi rengê herî kûr hîs kir û weke nîşaneya vê welatparêziyê jî bû mînaka herî bedew a dilsoziya jinê ya bi xakê re. Ji bo kevneşopiya berxwedanê ya Botanê bigihîne her devera Kurdistanê, bi taybetî jî bigihîne jinên Kurd û hemû jinan, bênavber têkoşiya. Di nava van 34 salên têr û tijî de li ku derê pêwîstî pê hebûya li wê derê têkoşiya, ji bo karibe felsefeya jiyana azad a Rêber Apo bigihîne hemû jinan, hewl da. Tovên jiyana azad ên ku ji Rêber Apo wergirt li dilê hemû jinan reşand, ji bo jin di jiyana azad de israr bike û ev jiyan şîn bibe, xebitî. Bi tespîta ‘Jin a azad, Kurdistan a azad e’ ya Rêber Apo bi rê ket, ji xwe destpê kir û ji bo jinên Kurd hemû azad bibin, têkoşiya. Ji partîbûna jinên Kurd heta bi xweparastin û avakirina sîstema xwe ya demokratîk di her karî de bi rengekî çalak cih girt, qîrîna jiyana azad a jinên Kurd gihand cîhanê.

Welatparêzê me yê hêja Mîr Perwer jî li hemberî êrîşên qirkirina çandî yên dijmin li Ewropayê tevlî karê çandê bû, ziman û hunera Kurd parast û li dijî qirkirinê têkoşiya. Êşên ku dewleta Tirk a faşîst bi Kurdistanê dide kişandin û berxwedana li dijî van kiryarên faşîst di stranên xwe de vegot.

Welatparêzê me yê kedkar Abdurrahman Kizil jî li Ewropayê timî di nava têkoşînê de bû, nirx û çanda xwe parast û bû mînaka ji welatparêziyê. Jiyana li sirgûniyê qebûl nekir û teslîmî jiyana li Ewropayê nebû, bi nirxên Kurdistanî re dilsoz ma, di dilê xwe de timî cih da xeyala vegera rojekê ya li Kurdistanê.

Dewleta Tirk a faşîst qirker di şexsê van mirovên me yên hêja de êrîş bir ser çand û welatparêziya Kurd.

9 sal piştî ku di sala 2013’yan de li Parîsê sê jinên şoreşger hedef hatin girtin, ev bûyera ku weke komkujiya duyemîn a Parîsê derbasî dîrokê bû, yek ji kiryarên faşîzan ên dewleta Tirk a qirker a li Ewropayê li ser esasê êrîşên qirkirin û plana hilweşînê pêk anî bû.

Dewleta Tirk a faşîst ji bo temamkirina qirkirina Kurdan serî li her şêwe rêbazên qirêj dide û komkujiyên xwe yên li Kurdistan, Ewropa û Rojhilata Navîn dewam dike, bi taybetî jî jinên şoreşger hedef digire. Êrîşên dawî yên li hemberî Rojava ku hevrêya me Evîn Goyî li wir li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên dixwazin jinan bikişîne nava tarîtiyê têkoşiya, dewama vê plana hilweşînê ye. Herî dawî di encama êrîşa qirêj a 18’ê Kanûnê de xebatkarên çapemeniya azad Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan şehîd bûn. Di şexsê van her du xebatkarên çapemeniyê de em hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û em diyar dikin ku em di wê baweriyê de ne ku generalên Apê Mûsa û şopdarên Gûrbetellî Ersoz wê ti carî neqedin.

Dewleta Tirk ji bo temamkirina qirkirina Kurd, ji perwerde, lojîstîk û cepxaneyê bigire di her warî de piştgiriyê dide çeteyên ku ji bo hemû mirovahiyê xeterî ne, ji bo bihêzbûna wan dixebite. Bi taybetî jî li dijî şoreşa Rojava, şoreşa jinê ya Rojava ku hêviya gelan e, zêdeyî 10 sal in çeteyan tîmar dike, zindî dike û bi vî rengî êrîş dike. Dixwaze gel û jinên ku ev şoreş pêk anîne, tune bike. Li kuderê Kurdekê dixwaze azad û birûmet bijî hebe, hedef digire û bi vê armancê jî dixwaze çeteyên xwe bigihîne her devera cîhanê. Di vî warî de neçareserkirina pirsgirêka Kurd tenê ne ji bo Kurd û Kurdistanê, ji bo Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê bûye xeterî.

HÊZA RASTEQÎN A LI PIŞT KUJER, DEWLETA TIRK E

Bêdengiya li hemberî van komkujiyên dewleta Tirk a faşîst ên ku li Ewropa û Kurdistanê pêk tîne, çeteyên Tirk xurt dike û dibe sedem ku ev çete bibin bela serê hemû mirovahiyê. Tevî ku kujer diyar in, îtîrafên sîxurên MÎT’ê jî di nav de gelek îspat hene ku ev komkujî ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatine kirin, hikûmeta Fransayê sîstema xwe ya hiqûq û edaletê tune dihesibîne û dewleta Tirk nadarizîne. Ev yek hêz dide çeteyan û pêşî li van êrîşên ku ji bo her kesê û hemû Ewropayê xeter in, vedike. Hêz û faîlê li pişt kujeran, dewleta Tirk a faşîst û MÎT e. Dewleta Tirk û MÎT, li Kurdistanê û her derê weke sûcdarê şer sûc dike. Li Parîsê û her derê vî sûcê şer dike. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, heman sûcê şer bi qetilkirina mirovên sivîl, zarokan, jinan pêk tîne û mîna DAÎŞ’ê serê jinan jê dike, tecawiz dike, rojnamevanên azad qetil dike û bi vî rengî sûcê xwe yê şer didomîne. Dewleta Tirk û Erdogan ên ku van sûcan dikin, divê demildest di dadgehên navneteweyî de bên darizandin û cezakirin.

EM BEŞDARÎ ÇALAKIYAN HEMÛYAN BIBIN

Hemû ciwan û jin divê bizanin ku wateya herî rast a dilsoziya bi Evîn Goyî û hemû şehîdan re, parastin û xurtkirina şoreşa azadiyê û şoreşa jinê ye û têkoşînê mezin bikin. Li ser vî bingehî bi wesîleya sala duyemîn a komkujiya Parîsê ya 2’yemîn, bi taybetî jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe dikin ku têkoşînê mezin bikin ku heta ku kujerên rast tên darizandin û beşdarî hemû çalakiyên ku wê ji 23’yê Kanûnê heta 11’ê Çileyê bên kirin, bibin.

Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, her roj zêde dibin. Em bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ku xwedî li şoreşê derbikevin, nirxên şoreşê li her dera Kurdistan û cîhanê mezin bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Hesekê û Tebqayê şehîd hatin veşartin
Nûçeya Pişt re ‘Parastina şoreşa jinê ya Rojava parastina azadiyê ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyê şervanê QSD’ê Agir hate veşartin

Şervanê QSD'ê Bawer Agir hate veşartin. Di merasîmê de hate gotin, "Em amade ne ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêndêk boçûn le ser kitêb 2

Sazmanî Înqilabî u Kurdistan (207)Abbas ValiHesen Qazî komele nûsînêkî benirxî sebaret be Sazmanî Inqîlabî Hîzbî…

Ji aliyê Hesen QAZÎ

Şaredarê Edeneyê û Manavgatê hatin girtin

Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar û Şaredarê Manavgatê Niyazî Nefî Kara hatin girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Berhem Salih bi awayekî fermî wek Serokê UNHCR’ê dest bi erka xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Hejmara koçberên ku ji ser Deryaya Manşê re gihîştine Îngilîstanê di asta rekorê de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Hersonê êrîşa dronê pêk hat: Li gorî rayedarên Rûsyayê 24 kes mirine

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê: Serê malbata Aykol sax be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?