În, 15 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Berdana Melîke Goksû cara sêyemîn hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    NÛÇE TV dest bi weşanê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ziman, bîr, çand û nirxên bingehîn ên jiyana hevpar a gelan in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E: Cejna Zimanê Kurdî têkoşîna ji bo nasnameyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pervîn Înal: Civaka Kurd divê bi feraseta ‘exlaqê bilind’ li ber vê hilweşînê rabe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Rûken Mamxurî bû yek ji nefera YJA Starê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karayilan: Neteweya ku nikaribe zimanê xwe biparêze, nikare hebûna xwe jî biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Yaşar Tendûrek li bajarê xwe hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê atolyeya “Rojnamegeriya Aştiyê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    SZPÊ Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Îsraîl li Quneytîrayê sûcê şer dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Periya gulan bû Gulperî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Navê zemînê me yê têkoşîna hevpar, aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Nurnbergê 15’emîn Rojên Çanda Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > KJK’ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî
Rojane

KJK’ê şehîdên meha Gulanê bi bîr anî

Koordînasyona KJK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî têkoşerên di meha Gulanê de di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de şehîd bûn bi bîr anî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 11. Gulan 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

KJK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku şehîdên meha Gulanê weke mînaka lehengiyê derbasî dîrokê bûne û ev got, “Erka ku dikeve ser milê me, ew e ku em bi şêwaza têkoşînê ya Rêber Apo nêzî şehîdan bibin û têkoşîna azadiyê xurt bikin û mezin bikine. Rêber Apo bi soza ku daye şehîdan dest bi têkoşîna xwe ya ku ev zêdeyî nîvsed sale dewam dike kir û her tim li ser esasê vê sozê meşa xwe dewam kir. Em bang li hemû gelê xwe bi taybetî jin û ciwanan dikin, ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan a li Kurdistana azad bi Rêber Apo re jiyîn, li dijî faşîzm û mêtingeriya qirker li her derê û her demê têkoşînê bilind bikin.”

Daxuyaniya KJK’ê bi vî rengî ye: “Tevgera me ya Azadiyê ku her meh, her roj û her saetê bi lehengiyên mezin dîroka xwe dinivîsîne, meha Gulanê di şexsê Hakî Karer de weke meha şehîdan û lehengan îlan kiriye. Şehîd; jiyan, xeyal, hêvî, îrade û bêrîkirinên xwe feda kirin, şer kirin û jiyan; Lê tevî vê yekê jî her tim xwe deyndarê gelê xwe hîs kirine. Her yek ji wan di oxira jiyaneke azad û bi rûmet de ketin ser vê rêyê û bi têkoşîn û jiyana xwe re rêya têkoşînê diyar kirin. Me hêz û îradeya xwe ya têkoşînê ku ev 50 sal in mezin dibe, ji van hevrêyên qehreman wergirtiye. Wek Rêber Apo jî anî got ‘Têkoşîna me di wateyekê din de têkoşîna layiqbûna şehîdan e.’ Têkoşîna me mezinkirina têkoşîna van hevrêyên qehreman ên ku bûne endamên partiyê yên rasteqîn û layiqî wan bûyîne.

6’ê Gulana 1972’yan li Girtîgeha Mamak Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan li ber sepa îdamê gotin, ‘Bijî yekîtiya gelên Kurd û Tirk’. Rêber Apo weke bersiva ji vê gotina wan re û weke pêdiviya dilsoziya bi van pêşengên şoreşger re, tarzê têkoşîna rast pêş xist û soza ‘bûyîna bersiva ji şehîdan re’ cara destpêkê di şexsê van şoreşgeran de da. Di vê wateyê de meha Gulanê; Meha ku gelan bi hev re li dijî faşîzmê û desthilatdarên bi serdestiya mêr têkoşînê bilind bikin e.

MEHA GULANÊ MEHA PARTÎBÛNÊ YE

Di 18’ê Gulana 1977’an de qetilkirina hevrêyê me Hakî Karer ku Rêber Apo weke ‘Ruhê Min ê Veşartî’ bi nav kir, bû yek ji xeleka destpêkê ya zincîra ku meha Gulanê kir meha şehîdan. Weke pêwîstiya dilsoziya bi hevrê Hakî re ku şehîdê me yê destpêkê bû û rêgezên têkoşînê yên tevgera me ya azadiyê ji wê rojê ve derxist holê, Rêber Apo biryara avakirina partiyê da û diyar kir ku weke PKK’ê dewamkirina rê wê bibe bersiva herî baş a ji bo şehîd. Di vê wateyê de meha Gulanê di heman demê de ji bo me tê wateya meha partîbûn û xetê ye.

Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Öner ku 17’ê Gulana 1982’an li dijî dewleta faşîst a ku li zindana Amedê êşkence li nirxên mirovahiyê dikir bedena xwe dan ber agir, li dijî kesên ku xwestin agir bitefînin bi îradeyeke mezin raber kirin û bi gotina “Kî avê birijîne xayin e, agirê gur bikin” qîriyan. Her çar leheng, meha Gulanê weke meha îradê di dîrokê de nivîsand.

16’ê Gulanê, dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê di serdegirtinên li Hewlerê de 83 hevrêyên me ku 50 ji wan gazî bûn, bi operasyoneke xayîn qetil kirin. Hevrê Hêvîdar, Hêlîn, Adar, Avyan, Şevîn, Peyam, Roza, Rûken Qaradagî, Rewşen, Xenzad Hewlerî, Berxwedan Silemanî û bi dehan hevrêyên me di vê êrîşa xayîn de şehîd bûn. Îro jî weke 27 salên derbasbûyî PDK’ê li hemberî ciwanên Kurd ên ku li Zap, Metîna û Xakurkê li dijî dagirkeran bi qehremanî şer dikin, cihê xwe di refên xiyanetê de digire û mîna lekeyek reş cihê xwe di dîrokê de diyar dike.

Leyla Qasim xwendekara Zanîngeha Bexdayê bû. Piştî ku rejîma Baas a Iraqê bajarên Kurdistanê bombebaran kir û gelek Kurd qetil kirin, Leyla Qasim tevî komek hevrêyên xwe amadekariya bersivdayîna van komkujiyan dikirin. Lê di dema amadekariya bersivdayînê de dîl dikeve destê dijmin. Ew mîna jineke Kurd, dît ku welatekî azad ji her tiştî bi rûmettir e û bi hestên welatparêziyê dilê wê ji bo Kurdistanek azad lêdida. Di 13’ê Gulana 1974’an de tevî 4 hevrêyên xwe hat darvekirin û tevî êşkenceyên giran tawîz ji berxwedana xwe neda û navê xwe li dîrokê nivîsand. Wê kevneşopiyeke mezin a berxwedanê ya jinên Kurd li dû xwe hişt.

Ozan Mizgînê ji Ewropayê heya çiyayên Kurdistanê nîşan da ku huner û şoreş weke hev in û bi dengê xwe yê Kurdistanî teqez kir ku şoreş bêyî huner û huner jî bê şoreş pêk nayê. Erk û berpirsiyariyên xwe baş dizanî, carna stranên şoreşê distrîn û gava hewce dikir jî çeka xwe hildida û li qada têkoşînê qehremaniyeke bêhempa nîşan dida. Weke yekem fermandara jin ya eyaletê di nava têkoşîna me ya azadiya jinan de navê xwe bi tîpên zêrîn da nivîsandin û di 11’ê Gulana 1992’yan de li hemberî bangên dijminî yên teslîmbûnê heya dawiyê li ber xwe da û bi teqandina bombeyê ya li ser bedena xwe meha Gulanê weke meha fedaîtiyê îlan kir.

Hevrê Şîrîn Elomholî li dijî rejîma Îranê ya paşverû, dijminê jinan û gelê Kurd înkar dike di dema têkoşîna azadiya jinan de ji aliyê rejîma Îranê ve dîl hatiye girtin û tevî gelek êşkenceyên giran jî dev ji doza xwe ya azadiya jinan bernedaye û heya dawiyê li ber xwe daye. Nivîsa JIN, JIYAN, AZADÎ ya Şîrîn Elomholîyê ku li ser dîwarên zindanê nivîsandiye, ji bo hemû jinên azadîxwaz bûye sereketirîn dirûşme û kariye vê dirûşmeya pîroz li seranserê cîhanê belav bike. Şîrîn Elomholî, Ferzad Kemanger, Alî Haydariyan û Ferhad Wekîlî di 9’ê Gulana 2010’an de bi hinceta endambûna PJAK’ê û pêkanîna çalakiya çekdarî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin îdamkirin.  Hevrê Şîrîn Elomholî li hemberî rejîma Îranê ya paşverî têkoşîneke bêhempa nîşan daye û di dîroka me ya azadiya jinan de ku li gel Rêber Apo dest pê kiriye, weke yekem jina ku tê îdamkirin, hatiye îlankirin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn jî xwe ko tevahî bi felsefeya Rêber Apo perwerde kiriye û ji fermandariya gerîla bigire heya xebatên çand,hunerê û çapemeniyê li her derê hemû kar bi dil û can pêk anîne. Di 27’ê Gulana 2020’an de di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirger de tevlî karwanê şehîdan bûye û her wiha ew jî bû yek ji wan rêhevalên bûye sedem ku meha Gulanê bibe meha şehîdan. Meha Gulanê ev meh e ku ji Îbrahîm Kaypakkayayî bigire heya Halîl Çavgûn, ji Ayten Bagokê bigire heya Mehmet Karasûngûr ê ku ji bo belavkirina têkoşîna gerîla li seranserê Kurdistanê geriyaye, heya Ayşe Denîz a berxwedêra Geziyê ku li Reqayê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd dibe û bi sedan hevalên din ên biqîmet ku me navê wan bilêv nekiriye, bûye meha şehadeta wan.

Îro hevrêyên me yên ku li Zap, Avaşîn, Metîna û Xakurkê yên ku rê nadin dagirker û hevkaran wan, yên ku çeperên dijminî û dilê Enqereyê didin ber agir weke peyrewên têkoşîna şehîdên meha Gulanê şer dikin û destanan dinivîsin.

Em li hemberî şehadeta van hevrêyan ku meha Gulanê weke meha şehîdan û lehengan îlan kirine, serê xwe ditewînin û em soza xwe ya welatê azad û jiyana birûmet ku me daye van hevrêyên afirînerên nirxên me, dubare dikin. Ev şehadetên meha Gulanê weke mînakên lehengiyê derbasî dîrokê bûne û ya dikeve ser milê me jî ew e ku em bi terzê têkoşîna Rêber Apo nêzîkî şehîdên xwe bibin û têkoşîna azadiyê mezintir bikin. Rêber Apo bi soza ku daye şehîdan dest bi têkoşîna xwe ya ji 50 salan zêdetir kir û tim bi vê soza xwe têkoşîna xwe da meşandin. Ji bo pêkanîna xeyala şehîdan a pêkvejiyana li gel Rêber Apo ya li Kurdistana azad, bi taybetî jin û ciwan em bang li hemû gelê xwe, dikin ku li dijî faşîzm û dagirkeriyê hemû gavan û li her derê tekoşînê mezintir bikin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Komxebata Weşangerên Kurd destpê kir
Nûçeya Pişt re Êrîşa li dijî DEM Partiyê hate şermezarkirin: Em bi gel re ne
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Dronek li kampa Êzidiyan ket: Dibistan şewitî

Li Zaxoyê droneyek li kampa Derkarê ket ku şêniyên wê Êzidiyên koçberbûyî ne. Di encamê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji gerîlayan çalakiyên ji bo 14’ê Tîrmehê

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi wesîleya salvegera 42’yemîn a Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Kolombiyayê zêdeyî 9 hezar hektar daristan şewitî

Hat ragihandin ku li rojava û başûrêrojavayê Kolombiyayê hişkesalî û germahî dewam dike û zêdeyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Rûsya û Ûkraynayê dîlgirtî bi hev guhertin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berdana Melîke Goksû cara sêyemîn hate taloqkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

NÛÇE TV dest bi weşanê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Serdana Dîreoktorê CIA’yê bo Kubayê bal kişand

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?