Duşem, 20 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di doza dijî projeya JES’ê de ya li Gimgimê biryara navberê. Belge hate xwestin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pêwendiya pirsgirêkên li dibistanan bi pirsgirêkên pergalî heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kadîr Cesûr: Agirbest mayinde nîne, rageşiyeke demdirêj heye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dewletê dest danî ser Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 20’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan ji Gemlîkê gul û name avêtin behrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xezal Mewlan li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya DBP’ê: Dem ne dema rawestanê, dema avakirinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji FEDA’yê li Zurichê çalakiya piştevaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK bersivek tund da ENKS’ê: Hûn nikarin di navbera parçeyên Kurdistanê de fîtneyê derbixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat bang li hikûmeta Iraqê û NY’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên xweseriyê hatin bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin ber bi Gemlîkê ve bi rê ketin: Bê Serok jiyan nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dersimê daxuyanî: Jin wê hesabê ji kujeran bipirsin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Li dijî êrişên mêr ê serwer, em bi ruhê seferberiyê tevlî têkoşîna parastinê bibin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Min Sakîne nû fêhm kir’: Hevpeyvîna dawî ya bi Zeynep Cansiz re hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên jinan: ‘Qetlîamên jinan siyasî ne, bila rastî werin ronîkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê Îran rêbazên çareseriya demokratîk esas bigire’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wesîleya rojbûna Rêber Apo konserek hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Rewşa herî qelebalix a bêedaletiyê’: Bêdeng be li Londonê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Li Çemçemalê zaroka ku êşkence lê hatibû kirin, jiyana xwe ji dest da
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > KJK’ê: Tecrîdê krîza li Rojhilata Navîn daîmî kiriye
Jin

KJK’ê: Tecrîdê krîza li Rojhilata Navîn daîmî kiriye

KJK'ê bi wesîleya salvegera komploya 9'ê Cotmehê daxuyaniyek da û diyar kir ku tecrîdkirina Abdullah Ocalan krîza li Rojhilata Navîn daîmî kiriye. KJK'ê got, "Çareseriya pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn bi azadiya Rêber Apo dibe."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Cotmeh 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku dîlgirtina Abdullah Ocalan li navenda êşkenceyê ya Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda girankirî de bûye sedem li Rojhilata Navîn krîz daîmî bibe. KJK’ê, destnîşan kir ku çareseriya tevahiya pirsgirêkên civakî yên li Rojhilata Navîn, bi azadiya Abdullah Ocalan ve girêdayî ye û got, “Ji bo vê yekê em bang li hemû jin, ciwan û gelê xwe bi taybetî li jinên Kurdistanê dikin ku çalakiyên li dijî tecrîdê mezin bikin, bi rengekî herî qelebalix, bi coş û biryardarî tevlî çalakiyên bên lidarxistin bibin, xeta neteweya demokratîk a li pêşberî xeta qirker a faşîst a netewe dewletparêziyê mezin bikin û bi vê têgihiştinê sîstemeke nû ya civakî ava bikin.”

Daxuyaniya ku ji aliyê Koordînasyona KJK’ê ve hatiye dayîn bi vî rengî ye:

“Rêberê me Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha 1998’an de neçar hiştin ji Rojhilata Navîn derkeve û pêvajoyeke komploya navneteweyî hat destpêkirin. Em dikevin sala 27’an a komployê. Li ser vê bingehê em hemû dewlet, hêz, kom û kesayetên ku ev komplo plan kirine û pêk anîne û di komployê de bûne xwedî par bi tundî şermezar dikin û em careke din diyar dikin ku em ê heta dawiyê li dijî zîhniyetên komploger û komplogeran şerê vîna azad bidin.

Em hevrê M. Halît Oral ê ku komploya 9’ê Cotmeha 1998’an ewil ferq kir û bi dirûşmeya ‘HÛN NIKARIN ROJA ME TARÎ BIKIN’ li dijî komployê bedena xwe da ber agir bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Ev çalakiya ku mînaka herî bi wate ya mirovbûyîna dîrokê ye û ferdekî ku xwe dike dîrok, sekna gel û mîlyonan a li dijî komployê wê çawa be û divê çawa be, derxist holê. Li dijî komployê xeta me ya berxwedanê ya 26 salan diyar kiriye. Li ser vê esasê yên ku çalakiya rûmetê pêk anîne û bi taybetî jî yên ku tarîtiya zindanan bi canê xwe ronî kirine di şexsê Rotînda (Aynur Artan), Kurdê (Selamet Menteş), Serdar Ari, Ebu Muslum Dogan, Viyan Karox, Derwêş, Mazlûm, Rojbin Amanos, Evrîm Demîr, Zinar Raperîn, Êrîş, Andok, Mustafa Malçok, Sara, Ruken, Rojhat, Erdalan de hemû şehîdên xwe ên li dora Rêber Apo xwe kirin xelekek ji agir û navên wan di dîroka azadiyê de bi alfabeya rûmetê hatine nivîsandin, bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin. Erka layiqbûna bîranîna şehîdan ew e ku heta avakirina civaka azad li ser xeta jina azad bi israr û biryardarî li dijî komployê têkoşîn meşandine. Eger em li dijî komployê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî çalakiyên bidestxistina azadiyê mezin bikin û civakbûna azad xurt bikin, wê demê em dikarin bibin layiqî bîranîna şehîdan. Di salvegera 27’an a komploya navneteweyî de em careke din soza mezinkirina vê têkoşînê didin.

Li Kurdistanê aliyê herî bingehîn a xeta Rêbertî, xeta azadiya jinê ye. Rêber Apo di warê kûrkirin û pêkneanîna xeta azadiya jinê de gavên mezin avêt û vê hewldana xwe ya şoreşgerî li Îmraliyê jî di nava şert û mercên zindanê ya yekkesî de dewam kir. Komploya li dijî Rêbertî, asta êrîşa li dijî azadiya jinê nîşan dide. Bi vê hişmendiyê em weke jinên Kurdistanê têkoşîna xwe ya azadiyê li hemû Rojhilata Navîn û cîhanê mezin dikin. Komploya li dijî Rêbertiya me, aliyek bingehîn a êrîşa li dijî tevahiya mirovahiya cîhanê ye. Hêzên hegemon ên cîhanê ji ber ku dizanîbûn tevî Rêber Apo ew nikarin Rojhilata Navîn li gorî xwe dizayn bikin û mêtingeriya xwe pêk bînin, komploya sedsalê plan kirin. Rêber Apo bi paradîgmaya ku li herêmê bi pêş xistiye re krîza gelan û mêtingeriya kûr a bi armanca komployê xwestin ava bikin, bi temamî vala derxistiye. Êrîşa li dijî Rêbertiya me destpêka şerê cîhanê yê 3’yemîn bû . Ji kêliya ku Rêbertiya me li navenda êşkenceyê ya Îmraliyê de di encama komploya navneteweyî de hate girtin û vir ve êrîşên li dijî gel, çand û welatên Rojhilata Navîn, avabûn û dîzaynkirina nû û meylên guhertina demografîk bê navber hatine domandin. Rojhilata Navîn ketiye nava tarîtiyê, ketiye nava krîzeke ku wê bi sedsalan bidome.

Krîza esasî ya mirovahiya cîhanê krîza fikrî ye. Rêbertî bi vê hişmendiyê û berpirsyariya dîrokî pêngava şoreşgerî ya mezin a derbaskirina krîza fikrî avêtiye û paradîgmaya neteweya demokratîk ava kiriye. Rêber Apo bi paradîgmaya neteweya demokratîk a bi pêş xistî re, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê re ev tarîtî çirand û hêvî û derfet da gelên Rojhilata Navîn, jinan û hemû bindestan ku jiyaneke nû ava bikin.

Îro Rojhilata Navîn bûye navenda şerê cîhanê yê 3’yemîn. Her roj bi sedan mirov tên qetilkirin. Em dizanin ku eger paradîgmaya Rêbertî bi pêş neketibûya, îro wê ne her roj bi sedan, bi hezaran, bi deh hezaran mirov bihatina qetilkirin. Rastiya ku Rojhilata Navîn hêviya xwe winda kiriye, nasnameyek ku hêvî û îdîaya xwe ya ji bo jiyana azad winda kiriye, wê biba rewşeke asayî. Wê her roj mirovahiya cîhanê rastî êrîşên emperyalîzmê bihatana û mehkûmî şert û mercên koletiya kûr bihatana kirin. Di vê wateyê de paradîgmaya nû bûye hêviya mirovahiya cîhanê, ji ber ku heqîqetek e ku bi şerê herî mezin ê ji derveyî krîza fikrî ya mezin pêk hatiye.

Ji ber vê yekê Rêbertiyê me xwedî wateyek wiha a gerdûnî ye. Wateya ku Rêbertî weke xwe diafirîne, fikrî û çalakiye. Hebûna rêzefikir û paradîgmayê ku her tim di nava xwe de çalakiyan diafirîne, Rêbertiyê me kiriye yek ji rêberên hejmara wan li tevahiya cîhanê kêm in. Îro hemû ramanger, fîlozof, siyasetmedar, ekolojîst û jinên cîhanê vê wateyê dizanin û bi vê hişmendiyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertiya me dixebitin. Ev yek wateyeke dîrokî û gerdûnî di nav xwe de dihewîne.

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ku ji aliyê dostên gelê Kurdistanê ve hat destpêkirin û bi awayekî xurt ji aliyê gelê me ve xwedî lê hat derketin, her ku diçe berfirehtir dibe. Di berfirehbûna vê pêngavê de, pêşengiya jinê diyarker bûye. Hem kampanya û hem jî çalakiyên ku jinên Kurdistanê li çar parçeyên Kurdistanê û hemû cîhanê dane meşandin, hem jî tevlîbûna jinên cîhanê ji Bangladeşê heta Meksîkayê bi îdîaya azadiyê rengê gerdûnî yê pêngavê derxist holê. Hemû jinên cîhanê bi çalakiyên xwe, bi îrade û dirûşmeyên xwe yên azadiyê komploya li ser Rêbertî vala derxistin.

Em komploya navneteweyî û komplogeran şermezar dikin. Li hemberî rastiyeke wiha ya Rêbertî, em dostatiyên sexte yên rê li ber komploya navneteweyî vekirin, rexne dikin. Têkoşîna li hemberî sîstema faşîst û emperyalîst û netew dewletê ya ku ev dostatiyên sexte afirandî, wezîfeya me ya bingehîn e. Li gel vê yekê, hîna me jî sîstema Îmraliyê ne hilweşandiye, lewma em rexnedayîna hevrêtiya xwe ya netêrker didin û ev yek di serî de wezîfeya me jinan e. Rexnedayîna li ser rêya heqîqetê, wê afirîner be. Divê ya şaş bê hilweşandin û ya rast, bedew û baş bê afirandin. Divê em di serî de ji xwe destpê bikin û di nava hemû çêkerên civaka xwe de û di nava hemû gel û jinên Rojhilata Navîn û cîhanê de zanebûn, ziman, jiyan û sîstema mirovên azad biafirînin. Îdîaya me ya pêkanîna vê yekê, mezin e. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêngava ku bi pêşengiya jinan tê meşandin, bi dirûşmeya ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi şoreşa jinê’ hatiye kûrkirin, çalakî hatine zêdekirin û li ser xeta Rêbertî û bingehê paradîgmayê naverok bi çalakiyan dane qezenckirin. Meş, semîner û çalakiyên xwendinê li aliyekê aktîvîteyên girîng bûn, li aliyê din jî çalakiyên ku hemû jinên cîhanê di warê hevpar de û li ser xeta Rêbertî di ruhê hevpar de lê kom bûne, hatin lidarxistin. Tevkariya van çalakiyan a ji şoreşa cîhanê û azadiya jinên cîhanê re pir mezin e.

Divê ev çalakî hîn zêdetir bên mezinkirin, li dijî komploya navneteweyî azadiya Rêbertî bê pêkanîn. Li dijî DYE, Îngilistan û hemû hêzên desthilatdar ên ku komplo fikirîn, plan kirin û ji bo berjewendiyên xwe gav bi gav pêk anîn, divê li ser bingehê azadiya fîzîkî ya Rêbertî gav bên avêtin. PDK a ku lingê herêmî yê komployê ye, mîna rojên komployê dîsa di nava xiyanetê de ye. PDK di nava xiyaneta xwe de rizî bûye, bi polîtîkayên dijminê Kurdan Kurdistanê ji Kurdan xalî dike û li herêmê rolê hucreyeke penceşêrê dilîze. Gelê Kurd û jinên Kurd wê xizmeta ku PDK’ê ji AKP-MHP a qirker re kirî û xiyaneta wê ya dîrokî, ji bîr nekin.

Îro li dijî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêbertiya me, hêzên YJA Star û HPG’ê tevlîbûna herî xurt ji pêngava azadiyê ya Rêbertî re çêdikin. Gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî halê komployê ya nûbûyî, li ber xwe didin. Li hemberî sekna bi rûmet a gerîla, PDK ketiye nava xeta xiyanetê ya rizî. Ev xiyanet wê weke aliyê herî tarî yê dîrokê, bê bîranîn. Di serî de jin, hemû gelê me divê li dijî xeta PDK’ê nerazîbûna xwe hîn zêdetir nîşan bide. Ji ber ku eşkerebûna rastiya PDK’ê wê lingê komploya navneteweyî ya li Kurdistanê, qut bike. Îro PDK veguheriye lingê kangrenbûyî. Eger PDK nebe, ne pêkan e ku dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriyê de yek gavê jî bavêje.

Di vî warî de xwedî derketina li xeta çalakiya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’, li dijî komploya navneteweyî ji bo azadiya Rêbertî têkoşîn kirin, di serî de tê wateya xwedî derketina li xeta netewa demokratîk a Rêbertiya me. Li dijî dualîteya desthilatdarî-kole rabûn, xwedî derketina li xeta azadiyê ya li ser bingehê îdeolojiya Rizgariya Jinê, li dijî xeta desthilatdariya mêr, netewperestî û hevkar a PDK’ê têkoşîn bilind kirin û bi bilindkirina xeta netewa demokratîk li herêmê avakirina şert û mercên jiyana azad û hevpar a gelan e. Şer û êrîşên qirkirinê yên di demên dawî de zêde bûne, bi paradîgmaya netewa demokratîk a li ser xeta Rêbertî dikare bê astengkirin.

Rêbertî li ser vê rêyê şerê herî mezin dide. Em Rêbertiya xwe ji dil silav dikin. Em îdîaya xwe ya bilindkirina têkoşîna ji bo pûçkirina komployê, bi şoreşa jinê û sîstema azadîxwaziya jinê nîşan didin. Em hemû gerîlayên ku di vê oxirê de canê xwe kirine mertal, silav dikin. Em Berwaran, Rosîdayan, Gulistanan, Tekînan, Orhanan, Şêxmusan, Zîlanan û hemû lehengên din ên ku di vê oxirê de li her devera welêt xwe, hebûna xwe û zanebûna xwe di asta herî bilind de veguherandine berxwedanê, bi rêzdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku bi Rêbertî re jiyanê biafirînin.

Divê em bizanin ku pûçkirina komploya navneteweyî, pêşî li windahiyên mezin girtiye. Lê belê girtina Rêbertî ya li êşkencexaneya Îmraliyê, dibe sedem ku krîza roja îro dewam bike. Li Rojhilata Navîn çareseriya hemû pirsgirêkên civakî bi azadiya Rêber Apo, esasgirtina xeta Rêbertî û afirandina jiyana hevpar a li ser esasê azadî û demokrasiyê, pêkan e. Ji bo vê yekê di serî de jinên Kurdistanî, em bang li hemû jinan, ciwanan û gelê xwe dikin ku li dijî tecrîdê çalakiyan mezin bikin, bi rengekî herî qelebalix, coş û bibiryar tevlî çalakiyan bibin, li dijî xeta qirker û faşîst a netew-dewletê tevlî xeta netewa demokratîk bibin û bi vê ferasetê sîstema civakî ya nû ava bikin.

Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin!

Komploger wê têk biçin, azadî wê bi ser bikeve!

Bijî Rêber Apo!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nagîhan Akarsel li Londonê hate bîranîn
Nûçeya Pişt re Xwebûn bi manşeta ‘Komplo ne rojek e, pêvajoyek e’ hate weşandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Holê 20 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Di roja yekemîn a Operasyona ˋEwlehiya Domdarˋ a li Kampa Holê û dora wê de…

Ji aliyê Stêrk TV

MAK’ê li Cizîr û Geverê li ‘hêzên dagirker’ xist

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku wan li navçeya Cizîr a Şirnexê û navçeya Gever…

Ji aliyê Stêrk TV

Cejna Zimanê Kurdî li Kantona Firatê bi coş hat pîrozkirin

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê, Zanîngeha Kobanê û SZK’ê Cejna Zimanê Kurdî bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

DYE’yê li Filîpînan operasyoneke leşkerî ya mezin pêk anî

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Îlham Ehmed: Kurd hevparê bingehîn ê destûra bingehîn a nû ye

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Neteweyên Yekbûyî pêşbirka sekreteriyê dest pê kir: Dibe ku sekretera yekem jin be

Ji aliyê Stêrk TV
Civak & Ekolojî

Projeyên maden û jeotermalê yên li Gimgim û Kanîreşê herêmê talan dike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?