Li gel êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Îsraîlê yên li ser Îranê, agirbesta du hefteyan a ku Trump 8’ê Nîsanê bi şertê vekirina Tengava Hurmuzê ji trafîka keştiyan ragihandibû, ji ber binpêkirinên li qadê ji roja destpêkê ve bû cihê nîqaşê. Rojnamevan Kadîr Cesûr ku bûyerên li herêmê ji nêz ve dişopîne têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.
‘AGIRBEST LIHEVKIRINEK NÎNE, LÊ NAVBEREKE TAKTÎKÎ YE’
Cesûr anî ziman ku ew bawer dike ku agirbest demdirêj nebe, işaret bi tabloya li qadê kir û got, “Aliyê Îranê û Hîzbûllah dibêjin ew li gorî agirbestê tevdigerin û îdîa dikin ku binpêkirinên Îsraîlê dewam dikin. Ji xwe di 9’ê Nîsanê de Hîzbûllahê li hemberî binpêkirinên Îsraîlê bi roketan êriş bir ser wargehên li Manarayê. Ev yek nîşan dide ku rewşa li qadê li ber şikestinê ye.
Li gel dewamiya binpêkirinên li qadê li ser maseyê pêşketineke şênber nîne. Di pêvajoyekê de ku rêyên dîplomatîk xitimî ye, ji xwe mayindebûna agirbestê nayê hêvîkirin. Ev wêne vê yekê nîşanî me dide: Ev yek îradeyeke aştiyê nîne, navberdayina aliyan e. Alî naxwazin şer biqedînin; berevajî hewl dididn pozîsyona xwe xurtir bikin. Ji ber vê jî zimanê agirbestê û rastiya li qadê bi rengekî cidî ji hev qut in.”
‘REWŞEKE NE DIYAR LI PÊŞIYA ME YE’
Cesûr diyar kir ku mayindebûna agirbestê zehmet e û ragihand ku hevsengiyên li herêmê işaretê bi krîzeke piralî dikin. Cesûr got, “Îsraîl di sala 2026’an de kete pêvajoya hilbijartinê. Lewma ev yek zextê li Benjamin Netanyahu dike ku xeteke hîn hişk bimeşîne. Pêwîstiya nîşandana xurtbûna xwe li polîtîkaya hundirîn bandoreke yekser li refleksên leşkerî dike. Li aliyê din Îran dixwaze kapasîteya xwe ya nukleerî di destê xwe de bihêle ku ev yek jî rewşa nediyar kûrtir dike. Îran bi rengekî eşkere dibêje, heta ku li Lubnanê agirbest pêk neyê wê bi DYE’yê re ti hevdîtineke aştiyê neke. Ev yek jî hevsengiyeke tevlîhev bi xwe re tîne ku her enî bi ya din ve girêdayî ye
Dema ku mirov ji Wanê lê dinihêre, wêne zelal e: Ev pêvajo krîzeke demkurt nîne. Rewşeke nediyar a demdirêj li pêşiya me ye. Ne şerekî tam ne jî aştiyeke rasteqîn; di navberê de xeteke welê heye ku timî rageşiyê bi xwe re tîne.”
‘BAZIRGANIYA LI SER SÎNOR TÊK ÇÛ’
Cesûr işaret bi bandora şer a li aboriyê kir û anî ziman ku ev yek bi taybetî yekser bandorê li Wanê dike ku yek ji bajarên sînor ê Tirkiyeyê ye. Cesûr bal kişand ser hevdîtina bi Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva û got, “Deriyên sînor ên Îranê xalên esasî yên aboriya herêmê ye. Dema ku derî hatin girtin an jî rewşa bazirganiyê nediyar bû, ev yek di cih de tê hîskirin. Ji bo sala 2026’an hejmara tûrîstên Îranî yên bihata Wanê, bi texmînî nêzî milyonek bû. Par ev hejmar gihîştibû 777 hezar tûrîstî. Tê texmînkirin ku her tûrîstekî Îranê derdora 500 dolarî datîne. Ev jî tê wateya aboriyek ji 500 hezar dolarî.
Lê belê şerê heyî ev bendewarî hema bibêje bi temamî ji holê rakiriye. Di navbera Wan û Îranê de zêdeyî hezar şîrket hene ku bazirganiyê dikin, ev şîrket jî nema dikarin kar bikin. Bi taybetî tûrîzmkarên ku ji bo dema Newrozê razemenî kirin, otel û esnafan zerareke mezin dîtin. Gelek kargeh hatin ber îflasê. Tûrîstên Îranî tevkariyeke girîng li aboriya Wanê dikin. Dema ku ev hatine qut dibe, aboriya bajêr dixitime.”

