Klîba “Berxwedana Kobanê” ya ku gotinên wê ji aliyê helbestvan Wezîr Demîr ve bi Kurdî hatiye nivîsandin, dîmenên ku ji aliyê çapemeniya azad a Kurd ve hatine parvekirin û cih daye hin dîmenên fîlma “Kobanê” ya derhêner Ozlem Yaşar e.
Hunermend Çetîn Oraner diyar kir ku di navbera Çile-Sibata 2015’an de, di serdema ku Kobanê bi berxwedana destanî ya YPG û YPJ’ê ji faşîzma DAÎŞ’ê hat rizgarkirin de, strana “Berxwedana Kobanê” amadekirîbû û got: “Ji ber bêderfetiyê me nekarîbû qeyd û klîba wê çêbikin. Lê êrîşên faşîzma dewleta Tirk a mêtinger, li ser didomin û ji ber vê ev stran hîn jî di rojevê de ye.
Çetîn Oraner ev peyam parve kir. “Bexwedana Kobanê ku bûye sembola gel û mirovahiya ya pêşketî û xelasiya ji barbaran e. Em dixwazin strana ‘Berxwedana Kobanê’ ji bo tevkariya berxwedanê biweşînin. Bi hezkirin, bawerî û girêdana bi Rêber Apo, nemirên Tevgera Azadya Kurd û gelek keç û xortên leheng di roja 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê de peyama ‘Koban neket, nakeve û li ber xwe dide’ dan.”