KOMAW’ê hêvî û bendewariya xwe parve kir ku sala 2025’an bibe sala ji aştî, edalet û azadiyê û peyamek ji bo sala nû weşand.
Di peyamê de işaret bi êrişên dewleta Tirk a bi serkêşiya AKP-MHP’ê yên li ser Kurdistanê kir û hate destnîşankirin ku li dijî van polîtîkayên êrîşkariyê gelê Kurd bi lehengî li ber xwe dide.
Di peyamê de hate gotin, “Daxwaza êrîşkaran di ber wan de hate hiştin. Gelê me gelek ewladên xwe yên leheng şehîd da. Ji ber vê yekê êşa me mezin e, lê belê serê me bilind e, hêviya me ya ji bo serketinê hîn xurt e.”
DI SALA 2025’AN DE BER BI DESTKETIYÊN HÎN XURT
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi şer sala 2025’an destpê dike û işaret bi biryardariya têkoşînê ya gelê Kurd hate kirin. KOMAW’ê got, “Bi hêza îradeyî ya polsa ku şehîdên me û Rêberê me afirandin, weke gelekî hîn rêxistinbûyî em ê bi destketiyên hîn xurt ber bi serketinê ve bikevin sala nû. Bi vê biryardariyê em sala nû li malbatên şehîdan û gelê xwe yê welatparêz pîroz dikin.”
Di dawiya peyamê de baweriya bi Kurdistaneke azad hate destnîşankirin.