Meclisa Gel a bajarokê Tişrînê ya gundewarên bakurên Reqayê ku ji 4 komînan pêk tê, îro bi merasîmê komîngeha xwe bi navê şehîd Xelef El Mehmûd vekir. Girseyeke mezin a şêniyan, nûnerên saziyên sivîl ên bajarokê Tişrînê û gundên derdora wê, her wiha endamên meclisa bajarê Hezîmê beşdar bûn.
Deriyê navendê ji aliyê dayika şehîd Mehmûd Xelef, Rua El Xelîl û zarokê wê ve hat vekirin. Armanca rêxistinkirina şêniyan, lidarxistina civînan bi şênî û saziyan re, pêşxistina xebatên saziyan, çareserkirina pirsgirêkan e.
Biryar e, komîngehên meclisên din ê xeta bakur a kantonê werin vekirin.

