Komisyona Jinan a KNK’ê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çareseriya jinên Kurd û siyaseta Kurd li meydanê ye û hat gotin ku bi têkoşîna rûmet a jinan û gel
behsa çareseriya Kurd dikin.
Daxuyanî bi vî rengî ye: “Weke Kurd û jinên Kurd em 8’ê Adara 2026’an di navenda şerê parvekirina heremî û kûrevî li Rojhilata Navîn pêşwazî dikin. Careke din em bi zihniyeta bavsalar a serdest re rû bi rû ne ku dixwaze Kurdistanê û Rojhilata Navîn bike eniya şer. Me bi têkoşîna xwe ya bi rûmet a jin û gel xwe li hemberî yên ku em wek pirsgirêka Kurd, pirsgirêka jin, bi navê kirin, hemberî wan me navê xwe kir çareserî. Îro em bahse çareseriya Kurd, çareseriya jinên Kurd dikin.
Me wek jinên Kurd di wê serdemê de bi berxwedana xwe civaka Kurd ronî kir. Ji ber ku me rave kir ku mêrên Kurd li Kurdistana kolonî de azad nînin. Lewre dema ku em koleyên mêrê Kurd bûn, merê Kurd jî koleyê dewletên kolonyalîst bûn. Me bi têkoşîna xwe ya azadiyê ya li dijî koletiyê ev şaşî û xeletî sererast kir. Bi vê yekê re me weke jinên Kurd xeletiyeke dîrokî rast kir û doza azadiya civaka Kurd xurtir kir.
Di vî warî de em xwe xwedî maf dibînin ku bersiva pirsa “şer an aştî?” ya duh li Sûriyeê û îro jî li Îranê ji siyaseta Kurd dipirsin bersiv bidin. Em aştiyê dibînin û bi israr aştiyê dixwazin.
Ji ber ku me bi çekan li hemberî merên ku sembolên desthilatdariyê ne şer nekir. Bi îdeolojiya xwe ya azadiya jinê, felsefe û di serî de hêza xwe ya siyasî û rêxistinbûyî me encamên girîng girt.
Îro eşkere ye ku biryara şer an jî aşitiyê ya Kurdan wê peşeroja Rojhilata Navîn diyar bike. Kurdan nexwestin li dijî dewletên herêmê Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê şer bikin, lê neçar man ku şer bikin. Zîhniyeta Sykes-Picot bû ku em Kurd avetin nava qeyranê û navê Kurdan kirin pirsgerika Kurd. Li hemberî polîtîkayên tund ên înkar û îmhayê, Kurd neçar man li ber xwe bidin. Îro êdî înkarkirin û tunekirina Kurdan jî ji ber berxwedana wan ne pêkan e.
Dema em li rewşa defakto dinêrin, rêça giştî ya siyaseta Kurd derdikeve holê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev salek e bi hewldanên mezin ên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bêyî şer bi dewleta Tirk re têdikoşe.
Di 6’ê Çileyê de li dijî xefika şerekî mezin ku bi hêzên navneteweyî û dewleta Tirk li dijî Rojava plankirin bûn, rêxistin û gelê Kurd bi polîtîkaya yekitiya neteweyî ve peşî girt. Başûrê Kurdistanê her tim ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe li gel Bexdayê di reya diyalogê de israr kir. Li Îranê Kurd dibêjin ew amade ne ku pirsgirêka Kurd bi siyasetê çareser bibe. Çareseriyên ji aliyê Kurdan ve ji bo Tirkiye, Îran, Irak û Sûriye hatine pêşxistin defakto jî ji holê rakirina şer e. Rêya ku Kurd dişopînin ewqas zelal e. Çima hê jî dipirsin ka ku Kurd çi dixwazin? Xuya ye Kurd çi dixwazin. Wê demê çima ev rêya siyaseta Kurd ji bo aşitiye nayê destekkirin? Berevajî vê, bi zextên curbecur, bi polîtîkayên dezenformasyonê û manîpulasyonê dixwazin Kurdan bikşînin nava şer.
Lê em jinên Kurd di wê baweriyê de ne ku ji bilî şer rêyeke din mumkin e. Ji bo vê jî divê dewletên herêmî û cîhanî pêşî li nêzîkatiyên xwe yên nijadperestî, bêhurmetî, biçûkdîtin û heqaretkirina a Kurdan, teqez sererast bikin. Ger hêzên herêmî û cîhanî hewcedarî biryara Kurdan bin, divê îradeya Kurdan jî nas bikin. Îradeya Kurd dixwaze bi diyalog, dîplomasî û muzakereyan pirsgirêkan çareser bike.
Rêya ku em weke jinên Kurd dixwazin reya çareseriyên siyasî ne. Em vê nabêjin ji ber ku mexdûrên yekem ên şeran wê jin bin. Ji ber ku şer û mêtingerî pêşî li ser jinê hatiye avakirin, em xwe ji têkoşîna li dijî pergalên şer û mêtingeriyê berpirsyar dibînin.”

