Li gorî ‘Rabora 8 Mehan a Li Ser Kuştina Jinan’ a Federasyona Komeleyên Jinan a Tirkiyeyê di navbera 1’ê Çile- 31’ê Tebaxa 2024’an de herî kêm 280 jin ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Di raporê de mirina 50 jinan bi guman e. Ji wan 153 jin bi çekê û 60 jin jî bi alaveke birînê hatine kuştin.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Bahar Peker têkildarî kuştinên jinan ji ANF’ê re axivî. Peker bilêv kir ku di demên dawî de kuştinên jinan pir zêde bûne û wiha got: “Rewşa heyî nîşan dide ku kuştinên jinan parçeyek ji polîtîkayên şerê taybet e. Ji dîrokê heta roja me li ser jinan zordestî heye. Dema em di vê çarçoveyê de dinêrin, sedema bingehîn a zêdebûna kuştinên jinan di salên dawî de rakirina qanûna bi hejmara 6284 bû. Rakirina vê qanûnê bandoreke neyînî li ser jinan çêkir. Em weke jinên Kurdistanî daketin qadan û me anî ziman ku divê ev qanûn neyê rakirin. Me li qadan qêriya ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê wê kuştinên jin û zarokan zêdetir bibin.”
HER ROJ JINEK TÊ QETILKIRIN
Bahar Peken îşaret pê kir ku di meha Tebaxê de 31 jin û 5 zarok hatine qetilkirin û wiha got: “Dema em lê dinêrin, hema hema her roj jinek tê qetilkirin. Beriya çend rojan jî jineke ji aliyê hevserê xwe ve li hundirê dermanxaneyê bi kêrê hat qetilkirin. Di bingeha qetlîamên jinan de polîtîkaya bêcezakirinê heye. Mixabin polîtîkaya bêcezakirinê rê li ber zîhniyeta mêr vedike ku tundiyê li jinan dike û qetil dike. Ewlehiya canî ya jinan nîne. Jin êdî nikarin bi awayekî ewle derkevin ji derve jî. Ewlehiya jinan di nava malbata xwe de jî nîne. Dema em li ser vê bingehê dinêrin mirov dikare bibêje ku qadeke ku jin lê nefesê bigirin nîne.”
POLÎTÎKAYA BÊCEZAKIRINÊ RÊ LI BER KOMKUJIYAN VEDIKE
Bahar Peker bal kişand ser Narîn Guran ku li Amedê hate qetilkirin û wiha got: “Kuştina Narînê bûyereke ku ne tenê li Kurdistanê ji aliyê cîhanê ve tê şopandin. Ev bûyer nîşanî me dike ku encama polîtîkaya şerê taybet e. Dema em ji bo Peymana Stenbolê daketin qadan, me got ku wê bûyerên bi vî rengî çêbibin. Di bûyera Narînê de 19 roj nedîtina termê zarokekî pirsgirêkekî cidî ye. Di qetilkirina Narînê de malbat jî di bûyerê de cih digire. Bûyera pitik Sila jî di rewşeke wisa de ye ku mirov di gotinê de jî diêşe. A rast ev polîtîkayên bêcezakirinê û daxistina cezayê ji ber rewşa baş rê li ber komkujiyan vedike.”
DIVÊ LI DIJÎ ZÎHNIYETA MÊR XWEPARASTINA XWE PÊŞ BIXIN
Bahar Peker anî ziman ku dixwazin li Kurdistanê di bin navê muhafizekariyê de çandekî bêesl ava bikin û got: “Ev pir zelal eşkere ye. Em weke jin divê li dijî zîhniyeta mêr xweparastina xwe pêş bixin. Di vê rewşê de em ê weke tevgera jinên Kurd li dijî tundî û komkujiya li ser jinan çi ji destê me were bikin. Divê em weke jin li dijî vê zîhniyetê bisekinin û têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin. Di hemam demê de em ê ji bo avakirina civakekî exlaqî û polîtîk çi ji destê me were bikin.”