Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslim anî ziman ku Kurdistan ji bilî êrîşên dagirkerî yên leşkerî, bi êrîşên aborî û dîplomatîk re rû bi rû ye û got: “Amadekariyên me yên ji bo têkoşîna li dijî hemû êrîşan didomin. Em çiqasî rêxistinbûyî bin, em ewqasî dikarin xwe biparêzin.”
Salîh Muslim, der barê salvegera 9’ê Cotmehê bersiv da pirsên ANF’ê.
9’ê Cotmehê salvegera gelek bûyerên li Kurdistanê ye. Bi wesîleya nêzbûna 9’ê Cotmehê salvegera Komploya Navneteweyî û bandorên wê heta roja îro, hûn dixwazin çi bibêjin?
9’ê Cotmehê dîrokeke reş e. Dibe ku me pêşî wateya dîroka 9’ê Cotmehê fêhm nekir, lê bi demê re her ku bûyerên nû pêk dihatin, çi bûye-nebûye tev bi awayekî vekirî derket holê. Ji bo vê em dikarin bêjin ku komploya 9’ê Cotmehê destpêka pêvajoyeke nû ye. Weke ku em dizanin hêzên hegemon qala Rojhilata Navîn a Mezin dikirin. Xuya bû planên mezin li pişt maseyan hatine kirin. Ev planên ku niha di pratîkê de ne, bi 9’ê Cotmehê re dest pê kirin. Ya pêşî amadekarî bû, di 9’ê Cotmehê de dest bi komployê kirin. 9’ê Cotmehê li dijî Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan dest bi vê komployê kirin.
Xwestin wî tine bikin. Lê weke ku plan dikir in nebû, di encamê de dîl hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin. Tirkiye ne plansazê vê bû, lê aktorek bû. Hêzên navneteweyî ev plan kirin. Îro armancên vê komployê bi awayekî zelaltir diyar dibin. Komplo ne tenê li dijî Birêz Ocalan, li dijî tevahiya Rojhilata Navîn hatiye kirin. Ev pêngava yekem a Projeya Mezin a Rojhilata Navîn bû. Bi vê pêngavê re roj bi roj amadekarî û hewldanên nû çêbû. Bi êrîşa li dijî Iraqê re destpê kir û heta roja îro weke xelekek belavî her derî dibe. Mitebeqata Edeneyê jî encama vê yekê bû. Armanc ew bû ku Sûriyeyê teslîm bigirta.
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin. Piştî salekê, di 9’ê Cotmehê de vê carê li Hewlêrê li ser Şengalê lihevkirinek çêkirin. Bi hilbijartina dîroka 9’ê Cotmehê re xwestin weke ‘dîroka me we tine kir’ bînin bîra me.
Di navbera dewleta Tirk û Rojava de beriya niha hin hevdîtin hatibûn kirin, we jî cihê xwe di nava van hevdîtinan de girt. Piştî van hevdîtinan Enqere çima serî li van gotinên nefretê yên li dijî Rojava da?
Mîrateyeke wan a dîrokî heye, dixwazin yên li beramberî xwe tine bikin; Ji hundir an jî ji derve bi gotin, şûr, çekê dikin… Dema ‘Bihara Ereban’ xwe gihand Sûriyeyê, ji bo ku Kurdan bikişîne aliyê xwe, hin hewldan hatin kirin. Pêşî ji me re negotin ‘Merheba’. Heya pêvajoya sala 2012’yan. Piştre dema dîtin ku em xurt dibin û kes nikare li hemberî me bisekine, ji bo li hemberî me nekevin nava şer xwestin ‘dostaniyê’ ava bikin. Em her tim ji bo berjewendiyên gelên herêmê ji diyalogan re vekirî bûn. Li ser vê bingehê em çûn Tirkiyeyê. Me dît ku dixwazin me bikin leşkerên xwe û me bixin xizmeta xwe. Em nehatin vê lîstikê. Me got nasname û pirsgirêkên me qebûl bikin û çareser bikin, dema ku encam derneket DAÎŞ’ê bi ser me de dehf dan. Bi vê yekê re pêvajo bi temamî guherî. Xwesteka wan bi cih nehat û dest bi êrîşa li dijî me kirin.
HEDEFA WAN NE TENÊ ROJAVA BÛ
Çawa ku em difikirin pirsgirêka Kurdistanê bi hev ve girêdayî û bi bandor e, plana wan jî ne tenê li dijî Rojava ye, di heman demê de li dijî tevahiya Kurdistanê ye. Kurdek li ku derê mafê xwe bi dest bixe, dijminatiyê li wî dike. Ew li dijî projeyên Rêberê Gelê Kurd ên Neteweya Demokratîk û yekîtiya civaka demokratîk in. Armanca bingehîn a planên desthilatdariya Tirk bi taybetî di sala 2014’an de tinekirina Kurdan û qedandina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Tiştên li Rojava diqewimin jî di çarçoveya vê planê de pêk tên. Çawa ku em dibêjin destketiyên li hemû parçeyên Kurdistanê ji bo tevahiya Kurdistanê destketî ne, ew jî naxwazin Kurd li ti cihî destketî bi dest bixin û ji bo pêşî li vê bigirin her tiştî dikin.
Gelo mirov dikare bibêje, berjewendiya siyasî ji van êrîşan heye?
Rast e. Îro hemû êrîş û polîtîkayên li dijî erdnîgarî tên kirin, bi armanca pêkanîna armancên xwe yên siyasî ne. Û mesele ev e. Yên vê polîtîkayê dikin jî tedbîrên xwe yên siyasî digirin. Hêzên Ewropa û hwd.. Ji bo hemû hêzên bi pirsgirêka Sûriyeyê re mijûl dibin re dibêje, “Ev terorîst in, xwe nêzî wan nekin.” Ji bo ku têkiliya bi me ra bibirin her tişt kirin. Em biçin ku derê, ew derî li me digirin. Têkoşîna me ya li dijî vê yekê, birêxistinkirina gelê me, danasîna xwe û projeya xwe ya demokratîk bi her kesî re ye. Ji bo ku têkoşîna me ya xurt encam negire, hewl didin ku nehêlin em bi kesî re têkilî deynin, xebatên dîplomasiyê nekin û destketiyên siyasî bi dest nexin. Li Ewropayê hemû, ji saziyên me heta çalakiyên me, ji aliyê wan ve tên astengkirin û qedexekirin. Helbet têkiliyên me yên bi hêzên demokratîk re xurt in. Em siyaseta xwe di vî alî de dimeşînin. Dewlet ji bo berjewendiyên xwe nêzî me nabin, ji ber ku Tirk şantajê li wan dikin. Her kesên li ser Rojava dixebitin asteng dikin. Mînak, Neteweyên Yekbûyî û Parlamenta Ewropayê, rûniştina me ya fermî ya li wir qebûl nakin. Rast e, em wek sazî civînan li dar dixin, lê astengiyên siyasî jî derdixin. Weke PYD’ê em jî endamê Enternasyonala Sosyalîst in, lê pêşî li weşandina belavokên aîdî me ku pirsgirêka Kurd rave dike, digirin. Sedema gelek rêxistinên weke Neteweyên Yekbûyî û Nûnertiya Sûriyeyê ya neqebûlkirina me, encama êrîşên siyasî yên dewleta Tirk e.
Îdîayên ku wê Enqere bi Şamê re hevdîtinê bike her tim dikeve rojevê. Gelo têkiliyên wê bi êrîşan re hene?
Êrîşên faşîzma Tirk bandorên neyînî li ser pir aliyan dike. Ev êrîş li dijî hiqûqê ne. Çekên qedexe bi kar tînin, sûcê şer dikin, sûcê qirkirinê li dijî mirovahiyê dikin. Ji bilî van gelek êrîşên hovane kirine. Ev yek hemû bandorê li civakê dikin. Mînak bazirganiya narkotîkê û ji bo guhertina demografiya herêmê koçberkirina gel jî, sûcên li dijî mirovahiyê ne. Dewleta Tirk hem bi destê xwe, hem jî bi rêya çeteyên xwe van hemûyan bi rengekî vekirî li pêş çavên cîhanê dike. Tenê li dijî noqteyên leşkerî êrîşan pêk naynin. Mînak sala borî, bi êrîşên xwe yên li ser binesaziya herêmê wekî nexweşxane, stasyonên elektrîk û avê û bîrên petrolê zirarên madî yên mezin çêkirin. Hovîtiyeke bi vî rengî li me kirin. Ev êrîşên berdewam li dijî herêmê nebana, wê rewşa li herêmê gelekî cuda bûya. Dibe ku zehmetiyên îro em dijîn, nebana. Hem ji aliyê siyasî, hem ji aliyê leşkerî, dîplomatîk hem jî ji aliyê aborî ve êrîşên hovane dikin. Di serdema dawî de bi hewldana danûstandina bi rejîmê re armanc dikin ku êrîşeke hevpar li dijî me pêk bînin.
Li dijî van êrîş û hewldanan hemûyan rêveberiya Rojava rêyeke çawa dişopîne?
Weke Rojava em xwe amade dikin ku li dijî hemû êrîşan têbikoşin. Dema ku hêzên me yên leşkerî şer didin meşandin û hêzên Asayîşê li dijî sûcên weke bazirganiya narkotîkê û bazirganiya mirovan têdikoşin, divê gelê me karibe bi awayekî hîn rêxistinbûyî alîkariyê bide hêzên xwe. Gelê me çiqasî rêxistinbûyî be, ewqasî dikare xwe li hemberî her şêwe êrîşên weke şerên aborî, fikirî û şerê taybet biparêze. Ya ji bo me girîng rêxistinbûyîna gel e. Dijmin ji dîrokê ve ji bo ku di navbera bawerî û etnîkan de nakokiyan çêbike dixebite û divê em li dijî vê hesas bin. Weke hemû gelan, hewcehiya me heye ku em bi hev re bijîn.