Kurdên ku li diyasporayê bi salan e ji bo parastina çand û nirxên xwe gelek awayên rêxistinbûnê pêş dixin, di kampa sê rojan de li ser “komunbûnê” û çawaniya avakirina jiyana komunal sekinîn.
Jinan di tevahiya kampê de li ser zihniyeta komunal, jiyan, kesayetî û nasnameyê nîqaşên kûr kirin.
Bal kişandin ser hişmendî û ezmûna ku ji hêla tevgera jinên Kurd ve hatî bidestxistin û di civakê de rola pêşengiyê ya jinan xurt dike.
Hat diyarkirin ku li Ewropayê bi zêdebûna takekesiyê re veqetandina ji civakê zêde bûye û pêwîste ku civaka Kurd şêwaza jiyana komunal bi xurtî têxe jiyanê.
Di dema kampê de, jinan jiyana xwe ya rojane bi awayekî komunal birêxistin kirin.
Ji amadekirina xwarinê bigire heta meşên xwezayî û hemû xebat bi awayekî kolektîf hatin kirin.
Ji pitik û zarokan bigire heta ciwan û jinên ji her temenî beşdarî kampê bûn.
Her wiha jinan bê çawa dikarin jiyana komunal pêk bînin, bi şanoyê nîşan dan.
Di vê kampê de jêhatiyên hunerî yên jinan derketin pêş.
Zarok jî di kampê de bûn parçeyek çalak a jiyana komunal; bi hev re lîstin û bi çêkirina hevalên nê re demên xweş derbas kirin.
Di dawiya kampê de, li ser pêkanîna jiyana komunal a di xebatên xwecihî de nêrîn û pêşniyar hatin kirin.
Beşdaran daxwaz kirin ku kampên bi vî rengî bêhtir bên çêkirin û vê kampê weke bingehek girîng ji bo berdewamiya hewldanên bi vî rengî hat nirxandin.

