Saziyên Zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk (DEKUP) li Wanê “Komxebata Stratejî û Polîtîkayên ji bo Têkoşîna Zimanê Kurdî” ya du rojan berdewam kir, bi encamnameyekê bi dawî kir. Encamnameya komxebatê bi zaravayên Kurmancî û Kirmançkî hat xwendin. Endamê Komîteya Amadekar a Komxebatê Heval Dilbihar metna Kurmancî xwend.
Heval Dilbihar bi bîr xist ku Rêber Apo dibêje ku ‘Ziman ji bo neteweyekê ji nan û avê giringtir e û kesên ku nikarin li zimanê xwe xwedî derkevin, nikarin li tu tiştî xwedî derkevin.’ Heval Dilbihar bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û ev tişt got: “Di vê pêvajoya dîrokî de ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve weke pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” hatiye pênasekirin, yek ji xalên sereke mijara statuya Kurdî, perwerdeya bi zimanê Kurdî, azadî û serbestiya zimanê Kurdî ya li hemû qadên jiyanê ye. Ji bo aştiyeke mayînde û civakeke demokratîk, lazim e ku ev yek pêk bê û gelê kurd jî bikaribe bi awayekî serbest li her qada jiyanê xwe bi zimanê xwe rêxistin bike û li hemû qadan bi zimanê xwe bijî. Ev ji bo me kurdan xeteke sor û xaleke jêneger e.”
Heval Dilbihar bi domdarî ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Di pêşengiya Saziyên Zimanê Kurdî yên welatparêz de û bi piştgiriya hemû pêkhateyên Platforma Saziyên Demokratîk û gelê xwe wan ‘Komxebata Stratejî û Polîtîkayên Têkoşîna ji bo Kurdî’, 15 û 16’ê Cotmeha 2025an li bajarê Wanê bi beşdariyeke xurt li dar xist û bi awayekî serketî bi encam kir. Ev komxebat, beriya her tiştî, beyankirina wê îradeya stratejîk e ku zimanê Kurdî di qada giştî, perwerde, rêveberiyên xwecihî, siyaset, hiqûq, çapemenî, weşangerî, dîplomasî, bîr û bawerî, çand û wêje, jin, zarok, ciwan û di nava hemû qadên civakî de bigihije ast û statuya ku heq dike.”
Heval Dilbihar bi domdarî anî ziman ku di komxebatê de, ji bo diyarkirina stratejî û polîtîkayên têkoşîna ji bo zimanê Kurdî hemû pêkhateyên têkoşîna azadiya gelê Kurd, li ser qadên xwe yên têkoşîn û xebatê lêkolîn, nîqaş û pêşniyazên xwe parve kirine. Heval Dilbihar, li gorî van nîqaş, lêkolîn û pêşniyazan encamên ku derketine holê wiha rêz kir:
“*Divê hemû qad, sazî, partî, dezgeh û pêkhateyên ku li ser navê Kurdan pêşengiya têkoşîna azadiyê dikin, li ser bingeha stratejî û polîtîkayên xwe yên xweser ên ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî, bi hişmendiya ku azadiya zimanê Kurdî di destê me de ye, mekanîzmayên xwe yên pêwîst saz bikin; li gel xebatên navxweyî yên ji bo Kurdî, bi plansazî, bername û karnameyên şênber, tekûz û domdar li her wargeh û jîngeheke li Kurdistanê û li her dera ku Kurd lê dijîn xebatên xwe yên hişmendî, rêxistinbûyîn, sazîbûyîn û hîndekariyê bimeşînin. Di sêrî de pêşeng û rêveber, divê her Kurdek xwe wek berpirsyar, pêşeng û têkoşerekî/ê zimanê Kurdî bibîne û li gor wê tevbigere.
*Stratejiya zimanê Kurdî ne tenê polîtîkayeke çandî ye, di heman demê de bîrdoziyeke azadî, hebûn û xwebûnê ye. Rêveberiyên xwecihî hêza hilgir a vê îdeolojiyê ne. Ji ber vê yekê, polîtîkaya zimanî ji bo şaredariyan ne meseleyeke teknîkî ye, lê meseleyeke nasnameya siyasî û civakî ye. Her wiha, di ziman de israrkirin di nasnameyê de israrkirin e. Ji ber vê yekê, em ê di rêveberiyên xwecihî de vê israrê bidomînin û li gorî wê, xebatên kurdî hem di nava xwe de hem jî di nava civakê de bimeşînin.
*Zarok û ciwan siberoja me ne. Ji ber vê yekê, dê ji bo zarok û ciwanan polîtîka û bernameyên taybet bên danîn. Dê xebatên hayedarkirina malbatan bên kirin, her wiha ev xebat dê bi xebatên kreş, atolyeyên ziman, çand hwd. bên temam kirin. Dîsa, ji bo ku rê li ber bişaftina zarokan bê girtin, dê xebatên piralî yên li gor rastiya zarokên kurd bên meşandin.
*Jin weke avakarên civakîbûnê hem di veguhastina çandê, hem jî di hilberîna zimanî de xwedana rîsteke girîng in. Lewma ji bo parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî dê xebatên xwe yên taybet ên der barê stratejî û polîtîkayên zimanê Kurdî de diyar bikin, di her qada têkoşînê de pêşengtiya vê bikin û bi vê mebestê, li her gund, tax, navçe û bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê kom, komisyon, meclîs û mekanîzmayên cuda yên jinan ên zimanê Kurdî ava bikin.
*Ziman hevpeymaneke civakî ye ku ji bo tevahiya civakê zemîneke hevpar a jiyanî diafirîne. Ev zemîn jî bi hişmendiya hevpar tê avakirin, parastin û xurtkirin. Ev hişmendiya hevpar bi rêya çandê tê îfadekirin û wêje û huner jî encamên vê hişmendiya hevpar in. Li ser vê esasê, qadên çand, huner û wêjeyê dê bi afirîneriyeke xurt û hilberîn û çalakiyên cur bi cur di parastin û pêşvebirina Kurdî de rista xwe bi cih bînin.
*Ji bo ku zimanek hebûna xwe misoger bike û bi pêş ve here, pêwîstiya herî mezin bi perwerdeya bi zimanê dayikê heye. Wexta ku em perwerdeyê bi hemû bername, mifredat û avasaziya wê ve difikirin, ew li ser felsefe û hişmendiyeke jiyanî ya demokratîk ava dibe. Em ê bi hemû pêkhate û saziyên ziman û perwerdeyê re bername, mifredat û materyalên perwerdeyê yên pêwîst amade bikin û binesaziya van xebatan deynin. Ji bo ku Kurdî qada tenduristiyê jî tê de di hemû qadên giştî de bê bikaranîn têkoşîn û xebatên xwe xurtir bikin. Bi vê mebestê, em ê di hemû qadên giştî de binesaziya bikaranîna Kurdî ava bikin.
*Hêleke din a civaka Kurd rastiya wê ya koçberiyê ye; koçberî jî ne tenê dûrketina ji welatê xwe ye, her wiha gelek caran dûrketina ji ziman û rehên xwezayî yên civakê ye jî. Civaka Kurd bi saya serê xerê xweragiriya xwe kariye di warê koçberiyê de jî xwe li ser pêyan bigire û zimanê xwe biparêze. Di vê pêvajoyê de dem dema vegera li welat e li ser bingeheke ekolojîk û hevaheng bi xwezayî. Em ê vegerê û avakirina jiyana xwe ya li ser axa xwe bi zimanê xwe bikin.
*Qadeke bingehîn a parastina û pêşvebirina zimanê Kurdî qada bîr û baweriyê ye. Ji ber vê yekê di hewl dê bê dayîn ku hem li dijî hemû polîtîka û pêkanînên kurdîkuj têkoşîm bê meşandin, hem jî dinava civaka Kurd de têkoşîn û xebatên ji bo pêkanîna hemû bîr û baweriyan a bi kurdî bê meşandin.
*Çapemenî û weşangeriya Kurd di berbelavkirin û bi awayekî sîstematîk agahdarkirina rast a civaka kurd, xebitandina zimanê Kurdî de xwedî risteke girîng e. Xebatên çapemenî û weşangeriya Kurd di parastin, pêşvbirin û berbelavkirina kurdiyeke hevgirtî de, di amadekirin û weşandina çavkanî û materyalên hînkirina ziman û materyalên perwerdeyê de xwedî risteke sereke ne. Ji bo ku vê rîsta xwe bi cih bîne qada çapemenî û weşangeriyê dê ji niha pê ve di nava têkoşîn û xebatên gelek şênbertir û zêdetir de be.
*Di warê hiqûqa Kurdî de em niha di qonaxeke nû de ne. Xurtbûna Kurdî di warê hiqûqî de dê hem hişmendiya nasnameya Kurdan xurt bike, hem bibe qadeke parastin û pêşvebirina zimanê Kurdî, hem jî gihîştina dadmendiyê ji bo hemû civakê hêsantir bike. Xebatên hiqûqî yên bi Kurdî êdî ne ramanek e, ew hatîye wê astê ku pratîka wê mimkûn e.
*Ji bo ku hiqûqa bi Kurdî li hemû sazî û qadên giştî û civakî pêk bê dê têkoşîn û xebat bên xurtkirin. Xurtkirina lîteratûra hiqûqa kurdî êdî bi xebat, perwerde û biryardariyeke şênber mimkun e. Bi vê ve têkildar dê hewl û têkoşîn bê dayîn ku di hemû warên jiyanê de, nemaze di sazî, şaredarî, baro, qada siyasetê û medyayê de , lîteratûra hiqûqa kurdî bê bikaranîn; parêzer, siyasetmedar, rojnameger, rêvebir û xebatkarên hemû saziyên Kurd berpirsiyariya ji bo pêşketinê bi hev re hildin li ser milên xwe û pêk bînin.