Pêncşem, 25 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Pakêta darazê ya ku girtiyên siyasî tê de cih negirt hat qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Civîna komîsyonê: DEM Partî bal kişand ser ‘rapora berfireh’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gorî Kurtulmuş zêde dema Tirkiyeyê nîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Riha, Tokat û Osmaniyeyê binpêkirina mafên mirovan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dema kar a komîsyonê ji bo du mehan hate dirêjkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kanadayê qanûna koçberiyê tund dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Hunermendên Kurd ji bo mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ banga tevlîbûnê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê zexta li ser jîngehparêzan: Bav û kur hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê Şahîn Cîlo, Demhat Dirbêsiyê û Zinar Hesekê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê şehîd Evîn Goyî û hevrêyên wê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo şehîd Agir Serhed taziye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Parîsê li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TAJÊ: Em ê têkoşîna şehîdên Parîsê dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJAD: Komkujiya Parîsê berhemê polîtîkayên bêcezatiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji KJK’ê daxuyaniya têkildarî salvegera komkujiya Parîsê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên Jin: Ji bo parastina xelkên me em her tim amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyona Jinan a KNK’ê: Leyla Zana rûmeta gelê Kurd e, ne bi tenê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan qetilkirina Şêrîn Oso şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şêwekarên kantona Firatê: Em folklora Kurdî neqiş dikin û jiyan dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Konsera ‘Resîtala Netewî’ 2 roj man: Divê her kes beşdar bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner: Divê huner û sînema tevkariya pêvajoya aştiyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Leipzigê Festîval: “Muzakerevanê sereke Rêber Apo ye, em jê bawer in”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd a 1’emîn a Heidelbergê bi beşdariyeke xurt destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Huner bîr e, berxwedan e, bangeke kolektîf e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan welatiyek revand
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Konferansa Yekhelwestiyê: Ji Elewî û Durziyan peyama yekîtiyê
Rojava

Konferansa Yekhelwestiyê: Ji Elewî û Durziyan peyama yekîtiyê

Pêşengên Elewî û Durzî yên beşdarî Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn peyama yekîtî û piştevaniyê dan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tebax 2025 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi beşdariya nêzî 500 nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên siyasî, leşkerî û ewlehî û nûnerên ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dewam dike.

Ji bo konferansê serokê Meclisa Olî ya Meclisa Îslamî ya Elewî ya Bilind a Sûriye û Dîasporê şêx Xezal Xezal û serokê rûhanî yê Civaka Mislmanên Miwehidîn (Durzî) şêx Hikmet El Hicrî peyamên bi dîmen şandin. Di peyaman de piştgiriya ji armancên konferansê û girîngiya yekitiyê ji bo rûbirûbûna zehmetiyan hate nîşandan.

Di peyama bidîmen a ji bo konferansê de şêx Xezal Xezal got: “Em vê konferansê pîroz dikin. Ev konferans ji bo tevahî gelê Sûriyeyê ye. Pêdiviya rûbirûbûna zilmê û cudakariya ku dilê me tevan şewitandiye, bi yekrêziyê heye.”

 

Xezal got: “Fikra tarî sûriyeyî li dijî hev rakirin, rûmet binpê kirin û tiştên pîroz talan kirin. Me li peravê bûyerên biêş dîtin û hîna jî didomin. Piştre Dêra Mar Ilyas teqandin û li dijî Siwêdayê êriş dan destpêkirin. Tiştên li dijî Kurdan hatine kirin em ji bîr nakin. Xwîn yek e, kiryar yek e û sivîlan berdêla giran da.”

Di berdewama axaftina xwe de Xezal ev tişt anî ziman: “Bêyî çareseriyeke siyasî ku mafên tevahî pêkhateyan misoger bike, siberojeke ewle pêk nayê. Em bawer in ku maf di xwegihandina li nenavendîtî yan jî federaliyê de ye ku taybetmendiyên olî, çandî û cihê her pêkhateyeke diparêze.”

Şêx Xezal di dawiyê de got: “Em dewleteke laîk ku olê ji siyasetê cuda bike, dixwazin. Ji bo ku xwînrijandin û şer werin sekinandin, em destekê didin hev. Divê em bi lez, bi hev re û bi berpirsyarî bixebitin, da ku xwe bigihînin rêya azadî û edaletê. Ew rê wê Sûriyeyeke layiqî xelkê wê ava bike.”

Şêx Hikmet El Hicrî di peyama xwe de got: “Ey xwişk û bira, em di demekê de ne ku zehmetî zêde ne. Em îro di vê kombûnê de balê dikişînin ser wê yekê ku em piştrast bikin ku yekhelwestiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiva qîrînên gel e ku şer ew westandiye.”

El Hicrî di dawiyê de got: “Em li kêleka xwişk û birayên xwe yên ji tevahî pêkhateyên Sûriyeyê disekinin û piştrast dikin ku pirrengî ne gef e, lê dewlemendî ye ku yekitiya me xurt dike û hevkariye ku siberoja me ava dike. Bila ev konferans bibe destpêka rêyeke nû ya xurtkirina mirovan di welatekî de ku bi mezheban neyê pîvandin.”

Konferansa bi axaftinên nûnerên pêkhateyan didome.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Bêyî jinan Sûriyeyek nû nabe’
Nûçeya Pişt re Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo ‘Sûriyeyek nû’ bûn yek deng
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li ser Mehmet Saît Yildirim cezayê darvekirinê tê pêkanîn

Mehmet Saît Yildirim ê 74 salî ku zêdetirî 30 sal in di girtîgehê de ye…

Ji aliyê Stêrk TV

Girtiyên siyasî: Newroza Amedê, beyana îradeyê ye

Li Amedê bi sed hezaran kes di Newrozê de hatin ba hev. Di şahiyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Bîlançoya keraseta lehiyê ya li Brezîlyayê giran dibe

Li başûrê Brezîlyayê keraseta lehiyê ya ku rû dabû, di dawiya hefteyê de bi lêkirina…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Xezal: Nenavedîbûn rêya derketina Sûriyeyê ji kaosê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dêrazorê 6 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li derdora Bendeva Tişrînê bi dronê êrîşî maleke kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li 11 navendên Cizîrê êrîşa Şamê ya li dijî Pakrewangeha Şehîdan hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?