Çarşem, 1 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baregeha artêşa Tirk a li Bamernê bi dronan hat hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 846 kes binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo qonaxa duyemîn divê teqwîmek bê diyarkirin û eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Girtîgeha Dûmlûyê tecrîda girankirî heye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Çareseriya entegrasyona demokratîk nêzîkatiya li ser bingeha civakê ji xwe re dike esas

    Ji aliyê Stêrk TV

    Altan: Girseya Newrozê wê veguhere hêza rêxistinbûyî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK’ê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Projeya Neteweyî banga konferansê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo li Qerejdaxê dar hatin çandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Ekolojiyê ya Rihayê nerazîbûnên xwe nîşanî tehrîbata li Şirnexê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojbûna Rêber Apo li Şengalê bi çandina daran hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li nêzî Balafirgeha Hewlêrê teqîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Koye mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin wê di 4’ê Nîsanê de li ser aştiyê biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Tirkiyeyî hîn jî zexta li jinên Kurd tê kirin nabînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rûniştina dozê ya Ayşe Gokkan carek din taloq bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Trîbunala Jinê ya 2026 li Brukselê destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî dîlgirtina li Dêrazorê jinûve li nava refên têkoşînê ye: Serbilind û xurt im

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bergeke din a parêznameyên Rêber Apo bi Fransî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ehmed Huseynî helbestvanek ku li ser şopa Cegerxwîn bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên Rojava li Çemçemalê hêjayî xelatên rûmetê hatin dîtin 

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KONGRA GEL: Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê helwesta we çi ye?
Kurdistan

KONGRA GEL: Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê helwesta we çi ye?

KONGRA GEL diyar kir ku ji ber xiyaneta PDK'ê dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê derbasî asta herî bilind bûye û pirsa 'Li hemberî xiyanet û dagirkeriyê helwesta we çi ye?' li hemû hêzan kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 5. Tebax 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL têkildarî asta dagirkeriyê ya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriyê re daxuyaniyek weşand.

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL di destpêka daxuyaniya xwe de got, “Gelê me li çar perçeyên Kurdistanê ji bo azadî û demokrasiyê tekoşîneke mezin dimeşîne. Her çar dewletên dagirker ên li Kurdistanê jî di heman demê de di nav qeyraneke mezin de ne. 

Di vê pêvajoya şerê cîhanê ya sêyemîn de di gelek deverên cîhanê û bi taybetî jî li Rojhilata Navîn şer û qeyran her diçe mezin dibe. Ev rewş bi giştî li ser çar dewletên dagirkerên Kurdistanê bandor dike.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku dewleta Tirk ji ber têkoşîna azadiyê ya ku 50 sal e bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin neçar maye û hate gotin, “Bi taybetî jî piştî têkçûna DAÎŞ’ê û serketina Rojava, ev 10 sal e dewleta Tirk di sê parçeyên Kurdistanê li hemberî gelê Kurd û gerîla şerekî qirêj dimeşîne. Dewleta faşîst ji bo serketinê konsepteke taybet amade kir û bi hemû derfetên xwe seferber bû. Lê belê li hember gerîlayên azadiyê ser neket. Di şer de israr û serneketin, di Tirkiyê de pergala aboriyê jî têk bir. Dewleta Tirk di nav vê sedsalê de bi rengê herî mezin şikiya ye.

‘TI WELATAN QEBÛL NEKIR, TENÊ MALBATA BARZANÎ XIZMETA JI BO DEWLETA TIRK QEBÛL KIRIYE’

Ji ber vê yekê jî baweriya dewleta Tirk a ku bi tenê hêza xwe di vî şerê qirêj de serbikeve nemaye. Ji ber vê yekê ye ku ji bo alîkarî bistînin, li gelek welatan serlêdan kirin. Lê belê gor pêwîstiyên xwe encam negirtin. Tenê malbata Barzanî bi hemû derfetên xwe xizmeta dewleta Tirk qebûl kiriye. Niha bi pêşengtiya malbata Barzanî, başûrê Kurdistanê wek herêmeke girêdayî dewleta Tirk, gav bi gav tê dagirkirinê. 

Dewleta Tirk bi pêşengtiya malbata Barzanî gundên başûr bombebaran dike, hasilên wan dişewîtine, gundiyan dikuje, koçber dike û xwe di herêmê de cîh dike. 

Dewleta Tirk dagirkerê xaka Kurdistanê ya herî mezin e. Yanî neyarê gelê Kurd ya herî mezin e. Wek netewe hebûna gelê Kurd qebûl nake. Di asta herî jor de neyartiya xwe dike. Lê belê neyartiya xwe bi tenê serê xwe nikare bike. Bi alîkariya malbata Barzaniya neyartiya gelê Kurd dike.”

Daxuyaniya KONGRA GEL bi vî rengî dewam kir:

“Eger dewleta Tirk bi ser bikeve, di çar parçeyên Kurdistanê de ‘Kurdê azad’ wê winda bike. Li başûr jî wek ‘Kurdê noker’ tenê malbata Barzanî yê qezenç bike. ‘Kurdê noker’ di nav gelê Kurd de wek ‘cehş’ tê naskirin. Di destpêkê heta niha di têkoşîna malbata Barzaniyan de her tim û her tişt ji bo desthilatdariya malbatê çêbûye. Desthilatdariya neteweyî û yekîtiya neteweyî hîç nebûye hedefa esasî. Di bingeha tevahî pirsgirêkên di navbera partî û rêxistinên Kurd de hatî jiyankirinê de ev zîhniyeta malbatî sedemê sereke ye.

Îro jî di bingeha tifaqa dewleta Tirk, DAÎŞ û malbata Barzanî de dîsa heman zihniyet heye. Zîhniyeta ku di sala 1968’an de li ser şoreşgerên rojhilatê Kurdistanê li gel Şahê Îranê bazarî çêkirin, di sala 1971’an de li ser Dr. Şivan û hevalên wî li gel dewleta Tirk bazarî çêkirin, di sala 1996’an de ji bo girtina Hewlêrê li gel Saddam bazarî çêkirin û ya îro jî heman zîhniyet e. 

‘JI BER BÊDENGIYÊ XIYANET EWQASÎ MEZIN BÛYE KU JI XIYANETÊ JÎ DERBAS KIRIYE’

Li hemû cîhanê ev siyaset wek xiyanet tê naskirin û li hember wî helwest tê girtin û têkoşîneke neteweyî û civakî tê meşandine. Mixabin li Kurdistanê li hemberî xiyaneta malbata Barzaniyan bêdengiyek mezin heye. Ji ber vê bêdengiyê xiyanet ewqas mezin bûye ku ji xiyanetê jî derbas kiriye.

Ji bo gelê çar parçeyên Kurdistanê xeteriya herî mezin jî ev e. Ji ber vê bêdengiyê xiyeneta malbata Barzaniyan gihîştiye lutkeya herî jor. Niha li başûrê Kurdistanê hemû cihê lê desthilatdarin teslîmê dewleta Tirkan dikin.

Di vê pêvajoya ku malbata Barzaniyan başûrê Kurdistanê pêşkêşî dewleta Tirk dikin, li bakûrê Kurdistanê jî êrişa dewleta Tirka gêhiştiye asta herî jor. Li derveyî êrişên li ser zindanan, li ser partiya siyasî û gelê Kurd dikin, niha jî li ser çand, ziman, hetta dawet û dîlanên gelê Kurd re êriş û neyartiyê di herî asta jor de dikin. 

Heman siyaset û êrişên dewleta Tirkan, li ser Rojava û bi giştî li ser tevahî destketên gêlê Kurd ên çar perçeyên Kurdistanê her tim berdewame.”

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL di dawiay daxuyaniyê de bangeke bi vî rengî li gelê Kurd kir:

“Êdî dem hatiye, bi berxwedana gerîla û ya gelê me em dikarin rejîma faşist a dewleta Tirk têk bibin. Şert û mercên serketinê çêbûye. Bi têkçûna rejîma faşist a dewleta Tirk him di çar perçeyên Kurdistanê de ji bo ‘Kurdê azad’ çareseriya siyasî him jî bo yekîtiya neteweya demokratik zemîn çêdibe.

‘TIRS JI MIRINÊ XERABTIR E, BÊDENGIYA LI HEMBERÎ XIYANET Û DAGIRKERIYÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’

Lê belê ji bo serketinê li hemberî xiyanet û dagirkeriyê pêwîstiya bilindkirina têkoşînê heye. Pêwîstiya şikestina bêdengiya li hemberî xiyanetê heye. Tirs ji mirinê xiraptir e. Bêdengiya îro bi hîç tu awayî nayê qebulkirin. 

Em bang dikin ji bo hemû partiyên siyasî, rêxistinên medenî, rewşenbîr, hûnermend, pêkhateyên civakî re:

Dîrok û gel Wê ji her kesî pirs bike: ‘Ka bêjin li hemberî xiyanet û dagirkeriyê we çi kir?’.

Ji bo ku bersîva vê pirsê erênî bidin pêwîste herkes li hemberî xiyaneta malbata Barzaniyan û dagirkeriya dewleta Tirk helwest bigre, deng û tÊkoşîna xwe bilind bike.

Bi rastî jî bi berxwedana Rêber Apo û gerîlayên fedayiyên Kurdistanê, ji bo têkçûna xiyanet û dagirkeriyê şert û mercên dîrokî çêbûne. Dewleta Tirk û malbata Barzaniyan her du jî pir tengav in. Ew qasî tengav in ku muhtacî herkesî ne. Em wekî gel û dostên me dikarin tifaqa Tirk, Barzanî û DAÎŞ’ê, bikin zemînê serketinê ya vê dema dîrokî.

Ji bo bilindkirina tekoşîna dijî tifaqa dagirkerî û xiyanetê, em ji gelên Kurdistanê û dostên xwe re dibêjin, dem dema serketinê ye, dem dema xwedî derketina berxwedana Rêber Apo û gerîla ye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Zapê dagirkerek hate cezakirin
Nûçeya Pişt re Li başûrê Lubnanê êrîşên beramber dewam dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Metirsî heye ku dengê hunermenda girtî Nûdem Dûrak bikeve!

Rewşa tenduristiyê ya Nûdem Dûrak nebaş dibe, ku ji ber stranên xwe yên Kurdî hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Emîne Şenyaşar: Kurê min berde Erdogan!

Çalakiya Nobeta Edeletê ya Emîne Şenyaşar di roja 118’emîn de bi tevlêbûna gelek kesî bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Dewleta Tirk li Şêrawayê kesek qetil kir

Di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser navçeya Şêrawayê de kesek hat…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Abdî û Parêzgarê Hesekê, Cejna Ekîto pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Êrîşên DYE û Îsraîlê li ser Îranê berdewam dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê darvekirina girtiyên siyasî şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komîteya Projeya Neteweyî banga konferansê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?