Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA-GEL rojbûna 77’emîn a Rêber Apo bi peyamekê pîroz kir û silav, rêz û hezkirinên xwe pêşkêş kir.
Peyama KONGRA-GEL bi vî rengî dewam kir:
“Rojbûna Rêber Apo di serî de ji bo gelê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn, mirovahiya pêşketî û hemû hevalên Apogerî pîroz be. Ev heman demê de rojbûna Kurdên azad e, rojbûna jina azad e, rojbûna aqlê mezin û stratejîk ji bo gelê Kurd e.
Ji ber vê yekê jî 4’ê Nîsana 1949’an, ji bo dîroka Kurdistanê, ji bo civaka gelên Kurdistanê, li ser bingeha azadiyê destpêka mîlada guherîn û veguherînê ye.
Li ser bingeha Manîfestoya Azadiyê wek xeteke sêyemîn nêrînên Rêber Apo, hemû pirsgirêkên civakî û neteweyî re bû projeya çareseriyê, bûye şoreşa jin a azad.
Modernîteya Kapîtalîst bi şerê cîhanê sêyemîn, di Rojhilata Navîn de bi şerê mezheb û netewan di navbera gelan de qiyametê çêdike.
Li hemberî vê qiyametê, nirxê bangawaziya aştî û civaka demokratîk a Rêber Apo, pêwîste ji aliyê herkesî ve baş bê fêmkirin. Ji bo çareseriyên pirsgirêkan, ji bo aştî û demokrasiya nav gelan, xeta sêyemîn ya Rêber Apo tek çare ye. Li ser vî esasî ji bo aştî û demokrasiya gelan, pêwîste ji bo azadiya Rêber Apo gav bê avêtin.
Îsal di hemû qadên pîrozbahiyên Newrozê de, gelê me ji bo azadiya Rêber Apo helwesta xwe diyar kir. Li ser vî esasî em dikarin bêjin ku Newroz ji bo Rêber Apo bû referanduma azadiyê.
Di Newrozê de daxwaziya gelê me, nexşe rêya xebatên me yên îsal e.
Ji ber vê yekê jî em dibêjin sala 2026, sala azadiya Rêber Apo ye. Azadiya Rêber Apo, azadiya gelê me ye, serketina pêvajoya aştî û civaka demokratik e, avakirina xuşk û biratiyan gelan e.
Li ser vî esasî em car din rojbûna Rêber Apo ji bo gelê me û hemû hevalan re pîroz dikin. Bang dikin ku di hemû herêman de bi ruhê Newrozê rojbûna Rêber Apo bi girseyî bête pîrozkirin.”

