În, 5 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Ji bo serketina pêvajoyê, hemû hewldanên xwe raber dikim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di komîsyonê de daxwazên ‘qeyûm’, ‘TMK’ û ‘hemwelatiya wekhev’ hatin kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Divê girtekên Îmraliyê werin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîsyon derbasî qonaxa amadekirina raporê bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mûşê sersaxiya şehîd Sînan Can bi girseyî hate ziyaretkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Makûyê di êrîşa dewleta Tirk de kolberek din hate qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Merwan Bedel li Şengalê hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ciwanekî li Lacanê birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aryen Arê mîna kelehekê bû; xwe li rêgezên azadiyê razandibû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bertek nîşanî biryara domandina girtina Akiş dan: Darbeya li îradeya gel didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Înîsiyatîfa Jinên Kurd a Ewropayê dê konferansek lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê jinan li ser dîroka felsefeyê nîqaş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komunên jinên Kurd li Elmanyayê kampa sê rojan li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Suryan: Jin wê mîrateya me ya çandî bigihînin paşerojê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevrêya timî ava dike, diafirîne: Şîlan Kobanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya hûnermend Rotînda derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolektîfa Saza Êzî stranên Zembilfiroş û Lavij ê Pîrê diyarî Rêber Apo kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Aix-en-Provenceyê ji bo konsera ‘Hebûn û Azadî’ eleqeyek mezin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Fîlmên Kurd a Hambûrgê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Schuch: Li pêşberî karên li Rojava matmayî mam

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Hêzên hikumeta veguhêz careke din êrîşî Dêr Hafirê kir
Li Helebê êrîş: 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Kongra Star, banga xurtkirina têkoşîna hevpar kir
Jin

Kongra Star, banga xurtkirina têkoşîna hevpar kir

Kongra Star bi wesîleyê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê tevahî jinên têkoşîna azadiyê didin silav kir û got, “Li hemberî vê pergala xetimandî êdî pêwîstî bi têkoşîneke zanistî, rêxistinkirî, hevgirtî û parastina jinan û mirovahiyê heye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2025 Dema xwendinê: 9 dq.
Parvekirin

Kongra Star bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Kongra Star, tevahiya jinên ku têkoşîna azadiyê didin ji girtîgehan heta çiyayên azad, ji xebatên civakî heta xebatên zanistî û xweparastinê silav kir û got, “Em berxwedana rûmetê ya Bendava Tişrîn ku ji nû ve dîrok nivîsand bi coşa 8’ê Adarê silav dikin.”

Daxuyaniya Kongra Star bi vî rengî ye:

“Têkoşîna me ya jina azad ji dîroka kevnar ve heya roja îro bê navber didome. Ji Rosa Luxsemburg heya Sakîne Cansiz, ji Viyan soran heya Jîna Emînî, Şêrîn Elemhurî û Hêva Erebo têkoşîn berdewam dike. Li Rojava Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dema ku em pêşengiya şoreşa jinan û xweparastina şoreşa xwe dikin, hevalên pêşengtiya şoreşa azadî û wekheviyê dikin mîna Kerem Şihab, Menîce Heyder Cîhan Bîlgîn, Zozan Hemo, Hezna Ebdî, Mizgîn Qamşilo, Qemer, Hêza Kobanê, Ronahî Yekta, Jînda Kobanê, Dîlan Şoreş û fermandar Arjîn Kobanê di êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wan de hatin hedefgirtin. Di şexsê hevrêyên me yên dozê de em hemû şehîdan bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesret û armanca wan a azadiye  bi cîh bînin.

Em bi hezkirin û hesret Rêber APO silav dikin. Em bi coş û kelecan 8’ê Aderê careke din ji qadên şoreşa jin li Rêber Apo pîroz dikin. Em bi hemû hêz û hebûna xwe tevlî banga dîrokî ya Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk dibin. Em weke rêxstina Kongra Star, destnîşan dikin ku ji bo çareseriyê divê Rêber Apo di aliyê fîzîkî de azad bibe. Rêber Apo bi banga xwe li Kurdistanê û Rojhilata navîn heta dawî derî vekir. Ev banga dîrokî bû zemîna herî xurt a çareseriya sedsalê û her wiha pirsgirêka azadiya jinan misoger dike, xwedî derketina jinan a li pêvajoyê mijarê hebûnê ye.

Ev meşa dirêj a têkoşînê îro şax berdaya her aliyê cihanê, Rêber Apo bi diyarkirina pîvanên azadiyê re rê li cîhaneke ji dervî cîhan û hişmendiya olperst, netewperest, zayendîperest ji bo jinan û gelan her wiha ji bo mirovahiyê afirandiye. Dibin şert û mercên giran Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê paradîgmaya demokratîk, Ekolojîk û Azadiya jinê pêş xist. Ev paradîgma êdî ne teorî ne jî tenê gotin, bi jiyanî, civakî, siyasî, bi modêla îradeya azad hemû rengên civakê xwe bi xwe rêxistin dike, jiyana azad û wekhev di nava jinan û gelan de bi alternatîf pêk hat.

DIXWAZIN HEBÛNA JINAN TUNE BIKIN

Di vê pêvajoyê de li seranserî qadên têkoşîna jina azad em dibînin ku şer, dagirkerî, koçberî, şîdet, hejarî, qirkirina xwezayê li her derê  derdikeve pêşberî me. Li Kurdistanê ev rastî bi sûîkastî, polîtîkayên qirkirina siyasî, qirkirina jinan, tacîz û destdirêjî û her wiha darvekirina jinan û zewaca temen biçûk li ser jinan xwe dide der. Ev pergala modernîteya kapîtalîst û zihniyeta serdest a mêr,bi hişmendiya planên dewleta Tirk a dagirker tê pêkanîn. Li her derê cîhanê jin li hemberî neheqiyê, li hember serdestiya mêr û pergala desthilatdar serî radikin û têkoşîn dikin.

Her ku asta têkoşîna jinan bilind dibe, asta zanabûna bi zanista jin xurt dibe. Çand û felsefeya ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ li her derê tê runiştandin, şiyarbûn û zanabûna jinan her ku pêş dikeve civak jî pêre şiyar û zana dibe, ev bi pêşengitiya şoreşa jin bandora xwe li tevahî civakê kir. Ev jî dide nîşandan ku bandora têkoşîna jinê çiqasî gerdûnî bibe ewqasî JIN, JIYAN AZADÎ bi serdikeve. Li hemberî vê pergala xetimandî êdî pêwîstî bi têkoşîneke zanistî, rêxistinkirî, hevgirtî û parastina jinan û mirovahiyê heye. 

Ji nû ve avakirina Sûriyeyê di rojevê de ye. Nexşeya Rojhilata Navîn ji nû ve tên xêzkirin, di vê pêvajoyê de komara Sûriyeyê bi rengekî îradeya jinê nebîne hate avakirin. Niha jî bi HTŞ’ê re tabloyek hîn xetertir derdikeve holê. Em dibînin ji aliyekî sûcên giran weke girtin, tundî, kuştin, bi paçê reş li jinan ferzkirin rêbazên ku nefesê li jinan teng dikin didin meşandin. Her wiha li aliyê din li ser jinan û malbatên di heremên di bin dagirkeriya Dewleta Tirk de mîna Serê Kaniyê, Efrîn û Grê Sipî, Bab, Cereblûs  kiryarên şer pêk tînin.

JI BO ŞOREŞÊ Û BIHARA AZADIYÊ Jin bi vîn xwe, bi serhildana xwe, bi pîvanên redkirinê, bi zanabûna jiyana azad û bi konfedralîzma demokratîk re modêla çareseriyê pêşkêş dike û bi avakirina wê re jiyanê mîna biharê zindî û ronî dike. 

Bi wesîleya 8’ê Adarê em bang li hemû jinên wêrek ên li qadên azadiyê, her wiha bang li jinên dildarên azadiyê li tevahî bajarên Sûriyeyê dikin ku ji bo pêkhatina Sûriyeke demokratîk, nenavendî û avakirina siberojek ku jin jî biryar tê de bide, têkoşîna hevpar pêk bînin. Em bang li hemû jinan dikin ku bi coşa 8’ê Adarê bi hêza xwe em tevlî banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk a xwe dispêre azadiya jinan bibin. Werin em bi yekîtî û hevgirtina xwe 8’ê Adarê li qadên jina azad pîroz bikin.

Em weke Kongra Star li ser bingeha baweriya me bi mafên jinan û pêwîstiya beşdarbûna wê di avakirina siberoja Sûriyê de, bi boneya 8’ê Adarê em balê dikişînin ser van xalan: 

Li ser banga dîrokî ya Rêber Apo ya Aştî û civaka demokratîk em ê di Rojava û Sûriyeyê de têkoşîna xwe xurt bikin û ji bo banga dîrokî pêşengtî bikin.

Bilindkirina têkoşînê ji bo azadiya hemû jinên Sûriyeyê.

Di nûde avakirina Sûriyeyê de, Sûriyek demokratîk pirrengî nenavendî û cihêrengiya çandî, zimanî û olî berz bike, bi awayekî ku hevsengiyê di navbera herêmên cuda û civakên xwecihî de pêk bîne, bi destên jinan bê avakirin.

Di destûrê de misogerkirina mafê jinan, em daxwaza nivîsandina destûreke nû ji bo Sûriyê dikin ku mafên jinan bi awayekî zelal û eşkere garantî bike û wekheviya maf û erkên wan bê cudahî misoger bike.

Ji bo avakirna civakek demokratîk, wekhev li ser esasê pergala konfederal a jinan xwe birêxstin bikin.

Em bang dikin ku sîstemeke ku di hemû saziyên qanûndanîn, rêveberî û dadwerî de ji sedî 50 beşdarbûna jinan misoger bike bê qebûlkirin.

Tevlîbûna jinan di pêvajoya siyasî de, pêvajoyên siyasî yên ku tevlîbûna jin a aktîf di nava xwe de nehewîna bi rengekî bandor wê pêvajoyek îflaskirî be beriya ku destpê bike, lewma em tekez dikin li ser girîngiya temsîl kirineke jin di tevahî qonaxên siyasî de, ji danûstandin heta pêkanînê û misogerkirina hebûna deng daxwazên jinan beşeke bingehîn a çareseriya siyasî bin

Di parastina destkeftiyan de xurtkirina rola jinan, mafê wan e ku destkeftiyên bi dest ketine biparêzin em banga piştgiriyê ji bo Yekîneyên Parastina Jin(YPJ) ên parastina nirxên azadî û demokrasiyê dikin.

Divê gelên Sûriyeyê biryara siberoja Sûriyê bidin, îradeya ku jin çawa dixwazin jiyan bikin girêdayî jinan be.

Pergala xweseriya demokratîk a di çarçoveya konfedralîzma demokratîk de sîstema Hevserokatî yek ji mekanîzama esasî ya avakirina wekhevî û çareseriyê, lewma ji bo sîstemeke demokratîk modêla herî guncave ji bo jin û civak bibin xwedî vîn û biryar di tevahî Sûriye de sîstema Hevserokatiye.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KBDH’ê ji bo mezinkirina berxwedana jinan bang kir
Nûçeya Pişt re ‘Ji bo me her roj mîna 8’ê Adarê ye’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Yasaya Efûya Giştî binpêkirina Destûra Bingehîn a Iraqê û rêgezên hiqûqî ye’

Civaka Êzidî di peyama xwe ya ji bo ‘Civîna Başûr ya ji bo pêşeroja Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser ji bo koçberên vedigerin maseya krîzê ava kir

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo koçberên ji ber êrîşên Îsraîlê…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 16’Ê ÎLONA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Komên girêdayî Şamê êrîşî du gundên Dêr Hafirê kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partiyê xwest ku tevahiya girtekê bê parvekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Nûnerên ji Başûr jî wê beşdarî Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk bibin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Tora 8’ê Adarê: Di 11 mehên dawî de 53 jin li Başûr hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?