Piştî êrişên çeteyên dewleta Tirk û hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên li ser herêmên Meskene û Dêr Hafir ên Helebê, konvoyeke leşkerî ya ji yekîneyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Koalîsyona Navneteweyî ji xeta Meskeneyê derbas bû û gihîşt Dêr Hafirê.
Çeteyên hikumeta veguhêz ên piştgiriyê ji dewleta Tirk werdigirin, vê sibehê bombardûmaneke giran li bajarê Dêr Hafirê û derdofra gundên Resem El Îmam, El Keyariya û Resem El Kirûm kirin.

