Bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên li Lubnanê bi meşeke girseyî piştgirî da berxwedana Rojava û qirkirina li dijî gelê Kurd şermezar kir.
Meş ji Pira Kola heta bi navenda ESCWA ya NYˊyê ya li paytexta Beyrûtê ve dest pê kir. Çalakvanan pankat û wêneyên komkujiyên li herêmê pêk hatine hildan.
Li pêşiya navendê meş vegerî mitîngê, nûnerên ji Rêveberiya Xweser û PYDˊê axivîn. Axêveran got divê êriş rawestin û civaka navneteweyî berpirsiyariya parastina welatiyan rake.
Çalakî bi daxuyaniyekê ji hêla Kurdistaniyan ve bi dawî bû. Di daxuyaniyê de êrişên hevbeş ên hikumeta demkî û dewleta Tirk a dagirker hatin şermezarkirin û banga demildest a rawestandina êrişan hat kirin.
Di dawiyê de şandeyek ji Weqfa Çandî û Civakî ya Newrozê ya Lubanê û nûnerê Rêveberiya Xweser peyamek radestî cîgira NYˊyê ya li Lubnanê Şadiya Ebdullah kir, da ku daxwazên gelê Kurd ji civînên navneteweyî re veguhêze.

