Ji bo piştgiriya xwepêşandan û serhildanên gelên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, li Osloyê paytexta welatê Norwêcê, bi beşdariya zêdetir hezar ji Kurdistanî û dostên wan, miting û meşeke girseyî hat li dar xistin.
Di çalakiyê de alên PJAK, Kurdistan, Rojavayê Kurdistanê, YPG, YPJ û hejmarek ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatin bilindkirin. Di meşê de bi berdewamî dirûşmên “Bijî berxwedane Rojhilat”, “Jin Jiyan Azadî”, “Na ji bo dîktator û erê jibo Azadî” hatin berzkirin.
Di çalakiyê de peyama aliyên siyasî ya Rojhilatê Kurdistan û tevgera Belûcistan, herwiha Seroka şaredariya bajarê Osloyê Anne Lindboe hatin xwendin û piştevaniya xwe ji bo daxwazên gelên Îran û Rojhilatê Kurdistanê anîn ziman.

