Xebat Rizgar (Yûnûs Balkaş) di 10’ê Hezîrana 1996’an de li navçeya Licê ya Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Zarokatiya wî li nava wan kolanên teng derbas bû; 6 salan çû dibistanê lê belê jiyanê zû ders da wî. Ruhê wî yê serhildêr ku li nava çarçoveyên teng nedihat ragirtin, di 1’ê Çileya 2014’an de bi tevlîbûna li nava refên azadiyê zincîr qetand. Bahoza di dilê wî de wê rojê êdî bilind bû ku pêşî lê nedihat girtin.
Li hemberî êrişên tarîtiya DAÎŞ’ê ji bo parastina gelê xwe di sala 2015’an de ji çiyayên Heftanînê berê xwe da Rojava. Li refên herî pêş beşdarî pêngavên berxwedanê yên li gundên Kobanê bû. Heman salê li Sirînê ji lingê xwe birîndar bû, bû gazî. Li gel lingekî xwe jî xwe ji têkoşînê neda alî; berevajî vê eykê êşa wî biryardariya wî hîn zêde kir. Heta sala 2021’ê li herêma Firatê, piştre jî li Amûdê û Qamişloyê sê salan bê navber têkoşiya. Li her eniyê di her nobedê de bi rûmeta gelê xwe rabû; dema ku hevrêyên xwe spart axê jî navê wan li dilê xwe nivîsand.
Sala 2024’an dema ku êrişên çeteyan ên li ser Minbicê destpê kirin, ji yekîneya xwe fîrar kir û berê xwe da eniyê. Piştî 10 salan careke din li eniyên Kobanê têkoşiya. Piştî ku demekê lê ma hat herêma Cizîrê û zanîbû ku hewldaneke êrişa berfireh li ser eniya Dêr Hafirê heye, lewma bi israr berê xwe da wê eniyê. Çend saet beriya ku şehîd bikeve min ew bi rê kiribû. Bi henekên wî, bi gotinên wî, bi serhildêriya di çavên wî de… Kenê wî yê dawî hîn jî di dilê min de ye. Min ji bîr nekiriye, ez ê ji bîr nekim.
Roj hat tevlî perwerdeyê bû, roj hat perwerde da, bû fermandar û şervan gihand. Agahî bi têgihiştinê xemiland. Azadî ji bo wî negotineke seranser bû; ew heqîqetek bû ku divê di oxira wê de berdêl bê dayin û bê jiyîn. Yekî welê bû ku timî li pêş bû, wezîfeya herî zehmet hildigirt ser milê xwe û bi hestên herî kûr bi bêdengî bi cih dianî. Ji derve ve hişk û gelek caran bêdeng dihate dîtin; bi şevê weke findekê ji kûrahî ve dişewitî. Şîna hevrêyên xwe girê dida, ji bo navên wan ji bîr neke li dilê xwe dineqişand.
Serhildêriya wî ji ber wê bû ku li ber dijmin radibû. Lê belê ev yek ne tenê serhildanek bû, bangek bû: Ev têkoşîn ne tenê bi çekê divê ji dil bê meşandin.
Û dilekî bi vî rengî 18’ê Sibata 2025’an li Dêr Hafirê beriya ku roj biçe ava bû hedefa balafireke keşfê. Wê kêliyê ne tene bedenek ket; wî navê xwe li vê xakê, li paşeroja vî gelî heta bi hetayê nivîsand. Niha ba li çiyê û deştê navê wî vedibêje: Xebat
Dilekî serhildêr, wêrek, bi hest, birîndar lê têk naçe…
Şehîd namirin.

