Duşem, 16 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Civîna 6’an a koma nivîsandinê bi dawî bû: ‘Xebat dewam dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberê bajarê Rihayê yê DEM Partiyê Aslan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Dayika Aştiyê Berfîn Saîn jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokeşîrên Şengalê: Her cûre leşkerîkirin û ferzkirina şer a li ser Şengalê red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranye li ser Roja Zimanê Dayikê semîner hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran kongreya xwe lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê banga ji bo ‘Murşîtpinar’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora TJA’yê: Êrîşên li ser Rojava mîmariya tundiyeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li 3 bajaran çalakî: Bila girtiyên nexweş bên berdan
Rojane

Li 3 bajaran çalakî: Bila girtiyên nexweş bên berdan

Ji bo berdana girtiyên nexweş Leyla Aygun, Hanîfe Arslan û Abdulhalîm Kaya, li Stenbol, Enqere û Îzmîrê bang hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 13. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Komîsyonên girtîgehan ên ÎHD’ê li Enqere, Stenbol û Îzmîrê ji bo balê bikişînin rewşa girtiyên nexweş, çalakî li dar xistin û xwestin girtiyên nexweş bên berdan.   

ENQERE

Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî li Stenbol û Enqereyê daxuyani dan çapemeniyê û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Endamên Înîsiyatifê xwestin Leyla Aygun a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê û Hanife Arslan a 80 salî ku li Girtîgeha Wanê girtî ye serbest bên berdan.  

Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî, bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 514’an de çalakî pêk anîn. Endamên înîsiyatifê li pêş Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê kom bûn. Endamên Înîsiyatifê bal kişandin ser rewşa  Leyla Aygun a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Endama Lijneya Navendî ya ÎHD’ê Nuray Çevirmen axivî û wiha got: “Aygun beriya bê girtin ji pêsîrê xwe ememiyat bû.

Aygun ji ber nexweşiya xwe dermankirina tîrêjan didît. Lê piştî 1 sal û 9 meh cezayê wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat xerakirin, di adarê de hat girtin û dermankirina wê nîvco ma. Dê tedawiya Kemoterapî bidîtaya. Nû dest bi dermankirinê kiribû. Lê hat girtin. Ji ber hat girtin dest bi dermankirina kemoterapi nekir û qut bû. Piştî li Girtîgeha Bakirkoyê girtî ma, tenê çend caran çû girtigehê. Ji bo Aygun bê dermankirin, divê serbest bê berdan. Em bang dikin ku Aygun berdin.”

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê jî bi heman armancê daxuyanî da. Komîsyonê di hefteya 642’an de çalakiya “Rûniştina F” li pêş şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê daxuyanî da. Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser rewşa Girtiya nexweş Hanife Arslan a 80 salî ku li Girtîgeha Tipa T a Wanê dimîne. Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskin û gelek parazvanên mafên mirovan beşdarî daxuyaniyê bûn. Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Mehmet Acettin daxuyanî da. Acettîn, anî ziman ku girtîgeh li pêş başbûna tenduristiya girtiyan asteng e û wiha got: Di navbera salên 2018-2023’an de nêzî 2 hezar û 258 girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest da. Herî dawî Mehmet Alî Yaşa ku 30 salan girtî ma û ji berdana wî re 74 roj man û di 16’ê Sibatê de hat berdan, di 11’ê tîrmehê de jiyana xwe ji dest da.

Acettîn anî ziman ku îro ji bo balê bikşînin ser rewşa Hanîfe Aslan a 80 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ye li hev kom bûne û wiha got: “Girtiya nexweş Arslan bi nexweşiyên KOAH, ulsera mahden, dil, diyabet, tansiyon u gelek nexweşiyen din. Piştî bi Covid 19 ket, di pişika wê de xezar çêbû. Hanife Arslan êdî bi tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe temîn bike. Nikare bi tena serê xwe bijî. Ji 2021’an heta niha girtî ye. Hanife Arslan, di şertên giran de dijî. Ji ber şertan di tuwaletê ket xwarê û diranê wê şikestin. Dema çû bijîşk, bijîşk jêre got ‘Diviya bû tu 5 sal berê emeliyat bûbûya. Niha teqez divê tu emeliyat bibe. Dixwazin Arslan poşman bibe. Ji ber poşmaniyê qebûl nakin wê serbest bernadin Divê teqez Arslan serbest bê berdan.”

ÎZMÎR

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Îzmîrê jî çalakiya ji bo girtiyan ku ji du hefteyan carekê li dar dixe, di hefteya 293’yan de çalakî li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê li dar xist. Gelek kes tev li çalakiyê bûn û pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, nebe şirîkê sûc” hat vekirin.

Komîsyonê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Abdulhalîm Kaya (81) ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Qubîna Êlihê tê ragirtin. Daxuyaniya bi kurmancî Hevseroka ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş xwend û daxuyaniya bi tirkî jî rêvebera ÎHD’ê Vetha Aydin Yuksel xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Li gorî qanûnê; ‘Ji bo parastina mafê jiyanê û yekitiya laşî û derûnî ya mehkûman di saziyên cezayê de girtina her cure tedbîrên parastinê mecbûrî ye’. Tê gotin. Lê belê serlêdanên ku li komeleya me tên kirin nîşan didin ku rayedar bi vê berpirsyariyê tevnagerin û pêkanînên ku mafê jiyanê yê girtiyan û yekitiya wan a bedenî û derûnî tehdîd dike jî pêk tînin.  

Li gorî daxuyaniyên ku hatine dayîn, mînaka dawî ya vê rewşê ev e; Ercan Çakar di 25’ê gulana 2024’an de li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê ku bi binpêkirina mafan di rojevê de ye, bi guman jiyana xwe ji dest da. Ercan Çakar ê 39 salî ku ev 12 sal in di girtîgehê de ye û nêzî mehek berê sewqî Girtîgeha Tîpa S a Îdirê hat kirin, di hevdîtina xwe ya dawîn a malbatê de got, ‘Eger tiştek were serê min midûrê girtîgehê û gardiyan berpirsyarin, û di otopsiya wî li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê hat kirin de li ser bedena wî şopên lêdanê hatin dîtin.

Weke ku tê bîra we, di 11’ê gulanê de hatibû ragihandin ku Reber Soydan ê 20 salî li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Wanê întîxar kiriye û malbata wî bi îdiaya ku bûyer ne întîxar be serî li dozgeriyê dabû.

Em bang li rayedaran dikin ku li gorî erkên ku di qanûn û peymanên navneteweyî de hatine diyarkirin tevbigerin û em daxwaz dikin ku rayedarên ku van erkan pêk neynin bi lêkolînên edlî û îdarî bên cezakirin.

Vê hefteyê; Em rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş ê giran Abdulalim Kaya ku 81 salî ye û ji sedî 93 rapora wî ya astengdariyê heye û li Girtîgeha Tîpa T a Qubînê ya Êlihê girtî ye parve dikin.

Girtiyê nexweşê giran Abdulalim Kaya 81 salî ye û ji sedî 93 astengdar e; Ji bilî nexweşiyên dil, prostat, gurçikan û demans, ji sedî 80 kêmbûna bihîstinê û ji sedî 50 kêmbûna dîtinê heye û dikare bi alîkariya kesên din li ber xwe bide û bi alîkariya hevalên beşa xwe dikare lênêrîna xwe ya kesane jî bike .

Kaya ku di 14’ê Cotmeha 2020’an de beriya ku dirûne emeliyata prostata wî bên rakirin, ji ber ku 5 sal cezayê girtîgehê bi dawî bû, hat binçavkirin û girtin, 60 roj bi tena serê xwe ma û ji dermankirin û lênêrînê bêpar ma. Ji ber nexweşiyên wî di 4ê Çileya 2021ê de ceze wi, di encama hewldanan de 6 meh hat taloqkirin.

Di rapora Lijneya Tenduristiyê ya ku ji aliyê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Sêrtê ve hatiye amadekirin û ji bo dewamkirina tedawiya xwe serî lê daye, di 12ê Cotmeha 2022an de; Hat diyarkirin ku nexweşiyên wî ji sedî 93 seqetî di jiyana wî de peyda kiriye, nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne, ji ber ku pêwîstiya wî bi lênêrîn û dermankirinê heye, înfaza cezayê wî di şert û mercên girtîgehê de nikare berdewam bike, jixwe nexweşiyên wî xetereya jiyanê ne. û piştî 2 salan divê muayeneya kontrolê bê kirin û bê diyarkirin ku rewşa wî baş bûye yan na, di 31’ê Adara 2023’an de dîsa sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Beşîrî ya Êlihê hat kirin.  

Kurê wî hevdîtina bi bavê xwe re kiriye. Kurê wî dibêje; ‘Bavê min li gorî serjimariyê 81 salî ye, lê temenê wî yê rastî 86 saliye, kal e û nexweşiyên wî yên giran hene. Dema ku îdamkirina wî hat taloqkirin û hat berdan, anjiyo hat kirin. Dema ku wî dest bi tedawiya xwe kir, dîsa xistin girtîgehê. Ew niha bi rengekî nivînan e. Ew bêyî alîkariya hevalên xwe nikare rabe, bimeşe, bixwe û xwe paqij bike. Ew jî zehmet e ku me nas bike. Her ku dementia pêşve diçe, ew nikare hewcedariyên xwe yên kesane bicîh bîne’. Saziya Tiba Edlî ya ku sewqî wî hatibû kirin, di rapora xwe ya 11’ê Adarê de gotibû ‘Dibe ku di girtîgehê de bimîne’. Cezayê bavê min di Sibata 2026’an de diqede. Lê heta vê rojê nikare di girtîgehê de bimîne’.

Me mehek berê ji bo taloqkirina îdamê serlêdan kir û em dixwazin ew bê berdan. Li girtîgehê girtina Abdulalim Kaya ku ji bo nexweşiyên wî dermankirin û tedawiya wî nayê kirin, ji bo tenduristî û jiyana wî metirsiyek mezin çêdike.

Em vê hefteyê jî dibêjin, girtiyê nexweşê giran Abdulhalim Kaya û hemû girtiyên nexweş, astengdar û extiyar serbest tên berdan; Ji bo parastina mafên tenduristî û jiyanê em bang li rayedaran dikin ku bikevin nava liv û tevgerê û raya giştî jî hişyar bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Kongra Star li dijî dagirkeriya Tirk daxuyanî da
Nûçeya Pişt re Gerîla TV dîmenê SÎHA’ya ku li Asosê hat xistin weşand
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Jinên ji Abya Yala û Kurdistanê li Bogotayê Konferans lidar dixin

Di konferansa ku ji Abya Yala û Kurdistanê zêdetirî 400 delege beşdar bûne de, jin…

Ji aliyê Stêrk TV

Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê careke din serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe û sê girtiyên din…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Huseyîn Aykol wê sibe were veşartin

Cenazeyê rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol ku li Enqereyê jiyana xwe ji dest da, wê sibe li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Rapora AOAV: Li seranserê cîhanê bikaranîna çekên teqemenî kêm bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Siwêdayê teqîn: 2 kes jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

11 malbatên DAÎŞˊî ji nû ve vegerîn kampa Roj

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Ranye li ser Roja Zimanê Dayikê semîner hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?