Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û nûnerên saziyên sivîl, li Stenbol, Enqere û Îzmirê li gel malbat û xizmên girtiyên nexweş daxuyanî dan çapemeniyê. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê, çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 619’an de berdewam kirin. Nûner û rêveberên ÎHD û saziyên civakî li pêş avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Parazvanên mafên mirovan di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Cengîz Baytar ê li Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa F a Tekirdagê. Xizmên girtiyan û parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de pankarta “Dermankirin maf e. Nayê astengkirin” û “Girtiyê nexweş Cengiz Baytar serbest berdin” vekirin. Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê Hatice Onaran, diyar kir ku Baytar 29 sal in girtî ye û wiha got: “Baytar di girtîgehê de bi nexweşiyên felca rû, fitiqa piştê, bêhn çikandin, reflu, hilandina hestiyan û gelek nexweşiyên din ket. Baytar bi tena serê xwe nikare li ser piyan bimîne û tenê nikare bijî.”
Onaran destnîşan kir ku di 6 mehên dawî de 4 caran bêyî daxwaza Baytar menzela wî guhertine û wiha axivî: “Diya wî got kurê min astengdar e û girtiyên li cem wî her tim neheqiyê li wî dikin. Diya wî anî ziman ku girtiyên edlî di sala 2023’an de li kurê wî xistine û got ‘Ez ji ewlehî û jiyana kurê xwe bi fikar im. Me xwest kurê me bê berdan û cihê wî bê guhertin. Lê lijneya Çavdêriya Girtîgehê ev daxwaza me red kir. Ez ji jiyana kurê xwe bi fikar im. 9 sal in tenê carekê karibûm biçim dîtina kurê xwe.’ û xwest kurê wê bê berdan.” Onaran xwest Baytar û hemû girtiyên din serbest bên berdan.
Komê di çalakiyê de dirûşmeya “Girtiyên nexweş serbest berdin”, “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin” û “Dermankirin maf e nayê asteng kirin.” Berz kirin.
ENQERE
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî, li Enqereyê çalakiya “Rûniştina F” di hefteya 491’an de berdewam kirin. Înîsiyatifê vê hefteyê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Hîşyar Ozer.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê jî vê hefteyê li pêş avahiya şaxa komeleyê daxuyanî da. Komê pankarta “Dermankirin maf e, ev maf nayê asteng kirin, girtiyên nexweş serbest berdin” vekirin. Endamên înîsiyatifê xwestin girtiyên nexweş serbest berdin. Endamê Lijneya Navendî ya ÎHD’ê Nuray Çevirmen daxuyanî da. Çevîrmen, anî ziman ku girtiyên nexweş di şertên herî giran de ji bo bijîn têdikoşin û wiha got: “Bi qasî ÎHD’ê tespît kiriye, 651 girtî rewşa wan giran in. Bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Girtiyê nexweş Hişyar Ozer ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî bû, di sala 2016’an de dema zarok bû hat girtin. Ozer piştî hat girtin bi nexweşiya hemoroitê ket. Berê jî nexwewiya rêviya zêde (apandisit derbas kir. bi nexweşiya Chronê ket. Divê bê berdan û li derve bê dermankirin. Ji ber nexweşiyên xwe di 3-4 mehan de ji 86 kiloyan daket 60 kiloyan. 26 kîlo winda kir. Divê Ozer bi lez serbest bê berdan.”
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê bi armanca 284’emîn daxuyaniya xwe ya du hefteyan carekê ji bo balê dikêşe ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Sumerbank a li Konakê li dar xist. Dayikên Aştiyê, malbata girtiyê nexweş Mahmût Badûr, Rêxistinên civakî yên sivîl û endamên partiyên siyasî tev li çalakiyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bêdeng nemîne, nebe şirîkê kar, dimirin” hate vekirin.
Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş a giran Mûhlîse Karaguzel a li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturk a Îzmîrê tê dermankirin hate ragihandin. Kurdiya daxuyaniyê Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş Tirkiya wê jî Rêvebera Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Gulay Gun Bîlîcî xwend.
Gumuş destnîşan kir ku Muhlîse Karaguzel a 61 salî gelek caran hatiye girtin û nexweşiyên wê yên wekî dil, şekir, hipertansiyon û bêhnçikiyê hene. Gumuş da zanîn ku ji ber nexweşiya Karaguzel a şekirê , rojê çar caran derziyên însulînê bikar tîne û wiha axivî: “Ji ber ku şekira we yê zêde zerar daye çav û gurçikên we, êşên giran dikişîne. Her çend ji ber nexweşiya wan parêz pêwîst be jî, hewcedariyên wê pêk nayên û ev jî pirsgirêkên tenduristiyê zêde dikin. Karagüzel, ji ber ku nexweşiya çavên xwe gelek caran ji çavên xwe anjiyo bû. Bijişkên wê jê re gotin ku divê bi lezgînî emeliyat bibe, lê piştî vê emeliyatê ji ber ku îhtîmala enfeksiyonê hebû, nexwest emeliyat bibe. Ji ber ku ne hawîrdorek paqij de bû îhtîmala windakirina çavên wê hebû. Karagüzel nikare razê, ji ber ku astima wê ya ku roj bi roj giran dibe û ev jî bandoreke neyînî li jiyana wê ya rojane û tenduristiya wê dike. Muhlise Karagüzel di sala 2021’an de di dema krîza dil a yekem de, ewil birin nexweşxaneya girtîgehê. Dema rewşa wê giran bû û tansiyona wê zêde bû, rakirin Nexweşxaneya Kayseriyê. Li nexweşxaneyê anjiyo bû û 2 rojan di bin çavdêriya giran de ma. Di dema anjiyografiyê de hat tespîtkirin ku gelek damarên dil hatine girtin. Piştî 3 rojan dîsa anjiyo hat kirin û 8 rojan li nexweşxaneyê ma. 8 rojan li nexweşxaneyê destê wî li ser nivînê kelepçe kirin. Karagûzelê ku di 9’ê adara 2022’an de cara sêyemîn krîza dil derbas kir, rakirin Nexweşxaneya Bajêr a Kayseriyê û stent danîn ser demarên we yên girtî. Karagûzel di dema girtina wê ya li nexweşxaneyê de dîsa bi kelepçe li ser nivînê hat girêdan. Muhlise Karagüzel hefteya borî rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Ataturkê, anjiyo hat kirin, lê damarên girtî nehatin vekirin. Bijîşkan diyar kirin ku divê emeliyata dilê vekirî bê kirin, lê ji ber nexweşiyên din ên Guzel emeliyat bi xetereyê ve diçe. Bi hinceta “telefon şikestiye” der barê vê rewşê de agahî nedane malbata wê. Komeleya me rewşa Muhlise Karagüzel ji nêz ve dişopîne.
Keça karaguzelê Zîlan Karaguzel destnîşan kir ku dayika wê ji ber xebatên siyasî hatiye girtin û ev tişt gotin: “Bi domdarî girtina wê ya li girtîgehê, zagona dijminatiyê ye. Ev demeke dirêj e ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hene. Di serlêdana parêzerên me de, tevî ku Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Kayseriyê ji sedî 90 rapora ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ daye jî dayika min nehat berdan. ATK’a Stenbolê rapora ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ da. 4 meh berê me dîsa serî li ATK’a Stenbolê da, lê tu encam derneket. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ev rewş li derveyî hiqûqa dijminane ye. Diya min bi giranî nexweş e û mixabin qebûl kir ku di van şert û mercên giran de emeliyat bibe. Wekî malbat, em di bin van şert û mercan de emeliyata vekirî ya dil xeternak dibînin. Ji ber vê em dixwazin înfaza dayika min bê taloqkirin. Em ê serlêdana taloqkirina înfaza dayika min bikin da ku di şert û mercên baştir de were dermankirin. Ez bang li raya giştî dikim ku di derbarê girtiyên nexweş de hestiyar bin. Di şert û mercên girtîgehê de jiyana Muhlise Karagûzel di xetereyê de ye. Bi vê wesîleyê em ji rayedaran daxwaz dikin ku li gorî qanûnê tevbigerin. Wekî din, ew sûc e. Her wiha em bang li raya giştî dikin ku der barê girtiyên nexweş de hestiyar bin.
Daxuyanî bi berzkirna dirûşmeya “Ji girtiyên nexweş re azadî” bi dawî bû.