Çarşem, 19 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Cenazeyê Ramazan Ocalan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Togan: Dixwazin Îrfan Yilmaz ê ji sedî 96 astengdar bi mirinê re rû bi rû bihêlin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Tekîn Goyî bi fedakariya xwe dihat nasîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Baluken: Mercên Birêz Ocalan yek ji sernavê stratejîk ê çareseriyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bertek nîşanî êrîşên çeteyan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê 42’yemîn salvegera 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KNK’ê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me nirxên pir mezin afirand’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Fetwaya 47 sal berê têk çû, ji bilî demokrasiyê rêyeke din tineye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî nerazîbûn nîşanî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya 1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin dixwazin atolye bê dayîna mêrên ku çavkaniya tundiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK’ê têkildarî plana nû ya dagirkeriyê hişyarî da
Kurdistan

KCK’ê têkildarî plana nû ya dagirkeriyê hişyarî da

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê diyar kir ku dewleta Tirk di nava planeke nû ya dagirkeriyê de ye û PDK jî hewl dide dewleta Iraqê kaşî nava hevkarîkirina bi dewleta Tirk re bike. Li dijî vê yekê jî KCK'ê bang li hêzên Başûr û desthilatdariya Iraqê kir.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Di êrişa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Çiyayê Siyarê de li gundê Kafyayê yê ser bi Dînarteya herêma Behdînanê, du hemwelatiyên başûrê Kurdistanê bi navên Beşîr Umer Elî û Arif Teha şehîd bûn. Şehîd Beşîr û şehîd Arif gava ku di nav zeviyên gundê xwe de dixebitîn, hatin armanckirin. Em li gel şermezarkirina vê komkujiyê, serxweşiya xwe ji hemû gelê başûrê Kurdistanê re bi taybetî ji malbatên şehîdan re dişînin. Ev êrişên dirindane yên dewleta Tirk a dagirker wê rastiyê diselmînin ku Tirkiye li dijî hemû Kurdan e û rijandina xwîna Kurdan û kavilkirina welatê Kurdan ji bo xwe wek karekî rewa dibîne.

PDK BI HEVKARIYA XWE YA BI DEWLETA TIRK RE ENFALEKE NÛ BI SER KURDISTANÊ FERZ DIKE

Di êrişên dewleta Tirk a dagirker de yên li ser başûrê Kurdistanê heta niha nêzîkî hezar gund hatine valakirin û wêrankirin, bi sedan hemwelatî şehîd bûne, bi sedan kes birîndar bûne û dehan hezar hemwelatî jî koçber bûne. Her wiha bi sedan gerîlayên azadiya Kurdistanê jî di encama bikaranîna çekên kîmyewî de şehîd bûne. Ev yek êrişeke nû ya kîmyabaran û Enfalê ye ku li ser destên dewleta Tirk a dagir tê kirin û desthilata PDK’ê jî wekî caşên serdema rejîma Beesê hevkarê vê Enfalê ye, rênîşanderiyê ji dewleta Tirk re dike û tawanên wê vedişêre û hetta meşrûiyetê dide wan tawanan. Her wiha PDK rê li ber wê yekê digire ku helwesteke girseyî û welatparêz li dijî van komkujiyan pêş bikeve. Bi gotineke din PDK Enfaleke nû bi ser Kurdistanê de ferz dike. Di demekê de ku xwîna hemwelatiyên Başûr bi destên dewleta Tirk a faşîst tê rijandin, desthilatdarên PDK’ê li ser ferşa sor pêşwaziyê li desthilatdarên Tirkiyeyê dikin, wan hembêz dikin û dest di nav destan de pozan didin kamerayan.

DEWLETA TIRK PLANEKE NÛ YA DAGIRKERIYÊ AMADE DIKE, PDK JÎ HEWL DIDE DEWLETA IRAQÊ KAŞÎ NAVA VÊ PLANÊ BIKE

Dewleta Tirk a faşîst bi serokatiya Erdogan û Bahçelî mijûlî çêkirina planeke dagirkeriyê ya nû û berfireh e li dijî başûrê Kurdistanê. Serdana wezîrên Tirkiyeyê yên terorîst bo Hewlêr û Bexdayê amadekariya vê êrişê ye. Desthilatdarên PDK’ê dixwazin di vê êrişa dagirkeriyê ya nû de dewleta Iraqê kaşî nav hevkarîkirina dewleta Tirk bikin. Lewma bangewaziyeke me ji bo hemû hêz û aliyên başûrê Kurdistanê û desthilatdarên dewleta Iraqê heye ku li dijî van êriş û komkujiyên dewleta Tirk helwestê wergirin û nehêlin ku Tirkiye zêdetir xwîna hemwelatiyên başûrê Kurdistanê birijîne.

Em careke din serxweşiya xwe ji gelê başûrê Kurdistanê re û bi taybetî ji malbatên şehîd Arif û şehîd Beşîr re dişînin û em xwe hevbeşê êş û xema wan dizanin. Me daxwaz ji yezdanê mezin ew e ku giyanê her du şehîdan bi bihişta xwe ya berîn şa bike û sebr û hedanê bide malbatên wan ên hêja. Her wiha em soz û peymanê didin ku em ê li ser rêbaza şehîd Helmet Dêrelûk li dijî faşîzm û dagirkerî û caşîtiyê tola hemû şehîdan hildin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li 3 bajaran çalakî: Rewşa girtiyên nexweş giran e!
Nûçeya Pişt re Cenazeyê Hasan Altûn hat veşartin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di hilbijartinên Srî Lankayê de namzetê çepgir bi ser ket

Namzetê çepgir Anûra Kûmara Dissanayaka di hilbijartina serokdewletiyê ya Srî Lankayê de bi ser ket.

Ji aliyê Stêrk TV

QSD: Di encama êrîşa xwekujî de 4 şervanên me şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê der barê êrîşa xwekujî ya li Şihêlê daxuyaniyek da û…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Rêber Apo ji civaka Êzidî zanist û zanebûnê dixwaze’

Suham Şengalî anî ziman ku ku pêwîst e civaka Êzidî peyam û diyariyên Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KNK’ê êrîşên Îranê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Pêngava 15’ê Tebaxê ji bo me nirxên pir mezin afirand’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK: Fetwaya 47 sal berê têk çû, ji bilî demokrasiyê rêyeke din tineye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?