Li Bismilê bi hezaran kes tevî astengiyan jî li Qada Newrozê ya navçeyê kom bûn. Li qada Newrozê coşeke mezin hebû û di dema hilkirina agirê Newrozê de dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin. Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû piştre axivî û got ku gel daxwaza azadiya Rêber Apo dike. Halîde Turkoglû xwest ku dewlet di vê mijarê de gavan biavêje.
Li navçeya Farqînê jî bi beşdariya hezaran kes Newroz hate pîrozkirin. Pîrozbahî, li Qada Azîzoglû hate lidarxistin. Welatiyên bi cil û bergên Kurdî tev li pîrozbahiyê bûn, li ber def û stranan govend gerand. Parlamenterğ DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren di pîrozbahiyê de axivî û girîngiya Newrozê vegot. Eren, got ku dê Newroz ji bo Kurdistanê aştî û ji bo Rojhilata Navîn jî demokrasiyê bîne. Eren anî ziman ku ew dixwazin Rêberê Apo azad bibe û got ku Newroz dê bibe wesîleya vê azadiyê.
Li navçeya Pîranê jî bi beşdariya sedan kesan pîrozbahî hat lidarxistin. Pîrozbahî, li Rawestgeha Çeşmeyê hat lidarxistin. Pîrozbahî, bi gerandina govendê dest pê kir. Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di pîrozbahiyê de axivî û got ku Newroz sembola vejîn û lehengiyê ye.
Li navçeya Gêlê jî pîrozbahî hat lidarxistin. Gelek kesên li qada navçeyê kom bûn, gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Jin, jiyan, azadî, azad bike Rêberti” berz kir.
Ayla Akat Ata ya TJA’yî di pîrozbahiyê de axivî û got ku Newroz ji bo gelê Kurd xwedî girîngiyeke cuda ye. Ayla Akat Ata xwest ku Newroz bibe wesîleya azadiya Rêber Apo û gelê Kurd. Ayla Akat Ata îşaret bi pêvajoya heyî kir û got ku PKK’ê gelek gavên şênber avêtiye lê heta niha jî dewletê gavên şênber neavêtiye û divê biavêje.
Li Erxeniyê Newroz li Qada Otogarê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de agir hatin vêxistin û welatiyan li ber dahol û zirneyê govend gerand. Girseyê gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bê Serok jiyan nabe” berz kir. Wekîla DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya di pîrozbahiyê de axivî û got ku Newroz tê wateya azadiyê û got: “Bila Newroza îsal bibe mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd. Werin em bi hev re silavan ji Îmraliyê re bişînin û Newrozê pîroz bikin.” Newroz, bi gerandina govendê bi dawî bû.
PASÛR
Li naveçeya Pasûrê ya Amedê jî pîrozbahî li kêleka stadyûmê hat lidarxistin. Siyasetmedar û gelek welatî tev li bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn di pîrozbahiyê de axivî, îşaret bi pêvajoyê kir û got ku ev Newroz dê bibe Newroza azadiya Rêber Apo û ev tişt anî ziman: “Statuya Rêber Ocalan dê bibe statuya gelê Kurd.”
Li navçeya Çermûgê ya Amedê jî pîrozbahî li Hamambaşiyê hat lidarxistin. Gelek kes tev li pîrozbahiyê bûn. Parlamentera DEM Partiyê Adalet Kaya di pîrozbahiyê de axivî û got ku ev Newroz dê bibe Newroza azadiyê.
Pîrozbahî, bi gerandina govendê bi dawî bibe.

