În, 30 Çile 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Pîran, Xana Hawêl û Êlihê ji bo Rojava çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salih Muslim: Peyman destpêkek e, divê gel hişyar be!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Suleyman Yildiz piştî 33 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Îradeya Rojava ji bo me esas e, em piştgiriyê didin peymanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rihayê 20 kes hatine binçavkirin û êşkence li zêdetirî 10 kesan hatiye kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Cizîrê êşkenceya li ciwanê DBP’î hatî kirin, hate protestokirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xelkê Rewandizê: Statuya Rojava nas bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmanî bi sed hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Germiyanê ji bo Rojava li qadan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koyê, Qeladizê û Binarê Qendîlê meşên piştevaniyê ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mesrûr Barzanî derbarê peymana QSD-ŞAM’ê de daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Seyîdsadiq piştgirî da Berxwedana Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jinan gotinên nefretê yên li hemberî jinên şoreşger şermezar kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Em qadan bikin qadên berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hedefê destpêkê ya çeteyên Îslamî û cîhadî dîsa jin bûn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRJ: Divê kanalên ku tundiya li ser jinê teşwîq dikin, hesabê bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama şehîd Sîdar Efrîn: Şoreşa Rojava ji bo cîhanê bû mînak

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star: Em ê Rojava biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hilala Zêrîn bi stranê piştgiriya berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amed, Colemêrg û Êlihê ji bo windayan çalakî hatin lidarxistin
Kurdistan

Li Amed, Colemêrg û Êlihê ji bo windayan çalakî hatin lidarxistin

Xizmên Windayan ji bo aqûbeta kesên di dema binçavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin li Amed, Colemêrg û Êlihê çalakî lidar xistin. Di çalakiyê de banga Rêber Apo ya 27’ê Sibatê hate bibîrxistin û banga aştî û rûbirûbûnê hate kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Hezîran 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Çalakiyên heftane yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan ên ji bo eşkerekirina aqûbetên kesên di binçavan de hatin windakirin an jî hatin qetilkirin berdewam dikin.

COLEMÊRG

Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrg û xizmên windayan di çalakiya xwe ya hefteya 179 ’emîn de li Geverê li Kolana Hunerê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankartên “Faîl diyar in, winda li ku ne?” û “Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” hatin vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Kiryarên Mehmet Siddik Baysal ê ku di 7’ê Hezîrana 1994’an de li herêma Doskî ji aliyê leşkeran ve hat binçavkirin û bi êşkenceyê hat qetilkirin hat pirsîn.

Hevserokê Şaxa ÎHD’ê yê Colemêrgê Ozan Akbaş, diyar kir ku Baysal li herêma Oremarê bi sewalvaniyê re mijûl bûye û piştî Baysal di 7’ê Hezîrana 1994’an de ji mala xwe derket, malbata wî 4 rojan nekarî pê re têkiliyê deyne û got, “Malbata wî serî li emniyetê da. Ji wan re hat ragihandin ku kesekî bi navê Baysal nehatiye binçavkirin. Lê belê gundiyan ragihandin ku li herêma Oremarê operasyoneke mezin tê meşandin û Baysal ê li herêmê bû bi wesayîta leşkerî hatiye binçavkirin û birin, gelek şahidên vê bûyerê ne.” Akbaş, da zanîn ku cenazeye Baysal piştî 4 rojan di çalekê de hatiye dîtin.

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

AMED

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin li Parka Koşuyolu kom bûn û li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê çalakî lidar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Bijîjk Mehmet Emîn Ayhan û Hamît Pamûk hat pirsîn. Mehmet Emîn Ayhan di 10’ê Hezîrana 1992’yan de li pêşiya mala xwe ya li navçeya Farqînê ya Amedê di êrîşeke çekdarî de hatibû kuştin. Kedkarê tenduristiyê Hamît Pamûk jî di 21’ê Hezîrana 1993’yan de li navçeya Rezanê ya Amedê ji aliye hin kesên bi rûpoş ve hatibû kuştin.

Destpêkê segreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Omer Saman axivî û diyar kir ku li erdinîgariya wan şer her diçe zêde dibe û got: “Em hêvîdar in ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyeyê destpêkiriye ji bo hemû Rojhilata Navîn bibe mînak.” Dû re Serokê Odeya Bijîşkan a Amedê Veysî Ulgen çîroka Mehmet Emîn Ayhan parvekir û got: “Mehmet Emîn Ayhan ê ku di sala 1954’an de li Nusibînê hatibû dinyayê li Nexwrşxaneya Dewletê ya Sîlvanê wekbijîşkê pispor dixebitî. Mehmet Emîn bi kesayeta xwe ya welatparêz dibû alîkarê gel û bi gel re diyaloga wî xurt bû. Ji aliyê gel ve dihat hezkirin û di nav gel de kesekî rêzdar bû. Bi vê sekna xwe bala Hizbullahê kişand û bû hedef.”

Endama Komîsyona Windayan ya ÎHD’ê Berfîn Elçiyê jî çîroka Hamît Pamûk parve kir û got: “Hamît Pamûk ê di sala 1961’ê de li navçeya Kulpê ya Amedê hatibû dinê li Nexweşxeneya Zanîngeha Dîcleyê wekî teknîsyenê rontgenê dixebitî. Hamît Pamûk di heman demê de fealiyetên sendîkal dimeşand. Bi têkilî û diyalogên xwe yên jidil ên bi gel re, bibû sedem ku ji aliye gel ve bê hezkirin. Ji ber vê kesayeta xwe ya rêzdar bû hedefa hêzên tarî. Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de yên di sala 1993’yan de dema danezana 1’ê Gulanê dixwend rastî gefxwarinên polîsan hatibû. Di 21’ê Hezîrana 1993’yan de li navçeya Rezanê li ser kolana Kedê ji aliye sê kesên bi rûpoş ve hate kuştin.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

ÊLIH

Çalakiya xizmên windayan di hefteya 689’emîn de li Êlihê berdewam kir. Di çalakiya li ber Baroya Êlih de pankarta bi nivîsa ‘Windayan bibîne, kiryaran dadgeh bike’ hat daliqandin. Tevî Hevserokê Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir gelek kes tevlî çalakiyê bûn. aqûbetê Îsa Gok ê ku di Hezîrana 1994’an de li Êlihê hate windakirin hate pirsîn.

Çalakiya xizmên windayan ya li Êlihê jî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Şenyaşar li ser gorên xwe hatin bîranîn
Nûçeya Pişt re Li Pirsûsê Altûn û Kaytan hatin bibîranîn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

DEM Partiyê bertek nîşanî êrîşa PDK’ê da

DEM Partiyê li dijî êrîşa PDK’ê ya li ser nûnerên Hewlêrê nerazîbûnên xwe nîşan da…

Ji aliyê Stêrk TV

Blinken: DYE’yê têkiliyeke yekser bi HTŞ’ê re danî

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Blinken ragihand ku piştî rejîma Baasê yekser bi HTŞ'ê re…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayê YRK’ê: Divê ciwan li dijî şerê taybet xwe rêxistin bikin

Gerîlayê YRK’ê Bager Agir diyar kir ku li her derê şerê taybet li hemberî gelê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Di çalakiya nobetê ya Mexmûrê de berxwedana Rojava hat silavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Aldar Xelîl: Divê em berxwedanê mezin bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xelkê Rewandizê: Statuya Rojava nas bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Îlham Ehmed hirgûliyên peymana 29’ê Çileyê parve kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?