Yekşem, 22 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Kadikoyê çalakiya ‘perwerdeya bi zimanê dayikê, ji Kurdî re azadî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya Sefîrê Emerîkayê ya li ser ‘Mafê Îsraîlê yê axê’ bû sedema nerazîbûnan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Dumluyê bi hinceta lêgerînê ‘tacîz’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyayên ku kiryarên wan polîs in têne girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Çalakiyên 8’ê Adarê li Qoserê bi meşekê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Waliyê Kerkûkê: Leşkerên Iraqê ji taxa Newrozê vekişiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ji bo ziman û nasnameya Kurd êdî hiqûqek divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Iraqê ket nava taxa Newrozê ya Kerkûkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Çemmişko şewat derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê pêwîstî bi rêxistinbûn û têkoşînê heye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Amedê bîranîna Narîn Guran: Em şopdarê dozê ne
Kurdistan

Li Amedê bîranîna Narîn Guran: Em şopdarê dozê ne

Meclîsa Jinan a Amedê ya DEM Partiyê Narîn Guran a 8 salî ku sala 2024'an hate qetilkirin li ser gora wê bi bîr anî. Gelek siyasetmedar tevlî bîranînê bûn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Tebax 2025 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê, ji bo Narîn Guran a 8 salî ku di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çulî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bûbû û cenazeyê wê di 8’ê îlona 2024’an de hatibû dîtin, bernameya bîranînê li dar xist. Bîranîn, li ser gora Narîn Guranê hat lidarxistin û gelek siyasetmedar tev li bûn. Di bîranînê de wêneyê Narîn Guranê hate hilgirtin û gelek caran dirûşma “Ji bo Narînê edalet” hate berzkirin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer di bîranînê de axivî û got ku Narîn Guran bi awayekî hovane hatiye qetilkirin. Gulşen Ozerê got ku faîlên cînayetê nehatine tespîtkirin û got: “Faîl çima derneket holê, ev faîl kî ne, çima ewqas tên parastin? Narîn li ku hate qetilkirin û hûn çima faîlên wê dernaxin holê? Heta ku faîlên Narînê derdikevin holê em ê dozê bişopînin.”

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Budak jî got ku piştî cînayeta Narîn Guranê jî bi dehan komkujî li dijî jin û zarokan hatine kirin û wiha domand: “Mixabin komkujî û îstîsmarên li dijî zarokan roj bi roj zêdetir dibin. Berpirsyartiyên îktîdarê li dijî vê feraseta di nava civakê de rê li ber birînên giran vedike heye. Lê ne di ferqa vê berpirsyartiya xwe de ye. Îktîdar, ji bo qirkirinên li dijî jinan, îstîsmarkirina zarokan û komkujiyan tevdîran nagire. Heta mekanîzmayên demokratîk, azadîxwaz û şefaf tên pêşxistin û tevahiya civakê dibe parçeyekê vê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê û Wekîla Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin jî diyar kir ku di dosyaya Narîn Guranê de darizandineke ku wijdana civakê rehet dike nehatiye kirin û got: “Dewleta ku cînayet dernexist holê, bûyer veguherand bûyereke magazînê û xwest bi ser bigire. Cînayeta Narîn Guranê careke din nîşan da ku pergala edaletê di bin siya cînayeta Narînê de ma ye. Li ser hemû zarokan xetere heye.”

Bêrîtan Guneşê bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Banga civaka demokratîk a birêz Abdullah Ocalan, banga avakirina jiyaneke birûmet û demokratîk a li her dera zarok lê dijîn e. Li ser gora Narînê em careke din soz didin ku dê têkoşîna me ya ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk bidome.”

Baroya Amedê jî bi boneya yekemîn salvegera qetilkirina Narîn Guranê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Hêvîdarin Narîn bibe zaroka herî dawî ya me winda kirî. Em dixwazin dewlet ji bo paratsina hemû zarokan a ji îstîsmar û her cureyên xetereyê, tevdîrên pêwîst bigire. Her çend di lêkolîna îstînafê de sîfetê me yê ‘beşdar’ hatibe rakirin jî, ji bo cezakirina faîl/faîlan û cîbicîbûna edaletê em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin. Baroya Amedê dê di her firsendê de li dijî necezakirinê têbikoşe, li dijî binpêkirinên mafan bisekine û hemû dozên civakî bişopîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Piştî 31 salan hate berdan
Nûçeya Pişt re Artêşa Îsraîlê bang kir ku li Xezeyê sivîl bêne veguhestin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Milîsên HBDH’ê li Stenbolê agir berdan sê wesayitan

Milîsên Alan Milazgîr ên HBDH'ê ragihandin ku li 2 nuqteyên cuda yên Stenbolê çalakiyên ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Êrîşa li ser Til Koçer û Til Hemîsê: 2 şervan şehîd bûn

Dewleta Tirk a dagirker 8 car êrîşî qadên Til Koçer û Til Hemisê kir. Hêzên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdana hevdîtinê hate kirin

Malbat û wasiyê Rêber Ocalan bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Çalakiyên 8’ê Adarê li Qoserê bi meşekê destpê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Waliyê Kerkûkê: Leşkerên Iraqê ji taxa Newrozê vekişiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bakirhan: Ji bo ziman û nasnameya Kurd êdî hiqûqek divê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Artêşa Iraqê ket nava taxa Newrozê ya Kerkûkê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?