Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Tevgera Jinan a Azad (TJA) û Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têklidarî êrîşên li ser bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li navçeya Peyas a Amedê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di dema daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Rojava rûmeta me ye” hate hildan.
Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz bal kişand ser ketina rejîma Baas a li Sûriyeyê û got, “Ji bo şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku ji sala 2011’an û vir ve dewam dike, deriyê pêvajoyeke nû vebû. Bi 8’ê Kanûnê re dawî li hebûna rêveberiyeke otorîter hat ku daxwazên demokrasî û azadiyê yên gelên Sûriye û Rojava tine dihesiband. Bi vî rengî ji bo paşerojeke demokratîk a Sûriye û Rojava firsendeke mezin afirî.”
Gurbuz diyar kir ku ji bo diyaloga çareseriyê li Sûriyeyê pêk were firsendeke dîrokî heye û got, “Ji ber vê yekê ji bo Rojava û Sûriyeyê ji her demê bêhtir pêwîstî bi polîtîkayên çareserî û diyalogê ya li ser bingeheke demokratîk heye. Lê belê di pêvajoyeke bi vî rengî de êrîşên li ser Rojava dewam dikin. Bi taybetî êrîşên ku ji 27’ê Mijdarê û pê ve li ser Rojava hatin destpêkirin nîqaşên ji bo çareseriyê têk dibin, di heman demê de krîza li Sûriyeyê hîn giran dike. Piştî ketina rejîma Baasê di dmeekê de ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê derbasî qonaxeke nû bûye, êrîşa li ser Rojava nayê qebûlkirin.”
Gurbuz destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modela jiyana demokratîk ketiye meriyetê û got, “Em dixwazin vê yekê destnîşan bikin; weke DBP li hemberî van êrîşan em doh bêdeng nebûn, em ê îro jî bêdeng nemînin. Em ê bi rengê herî xurt Rojava biparêzin. Bi vê wesîleyê em dixwazin bibêjin ku em ê têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin.”
‘EM LI HER QADÊ BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN’
Gurbuz got, “Êrîşa li ser Rojava êrîşa li ser daxwazên demokrasî û azadiyê yên gelan e” û bi dewamî got, “Li hemberî ferasetên siyasî yên ku êrîşî modeleke bi vî rengî dike, nîşandana helwestê wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî ye. Di vê çarçoveyê de em bang li hêzên demokrasiyê û raya giştî ya navneteweyî dikin ku li hemberî êrîşên li ser Rojava bêdeng nemînin, li ber şer rabin û têkoşîna azadiyê mezin bikin. Li ser vê bingehê divê xwedîderketin li Rojava hebe û di vê mijarê de gavên şênber bêne avêtin. Bêdengiya li hemberî êrîşên lis er Rojava wê bingehê ji sûcên şer re amade bike. Ji ber vê yekê banga me li her kesî ye; em xeta berxwedan û têkoşînê li her qada jiyanê mezin bikin û ji bo paşeroja xwe xwedî li modela jiyana azad û demokratîk derkevin.”