Ji bo daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, misogerkirina azadiya wî ya fîzîkî û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, li ber Plazaya AZC ya li semta Ofîsê ya navçeya Bajarênû ya Amedê mîtîngek hat lidarxistin. Dayikên Aştiyê piştî mitîngê meş li dar xistin. Dayikên ku li Cadeya Gevranê meşiyan her tim dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Dayikan meş bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan bi dawî kir.
Girseya ku piştî mîtîngê ber bi Rawestgeha Kasaplaran ve meşiya dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” , “Bimre xiyanet bijî Kurdistan” û “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” berz kirin. Welatiyan jî bi çepik û îşaretên serkeftinê piştgirî dan meşê. Polîsên ku êrîşê meşê kirin li ciwanekê dan.
Dema bertek nîşanî derbkirina ciwan hate dayîn, polîsan xwest du kesan binçav bikin. Ciwanek hate binçavkirin, yek jî ji aliyê welatiyên derdorê ve ji destê polîsan hate wergirtin. Di vê navberê de polîsan êrîşî dayika Nobeta Edaletê Aklîme Hanasê û nûçegihana MA’yê Ceylan Şahînlî ya nûçe dişopand kirin û ew derb kirin.
Polîsan bi gaza îsotê êrîşî girseya ku parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Çîçek Otlû û Zulkuf Ûçar û serokê Baroya Amedê yê niha Nahît Eren û endamên baroyê û endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê di nav de bûn kirin. Polîsan pişt re bi gotina “Ez qaneh bûm ku hûn bi fermanê li vir kom bûne” êrîş parastin.
Di êrîşê de destê rêvebera Şaxa OHD’a Amedê Ozum Vûrgûnê şikest, gelek parêzer jî bi awayekî sivik birîndar bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlû ya bertek nîşanî êrîşê da wiha got: “Em ê ji bo azadiyê li dijî tecrîdê bimeşin û li dijî vê yekê dengê xwe derxînin.”