Pêncşem, 13 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ayşegul Dogan: Wê desteyên nû ava bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozofa Îtalî name ji Rêber Apo re şand: Azadiya we parçeyekî aştiyê bi xwe ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nûarîn bi şertê kontrola edlî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sonay Mengutay a piştî 30 salan hate berdan: Em hemû beşek ji pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Die Linke Schwerdtner: Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî hemû divê bêne berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Festîvala Zîlan a 21’emîn bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat
Jin

Festîvala Zîlan a 21’emîn bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat

Festîvala jinan a Zîlan a 21'emî li Londonê bi beşdariya bi hezaran kesî pêk hat.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 29. Hezîran 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Festîvala Zîlan a Jinan a 21’emîn li Parka Albany a li paytexta Îngilistan Londonê pêk hat. Di festîvalê de ku bi dirûşma “Dem dema jinan e” hate lidarxistin, têkoşîna aştî, civaka demokratîk û azadiyê ya jinan hate destnîşankirin.

Li qada festîvalê standên nivîskaran, rêxistinên jinan û rêxistinên girseyî yên demokratîk hatin danîn. Jin û ciwanên Kurdistanî bi kincên xwe yên neteweyî beşdarî festîvalê bûn.

Festîvala îsal diyarî Rojbîn Amara û Denîz Çiya hate kirin ku li Helebê şehîd bû. Li qada festîvalê wêneyekî mezin ê Zeynep Kinaci (Zîlan) hate daliqandin. Li gel standên ji xwarina herêmî, deq û kincên Kurdî her wiha ji bo zarokan jî qadên lîstikê hatin amadekirin.

Festîval bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.

Piştre endama Meclîsa Jinan a Jiyan Avaşîn Tetwan axivî û anî ziman ku jin ne tenê li ber xwe didin, jin êdî veguherîne wê hêzê ku jiyanê jinûve ava dikin, civakê vediguherînin û aştiyê ava dikin.

Tetwan di şexsê Zîlan de jinên di nava têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan bi hurmet û minet bi bîr anî.

Her wiha anî ziman ku perspektîfa Aştî û Civaka Demokratî ji bo jinan di asta jiyanî de girîng e û destnîşan kir ku jin hêza herî bingehîn a civaka demokratîk e. Tetwan got, “Dengê ku em îro ji Londonê bilind dikin parçeyek ji vê têkoşînê ye. Niha dema jinê ye, niha dema mezinkirina aştiyê ye, dema avakirina civaka demokratîk e.

Piştre Koma Govenda Jinên Kurd a Ciwan hunera xwe pêşkêş kir. Koma Erebaneyê ya Jinan a di bin Sîwana Meclîsa Jinan a Jiyan bi hunera xwe bal kişand.

Di çarçoveya festîvalê de hunermned Olcay Bayir bi Kurdî û Tirkî stranên xwe got.

Her wiha peyamên piştevaniyê yên rêxistinên çep, şoreşger, saziyên Elewiyan û komeleyên herêman hate xwendin. Hate destnîşankirin ku têkoşîna azadiya jinê divê bi ruhê berxwedanê yê Zîlan bê mezinkirin.

Bi navê enternasyonalîstan Îda axivî û anî ziman ku li seranserê cîhanê şer, patriyarka, kapîtalîzm û emperyalîzm bûye sedema hilweşînên mezin û hêviya herî xurt a li hemberî vê yekê têkoşîna azadiyê ya jinan e.

Bi navê Tevgera Jinên Kurd jî siyasetmedar Sebahat Tûncel axivî. Sebahat Tûncel diyar kir ku derbasbûna ji têkoşîna çekdarî be bi siyaseta demokratîk tenê guhertineke rêbazê nîne û ragihand ku Banga Aştî û Civaka Demokratîk perspektîfeke rêxistinbûna jiyaneke sosyalîst, demokratîk û nû ye.

Sebahat Tûncel diyar kir ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê bi guhertinên qanûnî bi ser nakeve û destnîşan kir ku ya azadiyê mayinde bike ew e ku gel li her devera lê ye jiyana komînal û demokratîk bi rêxistin bike.

Piştî xaftinan hunermned Lale Koçgun û Kewê derketin ser dikê.

Li qada festîvalê silav ji Rêber Apo re hate şandin û banga bicihanîna mafê hêviyê hate kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN LONDON 

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Qirkirina jinê bi destê mîlîtarîzmê tê rewakirin’
Nûçeya Pişt re Hevkariya Zanîngeha Kobanê ya bi zanîngehên navneteweyî re xurt dibe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kanek terikandî ya li Efrîkaya Başûr hilweşiya: 14 madenkar mirin

Li bajarê Rustenburg ê Efrîkaya Başûr madeneke terikandî hilweşiya û di encamê de 14 madenkarên…

Ji aliyê Stêrk TV

Gerîlayên şehîd Egîd Sîncar û Cernas Şemerî li Şengalê hatin bîranîn

Egîd Sîncar û Cernas Şemerî ku HPG'ê şehadeta wan ragihand, li Şengalê hatin bîranîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Julian Dray: Li pişt êrîşan kijan bazariya qirêj heye?

Wekîlê berê yê Partiya Sosyalîst a Fransayê Julian Dray, ji ber êrîşên li ser Rojava…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Stenbolê di binê çavan de destdirêjî li aktîvîsta Alman hate kirin, TJK-E li ber rabû

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?