Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê ji bo protestokirina tehliyekirina konteynirên li herêma erdhejê, li ber avahiya şaxê daxuyanî da.
Hevserokê ÎHD’ê yê Îskenderûnê Yusuf Berkyurek diyar kir ku mexdûrên erdhejê bi salan neçar man di konteyniran de bijîn, ev yek bi serê xwe rewşeke ku nayê qebûlkirin e û destnîşan kir ku gavên îro tên avêtin tene weke pêvajoyeke “tehliyeyê” nayê dîtin. Berkyurek got, “Pirsgirêk rakirina konteyniran nîne. Pirsgirêk ew e ku hîna polîtîkayeke başkirinê ya li ser esasê mafan û civakî nehatiye avakirin, pêvajoya tehliyeyê tê meşandin.”
Berkyurek ragihand ku tevî 42 meh li ser erdhejê derbas bûne jî, siberoja mirovan nehatiye mîsogerkirin û got, divê polîtîkayeke başkirinê ya li ser esasê mafan û civakî demildest bikeve meriyetê ku mafê tenduristî, ewlehî û debarê misoger bike.

