Çarşem, 21 Gulan 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Sabrî Ok: Heval Fûat Apoyiyekî sade bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parêzera OHD’ê Rûken Gulagaci hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 21’Ê GULANA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Em li ser gavên çareseriyê axivîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera DEM Partî û CHP’ê de hevdîtin pêk tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina DEM Partî û CHP’ê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Nedîm Seven: Em ê çanda Apoyî li mirovahiyê belav bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zilar Stêrk: Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ispat kir ku nikare bê qedandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Maxmûrê piştî 6 rojan berxwedana xwe bi dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kaytan û Altûn li Silêmaniyê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaxê Dersimê yê ÎHD’ê: Bila Peymana Windahiyan a NY bê îmzekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Êrîşên artêşa Tirk ên li ser gerîla dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJK’ê ji bo parastin û mezinkirina mîrateya şehîdan bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Kongreya 1’emîn ya Hevgirtina NADA hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevseroka Giştî ya DBP’ê serdana Şanaz Îbrahîm Ehmed kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Kongreya NADA’yê di roja 3’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya NADA’yê: Jin ji bo aştî û demokrasiyê li qadan ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongreya Jinê ya NADA li Silêmaniyeyê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Herfordê pêşangeha Hêviya Tawisê Melek hat vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê 4’emîn Festîvala Çandî ya Kurd destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê: Yekîtiya gelê Kurd bi ziman dest pê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Parîs ji 4’emîn Festîvala Çanda Kurdî re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Kurdî ya ji bo Lêkolîn û Zanistî Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Barcelonayê 7’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • KOBANÊ
  • ROJEV
  • WAN
  • ŞENGAL
  • MÊRDÎN
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Baregeha Zilîkan weke volkana li ber teqînê ye
Di navbera DYE û Îranê de hevdîtinên nerasterast destpê kirin
Li Şamê dengê teqînan hate bihîstin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê komplo hate şermezarkirin
Rojane

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê komplo hate şermezarkirin

Komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo, li bajarên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hate protestokirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Sibat 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Bi boneya 26’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo, li gelek bajaran daxuyanî hatin dayin û meş hatin lidarxipstin. Di çalakiyan de bal kişandin ser hevdîtinên bi Rêber Apo re hatin kirin, hate xwestin ku tecrîda 26 sal in didome were rakirin û Apo ji hêla fîzîkî ve azad bibe.

ÊLIH

Bi boneya komploya navneteweyî li Êlihê meş hate lidarxistin. Bi sedan kesên li Parka Yilmaz Guney hatin gel hev, pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê” hilgirtin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li meşê bûn û beriya meşê daxuyanî hate dayin.  

Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk daxuyanî xwend û got ku pêvajoya komployê hêj berdewam e. Tekîk, anî ziman ku got ku armanca ji komployê ew bû ku têkoşîna demokratîkkirin û azadiyê ya gelê Kurd were bidawîkirin û wiha pê de çû: “Komploya modernîteya kapîtalîst bandor li seranserî cîhanê kir û stratejiyên ji bo lêgerîna civakeke demokratîk a Rojhilata Navîn hedef girt. Lêbelê, afirînerên komployê bi ser neketin. Birêz Ocalan, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd li Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek stratejî pêş xist û di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de jî lêgerînên xwe yên ji bo çareseriyê domand. Û berxwedana wî ya li Îmraliyê, bû sembola vê têkoşînê. Sekna dîrokî ya birêz Ocalan, li dijî hedefên komploya navneteweyî berxwedaneke mezin derxist holê.”

Di berdewamê de Tekîk diyar kir ku ew di qonaxeke dîrokî de ne û wiha got: “Divê em careke din bibêjin ku îradeya çareserî û azadiyê ya birêz Ocalan, firsendeke dîrokî ye. Ev îradeye wekhevî û azadiya tevahiya gelan daxwaz dike û ji bo avakirina civakeke demokratîk, gaveke mezin e. Ev pêvajo, divê hêza sereke ya siyaset û civakê be. Di heman demê de bang li gelê Kurd û hemû gelên daxwaza azadî û demokrasiyê dike; hêzên komploger 15’ê Sibatê ji bo gelan veguherand ‘Roja Reş.’ Lêbelê, divê ev dîroka tarî êdî parçeyek be. Îro, divê roja azadiyê be. Em bi hev re hemû astengiyan derbas bikin, ji bo azadiyê têbikoşin û daxwaza azadiya birêz Ocalan bikin. Hewceye salvegera 26’emîn a 15’ê Sibatê di şexsê birêz Ocalan de bibe roja azadiyê.”

Piştî daxuyaniyê, heta avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya bajar meş hat lidarxistin. Di meşa ku ji Parka Yilmaz Guney dest pê kir de gelek caran dirûşmên “ “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana gelê Kurd”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin.

RIHA

Komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Rihayê jî bi pêşengtiya DBP, DEM Partî û TJA’yê hate protestokirin. Li pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan a li navçeya Halîliyeyê daxuyanî hate dayin. Parlamenterên DEM Partiyê Omer Ocalan û Mehmet Zekî Îrmez, hevşaredar, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kes tev li bûn. Girse, ji avahiya DEM Partiyê a Halîliyeyê ber bi qada daxuyaniyê ve bi dirûşma “Bijî Serok Apo” meşiya. Di meşê de pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê” hate hilgirtin. Hevserokê DBP’a Rihayê Mahmût Manas di daxuyaniyê de axivî û got ku bi komploya navneteweyî re hiqûqa navneteweyî hatiye binpêkirin. Manas, got: “Di şexsê birêz Ocalan de xwestin têkoşîna azadiyê ya gelan tesfiye bikin. Lê belê miraza komplogeran hasil nebû.”  

Parlamenter Omer Ocalan jî wiha got: “Ev sedsal in polîtîkayên tunekirin, îmha û pişaftinê didomin. Bi birêz Ocalan re dê azadî bê. Divê em destê birêz Ocalan xurt bikin. Birêz Ocalan her tim ji bo aştiyeke birûmet xebitî. Di demên berê de di navbera birêz Ocalan û dewletê de gelek hevdîtin hatin kirin. Birêz Ocalan ev 26 sal in ji bo demokrasiyê têdikoşe. Em piştgiriyê didin çareseriya demokratîk. Îktîdara AKP’ê siyaseteke qirêjî dimeşîne. Ma dê ev şerê qirêjî heta kengî bidome. Komplo negihişt armanca xwe. Em piştgiriyê didin birêz Ocalan. Em ji bajarê birêz Ocalan bang dikin. Divê îktîdar siyaseta xwe biguherîne. Em careke din komployê şermezar dikin û dibêjin ku bila Îmrali êdî bibe girava demokrasî û aştiyê.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû. Piştî daxuyaniyê, li avahiya DEM Partiyê ya Halîliyeyê sînevîzyoneke têkildarî komployê hate pêşandan.

EDENE

Bi pêşengtiya DBP, TJA û DEM Partiyê li Parka Înonu ya Edeneyê daxuyanî hate dayin û komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hate şermezarkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Edeneyê Seyfettîn Aydemîr got ku ew ê li ber xwe bidin û teqez bi ser kevin. Rêveberê DEM Partiyê yê Edeneyê Yaşar Demîr jî got ku îradeya çareseriyê û biryardariya Rêber Apo komploya navneteweyî vala derxist û got: “Girtîgeha Girava Îmraliyê veguherand qada berxwedanê û seknekî dîrokî raber kir. Ev sekn bû îspata wê ku komplo bi ser neketiye.”

MÊRSÎN

Li Mêrsînê jî bi pêşengtiya TUAY-DER û MEYADAR’ê daxuyanî hate dayin. Daxuyanî, li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Akdenîzê hate dayin û pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiye” hate hilgirtin. Hevserokê Çukurova TUAY-DER’ê Metîn Înce got ku ji bo 15’ê Sibatê veguherînin “Roja azadiyê” dê têkoşîna xwe mezin bikin.

Hevserokê DEM Partiyê yê Akdenîzê Nizar Esen jî bertek nîşanî xespkirina îradeyê da û got: “Weke DEM Partiyê em ê qebûl nekin.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

HATAY

Rêxistina DEM Partiyê ya Hatayê jî li pêşiya rêxistina Îskenderûnê daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Naîm Ozbek di daxuyaniyê de got: “Rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, ji bo pêşeroja tevahiya gelên Rojhilata Navîn girîng e. Em dibêjin şer re na, aştî a niha. Bijî xwişk-biratiya gelan.”  

ŞIRNEX

Partiyên siyasî û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Şirnexê jî komploya navneteweyî protesto kirin. Li navenda bajar meş hat lidarxistin. Di meşê de pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê” hate hilgirtin. Di meşê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Bimre komploya 15’ê Sibatê” hate berzkirin.

Piştî meşê daxuyanî hate dayin. Hevserokê Navçeya Navendî ya DEM Partiyê Selahattîn Barinç di daxuyaniyê de axivî û got: “Çareserî û aştiya ku birêz Ocalan dixwaze pêk bîne, di heman demê de têkoşîna avakirina Tirkiye ya demokratîk e. Em careke din dibêjin; fikriyata birêz Ocalan û îradeya wî ya çareseriyê, ji bo pêşerojeke azad û demokratîk firsendek e. Xwedîderketina li vê îradeyê erk û berpirsyartî ye.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal jî got: “Hêzên tev li komploya navneteweyî bûn, di şerê li Rojhilata Navîn de bi feraseta komployê tevdigerin. Wê demê xwestin di şexsê birêz Ocalan de hebûna gelê Kurd tesfiye bikin. Dê têkoşîna me heta azadiyê bidome.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê bi boneya 26’emîn salvegera Rêber Apo ku bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê meşek hat lidarxistin. Bi sedan kesên li ber Mizgefta Şakir Nuhoglu ya li taxa Artukluyê hatin cem hev bi pankarta “Mizgînî ya Roja Me Wê Hemû Rojên Reş Ronî Bike” meşiyan. Di meşê de bê navber dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Serok Apo” û “Qasidê aştiyê li Îmraliyê ye” hatin berzkirin.

Di meşê de hin welatiyên ku derketin pencereyên xwe bi çepikan piştgiriya xwe nîşan dan, welatiyên bi wesayîtên xwe derbas dibûn jî li qurneyan xistin û çalakvanan silav kirin. Piştî meşê li Parka Karayollari daxuyanî hat dayîn.

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrdînê Nîlûfer Elîk Yilmaz wiha axifî: “Modernîteya Kapîtalîst a ku komplo pêk anî, ji aliyekî ve Şerê Cîhanê yê Sêyemîn derbasî qonaxeke nû kir, li aliyê din jî lêgerîna civakeke demokratîk a çareseriya mayînde ya Rojhilata Navîn hedef girt.”

Piştre Parlamenterê Kamuran Tanhan axivî û got: “Birêz Ocalan ne tenê îro vê bangê dike. 8 caran agirbest îlankir, lê muxatab nedît. Gelê Kurd 100 sal in di bin zext û zordariyê de banga aştiyê dike. Weke Mêrdînê îro jî li her derê ji bo aştî, azadî û wekheviyê amade ne. Ger hûn samîmî bin, rê û muxatab jî diyar e.”

Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Dû re jî çalakî hat bidawî kirin.

SÊRT

Di daxuyaniya 15’ê Sibatê ya li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Sertê de pankarta “Em ê roja tariyê vegûherînin roja azadiyê” hat vekirin.

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Sêrtê Mustafa Dayanan, di çalakiyê de wiha axivî û got: “Birêz Ocalan li dora paradîgmaya çareseriyê bûye yek û îradeyeke mezin nîşan daye.”

Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dewleta Tirk Girê Sivê yê Kobanê bombebaran dike
Nûçeya Pişt re Li Mexmûrê Komploya 15’ê Sibatê hate protestokirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Mihemed Weys: Bi saya fikrên Rêbertî em bi xwe hesiyan

Rewşenbîrê Ereb Mihemed Weys diyar kir ku ew ji pirtûkên Abdullah Ocalan bandor bûye û…

Ji aliyê Stêrk TV

Şehîd Zelal Efrîn li Şengalê hat bibîranîn

Şehîd Zelal Efrîn a ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de…

Ji aliyê Stêrk TV

Tevgera Azadî serketina DEM Partiyê pîroz kir

Desteya Rêveber a Tevgera Azadî têkildarî serketina DEM Partiyê ya di hilbijartinên xwecihî yên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Sabrî Ok: Heval Fûat Apoyiyekî sade bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Parêzera OHD’ê Rûken Gulagaci hate binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Reqayê muzexaneya li ser sûcên DAÎŞ’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji gaziyan re bawernameya serketinê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?