În, 6 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Saritaş: Ocalan stratejîk nêzîk dibe, divê dewlet planê pêşkêş bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Siyaseta derve ya Tirkiyeyê di dijberiya Kurdan de asê maye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên ku dê li Newroza Amed, Wan û Stenbolê derkevin ser dikê hatin eşkere kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êriş bir ser Silêmanî û Hewlêrê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bi dronan êrîşî Helebce, Soran û Gare hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şanaz Îbrahîm: Kurd wê êdî nebin amûrê kesî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bi dronan êrîşî du cihên Hewlêrê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê: Êrîş wê têkoşîna me qels nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Îdîa bi temamî bêbingeh in

    Ji aliyê Stêrk TV

    6 partiyên ku li Rojhilatê Kurdistanê di bin banekê de hatine cem hev û armancên wan?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Divê ji bo jinan her roj mîna 8’ê Adarê were dîtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan banga tevlîbûna meşa 8’ê Adarê ya Dusseldorfê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xunav Xelîl: Wê têkoşîna jinan her bilind bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Qamişloyê bi meşaleyan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Pêla duyemîn a şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Rojhilat dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Rojava çalakiyên 8’ê Adarê dewam dikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê banga li kedkarên Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd di roja 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Li Başûr û Iraqê êrîşên bi dron û fuzeyan didomin
Rojane

Li Başûr û Iraqê êrîşên bi dron û fuzeyan didomin

Bandora şerê navbera Îran û Emerîka-Îsraîlê li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî tê dîtin. Duh bi şev gelek dever bi dron û mûşekan hatin bombebarankirin. Di encamê de 2 sivîl birîndar bûn û ziyanek mezin çêbû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 6. Adar 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Şerê ku di 28’ê Sibatê de di navbera Emerîka-Îsraîl û Îranê de destpê kir, her diçe li herêm berfirehtir û dijwartir dibe. Herêma Kurdistanê û Iraq jî para xwe ji ziyanên vî şerî girtine. Ji destpêka şer ve bi hinceta baregehên Emerîka yên li nav Herêm û Iraqê, her wiha hêzên çekdar ên nêzî Îranê yên li Iraqê, gelek deverên Herêma Kurdistan û Iraqê têne bombebarankirin. Duh bi şev jî êrîş berdewam bûn.

2 WELATÎ BIRÎNDAR BÛN

Carek din êrîşî çiyayê Korek hate kirin. Li gorî agahiyên bi dest ketine, duh şev carek din sînorê çiyayê Korek hate bombebarankirin. Di nava vê heftiyê de ev cara sêyeme êrîşî çiyayê Korek tê kirin.

Her wiha duh derengiya şevê dronek xwekuj li taxa Westa Receb a ser bi îdareya Soranê ket xwarê. Li gorî agahiyan di encamê de du welatî birîndar bûn.

Duh şev gundên Kewertê ya ser bi bajarokê Çoman û gundê Dergele ya ser bi navçeya Wertê jî hatin bombebarankirin.

Bi dronan şeva borî, bîrên petrolê yên Çemanke yê nêzî gundê Geverkê, li quntarên Çiyayê Gare li sînorê Amêdiyê ser bi parêzgeha Duhokê, hatin bombebarankirin. Piştî êrîşê, şîrketa petrolê ya Emerîka HKN Energy ku li Herêma Kurdistanê kar dike, biryar da ku hemû çalakiyên xwe yên li herêmê rawestîne.

Li gorî çavkaniyên herêmî, şîrketê ji bo parastina jiyana karmendên xwe û ewlehiya alavên xwe yên teknîkî qad vala kir û hilberîna petrolê rawestand.

‘BALAFIREK ŞER A EMERÎKAYÊ LI BESRAYÊ KET XWARÊ’

Şaneya ragihandinê ya ewlehiyê ya Iraqê ragihand ku duh şev dronek dema di navbera parêzgehên Kerkûk û Silêmaniyê de hewl dida saziyekê hedef bigire, hate xistin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku saet 22:10’an dema ku dronek hewl dida saziyeke di navbera parêzgehên Kerkûk û Silêmaniyê de hedef bigire, hate xistin. Tîmên taybet gihiştin cihê bûyerê û dron bi zanistî hate desteserkirin û ti zirar çênebû.

Her wiha duh bi şev gote gotên ku balafireke şer a Emerîkayê li parêzgeha Besrayê ketiye xwarê belav bûn. Fermandariya polîsan daxuyaniyek belav kir.

Fermandariyê bêyî ku sedema qezayê diyar bike, ragihand ku tîmên polîsan li pey pîlotê balafirê digerin.

Duh şev yek ji otêlên li navenda Bahreynê ji aliyê Îranê ve hate hedef girtin. Hate ragihandin ku Îranê bi hinceta hebûna Emerîka û Îsraîlê li wir êrîşî otêlê kiriye.

Her wiha balafirên şer ên Emerîka û Îsraîlê duh bi şev baregehên Îranê yên li ser sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê nêzî Pîranşarê, bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên herêmî, di encama bombebaranê de qurbanî çêbûn û ziyanek mezin gihişte baregehan.

Hêjayî gotinêye ku Berdevkê Hêzên Çekdar ên Xatem-ul-Enbîya Îbrahîm Zulfexarî Îranê di çarçoveya Operasyona ‘Soza Rastîn’ de zêdetirî 2 hezar dronan û 600 mûşek avêtine baregehên Emerîka û Îsraîlê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Temellî: Siyaseta derve ya Tirkiyeyê di dijberiya Kurdan de asê maye
Nûçeya Pişt re ‘Divê ji bo jinan her roj mîna 8’ê Adarê were dîtin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hikûmeta veguhêz çekên giran li derdora Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi cih dike

Hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê liv û tevgera xwe ya leşkerî ya li taxên Şêxmeqsûd…

Ji aliyê Stêrk TV

Dorpêça Kobanê dewam dike: Leşkerên Tirk 9 roj in li sînorê Kobanê xendekan dikolin

Dema ku HTŞ û dewleta Tirk dorpêça li ser Kobanê didomîne, li derdora Deriyê Sînor…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Dersimê 5 kes hatin binçavkirin

Hate ragihandin ku hêzên dewleta Tirk li Dersim û navçeya Qisleyê di serdegirtina malan de…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

TJK-E: 8’ê Adarê em li qadan bin!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Saritaş: Ocalan stratejîk nêzîk dibe, divê dewlet planê pêşkêş bike

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Temellî: Siyaseta derve ya Tirkiyeyê di dijberiya Kurdan de asê maye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?