Çavkaniyek ji Kompanyaya Neftê ya Bakur ji bo medyaya navxwe ragihand ku bi biryara kompanyayan niha nefta Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhan ya Tirkiye dihate şandin, hatiye sekinandin.
Bi destpêkirina şerê di navbera Îsraîl-Amerîka û ÎRanê de hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê ya di navbera 200 heta 250 hezar varêl ya di rojekê de bi qasî 100 hezar varêl kêm kiriye.
Piştî belavbûna êrişan re îro temamî hinardekirina neftê hatiye sekinandin.
Çavkaniyê eşkere kir ku sedemê neşandinê jî kêmkirina ziyanekê ye ku di her rewşeke êrişan ya li ser bîrên petrole û boriyan. Eger di dema karkirinê de êrişek bibe wê ziyana wê bêhtir be ku kar neke.

