Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
“Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li gundên nêzî Bendava Tişrînê li çeteyên dewleta Tirk a dagirker dixin. Gelek maşîneyên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin û bi dehan çete hatin kuştin. Çalakiyên hêzên me dewam dikin. Tirs û tevlihevî di nava çeteyan de çêbûye.”