Rêber Apo ji bo jinan hemûyan bû hêvaiya jiyaneke bi wate. Dmea ku li Sûriyeyê karên îdeolojîk û rêxistinî dimeşand, gelek mirovên ji gelên Kurd û Ereb derfet dîtin ku wî bibînin. Bandoreke mezin li jiyana jinan û gelên herêmê kir. Yek ji kesên ku Rêber Apo nas kir Meryem Henan e ku li Tişrînê di êrîşa dewleta Tirk û çeteyên wê de birîndar bû. Meryem Henan ku bi navê Dayika Nîdal jî tê naskirin, niha li nava Saziya Malbatên Şehîdan kar dike. Dema ku Rêber Apo li Lubnanê kar dikir, firsend dît ku wî nas bike û qala kêliyên wê demê kir.
Meryem Henan ku dayika şervan Nîdal e, qala bandora dîtina Rêber Apo kir, “Ne bi Kurdî ne jî bi Erebî min perwerde dît. Lê belê dibistana min û felsefeya min Rêber Apo ye. Di navbera salên 1988 û 1991’ê de li Tebqayê dimam. Wê demê Rêber Apo li Lubnanê bû. Her sal 15’ê Tebaxê bi coşeke mezin dihate pîrozkirin. Di sala 1991’ê de ji bo pîrozbahiyan em çûn Lubnanê. Kurê min jî li gel min bû. Xeyala min ew bû ku Rêber Apo bibînim. Gelo wê çi bigota? Min ê moraleke çawa jê werbigirta? Weke jineke ku di nava malbatê de tine dihate hesibandin, zarokekî 15 salî jî ji min re digot, ‘Ev ne karê te ye, ji ber ku tu jin e’. Lê belê yekane tişta ku min meraq dikir ew bû ku Rêber Apo wê çi ji me re bigota.
Saet bûbû 12’ê şevê, bi mîkrofonê anons hate kirin, hate gotin, ‘Bila her kes li qadê bicive, Rêbertî wê biaxive’. Wê kêliyê bêdengiyeke welê çêbû ku derzî biketa erdê wê dengê wê bihata bihîstin. Li qadê deng ji kesî dernediket. Rêber Apo got, ‘Min we ji xewa we hişyar kir, ji ber ku li vê qadê ez ê civînekê lidar bixim’. Piştre dest bi axaftinê kir. Nikarim bibêjim ku her tiştên wî digot, min fêhm kir, lê belê min hin tişt fêhm kir. Got, hêza jinê heye ku civakê ava bike. Anî ziman ku jin her tişt e ku kesî dengê wê nedibihîst, nas nadikir. Her ku min li Rêber Apo guhdarî dikir, ez dibûm xwedî hêz. Piştî ku li Tebqayê vegeriyam yekser tevlî kar bûm.”
DÎTINA DUYEMÎN A RÊBER APO
Di sala 1991’ê de piştî ku kurê wê Nîdal tevlî eniya şer bû, Meryem Henan jî derbasî Helebê bû û li wir tevlî ka bû. Di sala 1994’an de agahî jê re hat û hate gotin, ‘Xwe amade bike, em ê biçin cihekî’. Lê belê nizanîbû ku wê bi ku ve biçe û Rêber Apo bibîne. Meryem Henan diyar kir ku meha Îlonê yan jî Cotmehê bû, li Helebê ew çûn taxa Suryaniyan, çûn mala Cemîl Henîf ê ji Efrînê û got, “Ez li ser wê kursiyê rûniştim ku gelekî nêzî Rêber Apo bû. Di navbera me de zêde mesafe nebû. Her kesî hewl dida pirsê jê bike. Rêber Apo çavên xwe digirt, guhdarî dikir bê kî diaxive û piştre bersiv dida. Mirovekî bi temen rabû ser piyan û got, ‘Serokê min, bi keviran em ê nikaribin balafirên şer bisekinînin’. Rêber Apo ev bersiv da wî: ‘Hûn hîn bûne ku di bin per û baskê hinekê din de bin. Eger em xurt bin, her kes wê bê ber lingên me’.
Dîtinra Rêber Apo hêz dida mirovan. Axaftina xwe dewam kir û ji me re got, ‘Dayik divê pêşeng bin. Eger dayikek ji xwe ne bawer be wê tine bibe. Ji ber ku yên ku civakê ava dikin û bi pêş ve dibin jin in. Eger li malekê mêr nebe ew mal xera nabe, lê belê li malekê sed mêr û sed zarok hebin lê jin hebe wê nikaribe bi pêş ve biçe. Divê jin xwe tine nehesibînin. Di nava civakê de jin xwedî maf e’. Rêber Apo şexsek nîne, ew gel e. Ji ber vê yekê jî em dibêjin ‘Bê Serok jiyan nabe’.
Heta niha bêyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em jiyan, lê belê êdî bêyî fikrên wî em nikarin bijîn. Fikrên wî li her goşeya cîhanê belav bûne, hatine xwendin û qebûlkirin. Îro gelek destketiyên me hene, ji ber ku em xurt in. Me ev hêz jî ji fikrê Rêber Apo û têkoşîna çekdarî wergirt. Di sala 2005’an de çûm çiyayên Kurdistanê. Min li wê derê gerîlayekî por dirêj dît. Min fêhm kir ku ew gerîlayekî biyanî ye û jê pirsî, ‘Em ji bo zimanê xwe şer dikin, baş e tu ji bo çi hatiye çiyê?’ Wî jî got, ‘Ez ji bo naskirina fikrên Rêber Apo hatime, ji Fransayê hatime’. Fikrên Rêber Apo bi vî rengî li cîhanê belav bû.”
RÊBER APO LÎDERÊ GELÊN BINDEST E
Meryem Henan bi bîr xist ku bi milyonan Kurd ji mafên xwe bêpar hatine hiştin, lîderê wan hîn dîlgirtî ye û got, “Ez ji vê derê bang dikim; divê em li dora Rêber Apo bicivin. Eger em ji bo azadiya wî tênekoşin, weke gel em ê nikaribin hebûn û mafên xwe biparêzin. Tenê bi axaftina li dora maseyê nabe. Ji ber ku heta pirsgirêka Kurd çareser nebe, heta Rêber Apo azad nebe pirsgirêkên li Rojhilata Navîn jî çareser nabin.
Rêber Apo ne tenê lîderê Kurdan e, ew lîderê gelên bindest hemûyan e. Fikrê wî azad e, lê belê ji aliyê fîzîkî ve li zindanê ye. Li zindanê ti carî teslîmiyet qebûl nekir. Em îro bi fikrên wî li ber xwe didin. Ez jî yek ji wan dayikan im, di encama êrîşa dewleta Tirk de li Bendava Tişrînê birîndar bûm. Em ê berxwedana xwe dewam bikin. Weke dayikên şehîdan heta ku em sax bin em ê li dora Rêber Apo bicivin. Em êdî dixwazin wî di nava xwe de bibînin. Bi hêviya ku wî bi rengekî azad bibînin em dijîn. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were em ê têkoşîna xwe dewam bikin.”