Roja yekem a meşa du rojan bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê saet di 15:30’an de li qada Oranîenplatzê destpê kir. Beriya meşê daxuyanî hatin dayîn û hat gotin ku ciwan heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê li qadan bin.
Jugend Kommune Berlîn, Franktîonsvorsîtzende der Lînke Neukoln, Meclîsa Jinan ya Dest Dan, Endamên Meclîsa Nav Berlînê û dostên Kurdan beşdarî çalakiyê bûn.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin: “Komploya navneteweyî ya ku hêzên navneteweyî û welatên herêmê di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Ocalan dabûn destpêkirin, di 15’ê Sibata 1999’an de bi piştgiriya hêzên navneteweyî li Îmraliyê ew dîl girtin. Li hemberî hêzên ku di şexsê Rêber Ocalan de xwestin gelê Kurd bitirsînin û qir bikin, Rêber Ocalan bi helwest û paradîgmaya xwe ya çareseriya demokratîk komplo pûç kir.
Tu agahî ji Rêber Ocalan ku 3 sal in di tecrîda mutleq de ye nayê. Em weke endamên TekoJIN û TCŞ’ê heta azadiya fîzîkî em ê li dora Rêberê xwe bibin yek û li qadan bin.”
Siyasetmedar Sîbel Yîgîtalp di çalakiyê de axaftinek kir û got, “Têkoşîna me bi tecrîda mutleq a 36 mehan a li ser Birêz Ocalan re tê meşandin sist nebû û îro li tevahiya cîhanê belav bûye. Hemû cîhan dixwazin tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Em jî baş dizanin ku her ku tecrîd zêde bibe wê mirin zêde bibe û zilm jî zêde bibe. Em dizanin ku yê van mirinan dixwaze hikûmeta AKP’ê ye. Li hemberî vê jî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dewam dikin. Çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin, heta ku tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan rabe û azadiya fîzîkî bi dest bixe em ê têbikoşin.”
Tevî barana zêde jî di tevahiya meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Rêber Apo”, “Bijî berxwedana zindanan”, “Ciwan fedaiyê Rêber Apo ye”, “Es lebe Ocalan” hatin berzkirin.
Meş wê sibe saet di 15:30’an de ji qada Alexanderplatzê destpê bike û li Brandenburger Tor bi mîtîngekê bi dawî bibe.