LI MÊRDÎNÊ 13 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeyên Artûklû, Şemrex, Qoser, Dêrik û Nisêbînê yên Mêrdînê serdegirtin hatin kirin.
Li Artûklûyê polîsên Tirk kesê bi navê Baver Akpinar binçav kirin û radestî jendermeyan kirin.
Li Nisêbînê di serdegirtinan de Çiya Tanhan û 4 kesên navê wan nehate hînbûn, li Qoser, Şemrex û Dêrikê herî kêm 8 kes hatin binçavkirin.
LI ERZÎROMÊ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Di serdagirtinên navçeyên Qereyazî, Qereçoban û Çadê de Aydin Sefîl, Îsmaîl Işık, Cuneyt Buyukkaya û Serhat Kaçar hatin binçavkirin. Polîsan 4 kesên bi îdiayên ser hesabên xwe yên medya dîjîtal de “propagandaya rêxistinê kirine” hatine binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Erziromê.
LI RIHAYÊ 4 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîsan avêtin ser gelek malan di encamê de Huseyîn Kilivan, Suleyman Kahraman, Abdûllah rabîndûz û Mûhammed Bekîroglû bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin.
LI SEMSÛRÊ 3 KES HATIN BINÇAVKIRIN
Li navçeyên Kolik û Sergolanê yên Semsûrê 4 kes bi îdîaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçavkirin.