Li bajarokê Çelebiyê yê bajarê Kobanê, tayînkirina şaredar ji aliyê hikumeta demkî ve hate şermezarkirin. Bi dehan kesên li bajêr ji bo nerazîbûnê nîşanî tayînkirinê bidin li ber avahiya şaredariyê li hev kom bûn.
Gelê herêmê ragihad ku tayînkirin li dijî lihevkirina 29’ê Çileyê ya navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê ye. Gelê herêmê diyar kir ku li gorî lihevkirinê divê her herêm rêveberên xwe bi xwe hilbijêre û îdareya herêmî ji aliyê gel ve bê diyarkirin.
Hêzên ewlekariya giştî yên ser bi hikumeta demkî ve hewl dan şêniyên herêmê belav bikin. Di dema destwerdanê de gule li gel reşandin. Nayê zanîn bê ji ber gulereşandinê tiştek bi kesî hatiye yan na.
Şêniyên bajarokê Çelebiyê xwestin têkildarî rewşa dawî daxuyaniyê bidin çapameniyê, lê belê komên çekdar ên ser bi Şamê ve destûr nedan daxuyaniyê. Di heman demê de li pêşiya rojnamevanan bûn asteng ku bûyerên bişopînin.

