Duşem, 16 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Civîna 6’an a koma nivîsandinê bi dawî bû: ‘Xebat dewam dikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberê bajarê Rihayê yê DEM Partiyê Aslan hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma nivîsandinê ya Komîsyona Meclîsê li hev civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pinar Sakik Tekîn: Girtiyên nexweş bi zanabûn ber bi mirinê ve tên hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Sînorkirina nafaqeyê xizaniya jinan kûr dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Serokeşîrên Şengalê: Her cûre leşkerîkirin û ferzkirina şer a li ser Şengalê red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranye li ser Roja Zimanê Dayikê semîner hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Goran kongreya xwe lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê banga ji bo ‘Murşîtpinar’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên HPG Û YJA Starê: Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora TJA’yê: Êrîşên li ser Rojava mîmariya tundiyeke plankirî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Êzidî: Çavê gelên bindest li azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin dest bi amadekariyên 8’ê Adarê dikin: Em bi berxwedanê xwe bi rêxistin dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa jinan a li Bogotayê bi çalakiyên çandî bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan Ragihand ku Tora Berxwedana Gerdûnî Ava Kirine

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bogotayê konferansa jinan ber bi dawiyê ve diçe: Deklarasyon tê pêşkêşkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi berxwedana Rojava strana ‘Cenga Netewî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Estetîka Berxwedanê: Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Colemêrgê çalakiya nobetê hat destpêkirin
Kurdistan

Li Colemêrgê çalakiya nobetê hat destpêkirin

Şandeya ji hilbijartiyên DEM Partiyê yên Wan û Agiriyê pêk hatî, ragihand ku ew li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê çalakiya nobetê dane destpêkirin û heta ku bêhiqûqî bi dawî bibe wê çalakiyên wan bidome.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî biryara Wezareta Karên Navxweyî ya di 3’ê Hezîranê de ji bo qeyûm tayînî Şaredariya Colemêrgê bê kirin dayî, li bajêr dest bi çalakiya nobetê kir. Di roja yekemîn de hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyê yên ji navçeyên Payizava (Gurpınar), Elbak (Başkale) û ji navçeya Agirî Avkevir (Taşlıçay) hatin hilbijatin, hatin bajêr û beşdarî çalakiyê bûn. Heyeta hilbijartiyan di ketina bajêr de ji aliyê Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê ve hate pêşwazîkirin. Girse piştî pêşwazîkirinê bi wesayitan derbasî ber Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê ya li navenda bajêr bûn û bi pêşmalkên bi kurdî û tirkî “Em ê rê nedin qeyûman” û pankarta “Qeyûm qeyûm e, ji desteserkirina vînê re na” heta xaçerêya peyker meşek li dar xistin. Di meşê de girseyê bê navber dirûşmên, “Dê roj bê û AKP hesabê bide gel”, “Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin”, “Colemêrg ya me ye, şaredarî ya me ye” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.

‘HETA KU BÊHIQÛQÎ BI DAWÎ BIBE WÊ ÇALAKIYÊN ME BIDOMIN’

Piştî meşê girseyê li xaçerêya peykerê daxuyanî da. Hevserokê Rêxistina Colemêrgê yê DEM Partiyê Kadîr Şahîn ku dertpêkê axivî, bi bîr xist ku ev cara 3’yemîn e qeyûm tayînî şaredariya Colemêrgê tê kirin û got ku ji 3’ê Hezîranê ve li dijî desteserkirina îrade û bêhiqûqiyê berxwedan tê meşandin. Şahîn anî ziman ku berxwedana wan bênavber didome û wê bidome. Şahîn, wiha berdewam kir: “Em ê berxwedana xwe ya li dijî desteserkirina vînê bi meş û nobetên ku wê 30 rojan bidomînin berdewam bikin. Hilbijartinên şaredariyên di bin banê partiya me de wê du rojan carekê bên bajarê me û nobet, meş û serdana gel pêk bînin. Em ê bi hemû şandeyên xwe yên ku dê bên bajarê me di nava gel de bin. Heta ku em vê bêhiqûqiyê ji hemû cîhanê re ragihînin û encam negirin dê çalakiyên me bidomin.”

‘DEV JI POLÎTÎKAYÊN QEYÛMÊ BERDIN’

Li ser navê heyetê endamê Meclîsa Şaredariya Elbakê ya DEM Partiyê Mehmet Salih Ozdemîr axivî û diyar kir ku gelê Colemêrgê 3 serdemên li gel hemû hîleyan jî li gel DEM Partiyê ye û destnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê nikare vê fêhm bike. Ozdemîr, anî ziman ku ew bang li hikûmetê dikin û wiha domand: “Polîtîkaya we ya qeyûm zirarê dide gel. Demildest û di zûtirîn demê de dev ji polîtîkayên qeyûm berdin. Îhmalkirin û desteserkirina vîna gel guneh e. Armanca sereke ya me ya li vir ew e ku li dijî polîtîkayên qeyûm nobeda edaletê bidin destpêkirin û daxwaza bidawîkirina desteserkirina vîna gel bikin. Tenê armanca qeyûm dizî û tunekirin e. Divê ev raweste, şaredarî radestî vîna gel bê kirin.”

 

Piştî daxuyaniyê şandeyê ji bo têkiliyan derbasî taxan bûn.

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN COLEMÊRG

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Xizmên girtiyan ji Wezîrê Dadê yê Tirk re qala tecrîdê kirin
Nûçeya Pişt re Artêşa Tirk a dagirker li ser rêya Bamernê nasnameyan kontrol dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 7’Ê ADARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Li xebatkarên Ozgurlukçu Demokrasiyê cezayê girtîgehê hate birîn

Rûniştina biryarê ya doza ku têkildarî 6 rojnameger û belavkerekî rojnameyan ên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Mafê hêviyê aştî, wekhevî û azadî ye

DEM Partiya Stenbolê bi boneya 14’emîn salvegera Komkujiya Roboskî daxuyanî da. Hevseroka Giştî ya DBP’ê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Serokeşîrên Şengalê: Her cûre leşkerîkirin û ferzkirina şer a li ser Şengalê red dikin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Ranye li ser Roja Zimanê Dayikê semîner hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Tevgera Goran kongreya xwe lidar xist

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Tulay Hatîmogûllari: Divê em berê xwe bidin Îmraliyê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?