Li derdora bendên hevbeş ên di navbera hêzên hikumeta veguhêz û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, hêzên hikumetê bendên nû çêkirin û astengiyê li welatiyan dikin.
Hêzên hikumeta 3 bendên li derdora her du taxan, li ser rêya Ewarid, Parka Eşrefiyê ji aliyê serweriya hêzên hikumetê ve û bendeke din li ser rêya Cizîrê ya girtî hat çêkirin.
Li gorî şahidan, endamên li ser wan bendên sivîlan disekinînin, telefonên wan kontrol dikin û dema sembolên Kurdî tê de dîtin wan ber bi cihekî nediyar ve dibin.
Li gorî dîmenan jî xuya dibe ku hêzên hikumeta veguhêz ên li ser bendan zextê li sivîlan dikin, belgeyên wan ên takakesî, tiştên wan û telefonên wan kontrol dikin. Bi wê yekê astengiyê li şêniyan dikin.
Şêniyan jî da zanîn ku li ser wan bendan bi dehan keç û xort hatine revandin, bi taybet xwendekarên zanîngehan. Beriya 2 rojan ciwan Mihemed Fadil Mihemed (18) ê ji xelkê Şera yê Efrînê hat revandin.
Hêzên hikumeta veguhêz duh (09 Cotmeh 2025) komên axê ji ser 3 rêyên sereke yên têketinên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê rakirin û rê da ku erebe derbas bibin. Ew yek piştî berxwedana gel li hember ambargoya wan pêk hat.