Gelek partîyên siyasî û rêxistinên jîngehê piştgirî dan meşa bi dirûşma “Em xwedî li qadên xwe yên jiyanê derkevin” hate lidarxistin.
Di meşê de pankartên “Li dijî talana şîrketên madenê em bibin yek û bi hev re têbikoşin”, “Dest nede xweza, av û xaka min” hatin hilgirtin. Beşdaran, dirûşmên “Xozat ranezê xwedî li xaka xwe derkeve”, “Em ê bibin yek û bi ser kevin” û “Sekasor pîroz e dê pîroz bimîne” hatin berzkirin.
Keyayê gundê Bargîniyê Mûstafa Ruzgar li ser navê platformê daxuyanî xwend. Ruzgar diyar kir ku bi vê projeyê re ne tên çandinî, ajalvanî û çavkaniyên avê tune dibin, her wiha li ser çanda jiyana xwezayî ya Dersimê û cihên pîroz jî gefeke mezin e. Ruzgar, banga piştevaniyê li her kesî kir. Ruzgar got ku ev herêm malovaniya gelek zindiyan dike, gelek berhemên dîrokî lê hene û saziyên rayedar ên herêmê weke qada SÎT’ê ragihandine.
Ruzgar da zanîn ku li herêma tê xwestin kana pomzayê lê were çêkirin cihên pîroz ên weke Sûltan Xidir, Ocaga Aguçanê û Dervîş Cemal hene û xwedî cihekî çandî û dîrokî ye. Ruzgar hewl dan weke bêrêziya li dijî baweriya Elewiyan nirxand û got: “Vê şîrketê proje ji gel veşart û ji ruxseta di sala 2025’an de haya me ji ruxseta 2024’an de hatiye girtin bû. Dema hafizeya me hate tunekirin ma hûn ê çi paşve bînin? Ev proje dê tevahiya kaniyên avê ziwa bike û tune bike.”
Parêzer Kenan Çetîn jî got ku pêvajoya dozê ya li Dadgeha Îdareyê ya Erzînganê didomînin û xwest hêj pêvajoya hiqûqî temam nebûyî şîrket dev ji projeyê berde.
Parlamentera DEM Partiyê ya Dersimê Ayten Kordu jî anî ziman ku Sekasur û xwezaya Dêrsimê ji bo wan cihên taybet in û got: “Her mudaxileya li dijî vir tê kirin, êrişeke li dijî xweza, bawerî û hafizeya me ya çandî ye. Hewceye em li dijî vê zîhniyetê bêhtir xwe birêxistin bikin û têbikoşin.”
Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî xwestin şîrket xebatên xwe bide sekinandin.