Milîsên Eylem Ataş ên Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) têkildarî hûrgiliyên çalakiyên ku lidar xistine, ev tişt diyar kirin:
“7’ê Kanûnê li Yeşîlkenta Stenbolê wesayîtek hate şewitandin.
8’ê Kanûnê li Stenbol, derdora Yenîbosna/Kocasînan wesayîtek hate şewitandin.
9’ê Kanûnê li Stenbol, Esenyûrtê motoreke ayîdê cemaetekê hate şewitandn.
6’ê Kanûnê li Kocaelî, Çayiroava/Şekerpinarê tesîseke jinûve hilberandinê ya ayîdê fîrmayeke li Sîteya Sanayiya Jinûve Hilberandinê ya Marmarayê hate şewitandin.
6’ê Kanûnê li Antalya/Alanyayê Febrîqeya Kelûpelan a Beyaz hate şewitandin.”
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê Şoreşa xwe ya Rojava ya ku ji bo gelên cîhanê yên bindest bûye ronahî, biparêzin! Em bang li hemû gelan, karker û kedkarên Tirkiyeyê dikin ku ji metropolên Tirkiyeyê heta Bakurê Kurdistanê di bin ala têkoşîna yekbûyî de bibin yek û xwedî li Rojava û Minbicê derbikevin. Em bang li ciwanên şoreşger û jinên ciwan jî dikin ku li dijî rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst a ku berpirsyarê van êrîş û komkujiyan e, bikevin nava liv û tevgerê û li her derê çalakiyan lidar bixin. Wê bersiva van êrîşên li ser Minbicê, bê dayîn.”