Li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) operasyoneke nû hate destpêkirin. Li malên Şaredarê Beyoglu yê CHP’î Înan Guney, Şêwirmendê wî Yîgît Oguz Duman û hin kesên li Medya A.Ş’ê lêgerîn tê kirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand ku Şaredarê Beyoglu Înan Guney jî di nav de, derbarê 44 kesan biryara binçavkirinê hate dayîn.