În, 13 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Gulengul: Dewlet parastina sermayeyê ji xwe re dike wezîfe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bazara çekên neqeyidkirî bêyî sîstema ku wê xwedî dike nikare dewam bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêvajo hêdî dimeşe, komîsyon divê bi lez ava bibe û bikeve pratîkê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 4 girtiyên din jî hate taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Sîrwan Ariyo Liylax û Amed Şaho bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Kamil Geverî li Mexmûrê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên berxwedana Şengalê hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amed û Xarpêtê ji bo girtiyên jin û nexweş banga berdanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YRK’ê daxuyaniya têkildarî êrişên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Divê Iraq îradeya siyasî û îdarî ya Êzidiyan jî nas bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Nisêbînê çalakiyên 25’ê Mijdarê: Daxuyanî û çandina şitlan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê starda 25’ê Mijdarê: ‘Li Kurdistanê birêxistinbûna jinan nayê astengkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJŞ: Rizgarkirina Şengalê bersiva li fermana 74’an e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed: Em tenê bi têkoşîna xwe dikarin azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tundiya mêr ne tenê li dijî bedena jinê ye, her wiha ruh û jiyana civakî jî dike hedef

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED: Di cînayeta Vesîle Akin de divê berpirsiyarên îhmalên muhtemel hesabê bidin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojên Fîlmên Kurd ên Serçavan a 12’emîn bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nagîhan Akarsel li Romayê di Festîvala Çand û Huner de hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbesta Yildiz Çakar li DYE’yê hêjayî xelata navneteweyî hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Veysî Aktaş: Ji bo serketina aştiyê divê rewşenbîr beşdarî pêvajoyê bibin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê partiyên komîsyonê xwedî li pêvajoyê derkevin
Kurdistan

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê partiyên komîsyonê xwedî li pêvajoyê derkevin

Hevseroka DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di şahiya “Meşa Aştî û Civaka Demokratîk” de axivî û got: “Divê partiyên li Meclisê xwedî li pêvajoyê derkevin. Sedsaleke din û nirxên ku em êdî winda bikin tineye.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li Amedê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi şîara “Şahiya Ciwanên pêşeng û civaka demokratîk,  “Meşa Aştî û Civaka demokratîk” hate lidarxistin. 

Hevserokên DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir, parlamenter û hevşaredarên DEM Partiyê û bi hezaran kes li ber avahiya DEM Partî ya Amedê hatin gel hev. Girse demekê govend gerand û dawiyê bi berzkirina dirûşmeyan “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî” û “Ziman jiyan azadî” ber gi Qada Bajêr a Peyasê ve dest bi meşê kirin.

 

Girse di meşê de silav ji Îmraliyê re şandin. Bi hezaran kes, bi şewqa telefonên xwe kolanên Amedê ronî kirin. Piştî girse gihîştin Qada Bajêr li wir konserek hate lidarxistin. Beşdaran li qada konserê posterên Rêber Apo vekirin û dirûşmeyên wekî “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Rêber Apo” û “PKK gel e, gel li vir e” berz kirin.

Endama Meclîsa Ciwanan a DBPê Sultan Yorulmaz ewilî axivî. Sultan Yorulmaz anî ziman ku heta azadiya Rêber Apo pêk neyê avakirina civakeke azad pêk nayê û got: “Em mîmar û rêberê ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ Abdullah Ocalan ji dil û can silav dikin. Em bi ruhê Sofiyan cejna gelê Kurd pîroz dikin. Rêya me rêya Elîfan e. Rêber Ocalan ji me re dibêje, ‘hûn rêxistin bikin’. Em ê li dijî bişaftinê civakê bi rêxistin bikin. Divê hemû cîhan, dost û dijmin bizane ku heta Rêber Apo ji tecrîda Îmraliyê rizgar nebe, civakek azad ava nabe.”

Piştî axaftina Sultan Yorulmaz; hunermend Kasim Taşdogan derket ser dikê û bi stranên xwe girse coşand. 

DI RÊYA PÊVAJOYA AŞTÎ Û CIVAKA DEMOKRAT|DE HIQÛQ, DEMOKRASÎ, AZADÎ HEYE 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar jî di şhiyê de axivî. Çîgdem Kiliçgun Ûçar qala pêvajoya piştî banga Rêber Apo dest pê kiriye, kir û got, “Di van mehên ku pêvajo berdewam dike de, dixwestin me di hin ceribandinan re derbas bikin û bi zehmetiyan re rû bi rû bihêlin. Tevgera Azadiya Kurd, bi gavên ku ti kes ne li bendê bû avêt. Israr û hewldanên xwe yên ji bo aştiya li Rojhilata Navîn nîşan da. Banga 27’ê Sibatê li seranserê Tirkiyeyê deng veda. Em hêviya jiyaneke bi hev re derketiye holê. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk rêyek e. Ev rê hiqûq, demokrasî û azadiyê di nava xwe de dihewîne.”

Çîgdem Kılıçgu Ûçar bal kişand ser polîtîkayên hikûmetê yên li hember Sûriyeyê û axaftina xwe wiha domand: “Wezîrê Karên Derve yê welat ji Sûriyeyê dernakeve. Derdê wî çi ye? Ew jiyana hevpar a ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ked û têkoşîna xwe avakiriye hedef digire. Ew jiyana hevpar a gelan hedef digire. Îradeya jiyana bi hev re û îradeya demokrasiyê ya ku li Rojava derketiye holê di nav parametreyên bingehîn de ne û her yek ji me wê wan biparêzin.”

TIŞTA KU PÊWÎSTIYA KOMÎSYONÊ HERÎ ZÊDE PÊ HEYE WÊREKÎ YE

Çîgdem Kiliçgun Ûçar li ser komîsyona ku di çarçoveya vê pêvajoyê de li Meclisê hatiye avakirin jî axivî û destnîşan kir ku tişta ku pêwîstiya komîsyonê herî zêde pê wêrekî ye û wiha domand: “Ne dewlet û ne jî partiya desthilatdar divê sînorên îdeolojîk xêz nekin. Tiştê ku em jê re dibêjin civaka demokratîk a aştiyane nayê wê wateyê ku her kes bi heman awayî difikire, bi heman zimanî diaxive, an jî dengê xwe vide heman partiyê. Azadî û serweriya hiqûqê bingeha civaka aştiyane û demokratîk in. Siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn mifteya herî bihêz a çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Kurdan siyaseta demokratîk diyarî van axan kirine. Ji ber vê yekê, ruhê serdema nû siyaseta demokratîk, aştî û civaka demokratîk e. Em hêvî dikin ku nûnerên partiyên siyasî yên di komîsyonê de xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Sedsaleke din û nirxên ku em êdî winda bikin tineye.”

Piştî axaftinan, girse li ber stranên Koma Hevra govend gerand. Di tevahiya konserê de ji bo Rêber Apo dirûşm hatin berzkirin. Şahî bi coş bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li dijî ÎBB’ê operasyon: Derbarê 44 kesan biryara binçavkirinê
Nûçeya Pişt re ‘Ew fermandarek bû ku sînorên cih û demê derbas kirin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Meletiyê erd hejiya, bajarên derdorê jî pê hesiyan

Li navçeya Battalgazî ya Meletiyê bi mezinahiya 5.6 pileyî vê sibehê erd hejiya. Bajarên li…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Zapê dagirkerek hate cezakirin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zapê leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Komîteya Gel û Baweriyan peyama ji bo Cejna Qurbanê

Komîteya Gel û Baweriyan Cejna Qurbanê ya gelên Misilman pîroz kir û hêviya xwe ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Aydin Kudat ê ku berdana wî 6 caran hat astengkirin piştî 34 salan hat berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Kamil Geverî li Mexmûrê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîdên berxwedana Şengalê hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amed û Xarpêtê ji bo girtiyên jin û nexweş banga berdanê hate kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?