Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye ragihand çeteyên dewleta Tirk a dagirker kesê bi navê Îbrahîm Ehmed Yasîn qetil kir û hevjîna wî Menal Mehmûd bi giranî birîndar kir.
Li gorî rêxistinê 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker derdora saet 03.00’an ê berbanga pêncşemê (13 Mijdar 2025) li gundê Meyremîn a bajarê şera yê Efrînê de bi ser mala wan de girt. Rêxistinê da zanîn ku çeteyan destpêkê gule li Menal Mehmûd, piştre hevjînê wê Îbrahîm Yasîn reşandin. Kurê wan ê yekane jî girêdane. Rêxistinê da zanîn ku çeteyan piştî sûc kirin yekser reviyan.
Rêxistin da zanîn ku Îbrahîm di cih de jiyana xwe ji dest da û Menal a birîndar ji bo nexweşxaneya Ezazê hat veguhestin. Tê gotin ku birîna wê giran e û hîna di bin çavdêriyê de ye.

