Li Êlihê di 16’ê Mijdarê de di serdegirtina malan de 6 jê zarok 24 kes bi êşkenceyê hatibûn binçavkirin. Îfadeyên 24 kesan li dozgeriyê bi dawî bû. Piştî îfadeya dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê hatin kirin.
Dadgeriya Cezayê Sulhê der barê 12 kesan de bi hinceta “Berxwedana li dijî wezîfeyê” biryara girtinê da, 6 jê zarok û 12 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Navên kesin hatine girtin wiha ye: “Omer Altinişik, Huseyîn Tûran, Diyar Alkanat, Muhammed Nurullah, Muhammed Avcil, Bariş Çal, Yakûp Yûnûltaş, Yasîn Taşan, Yûsûf Yavûz, Davût Yalvaç, Firat Çeken û Nûman Baykal.”