Li Êlihê ciwanan li hemberî desteserkirina şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê tevahiya şevê li taxên cuda protestoyên xwe berdewam kirin. Ciwanan li taxên Karşiyaka, Petrolkent, Baglar û Cûdiyê rê girtin û li hemberî polîsên ku êrîş li wan dikirin, li ber xwe dan.
Polîsan bi xaza îsotê, TOMA û guleyên plastîk êrîşî ciwanan kirin. Ciwanan li ser rêyan agir vêxistin û bi fîşekên hewayî bersiv dan polîsan.