Li ser banga gelek sazî, rêxistin û tevgeran ku ji nûnerên sendîkayan, tevgerên femînîst û partiyên siyasî pêk tên, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de li ser asta parzemîna Emerîkaya Latîn kampanya îmzeyan hat destpêkirin. Kampanya li navenda CTA-Autonoma ya li bajarê Bûenos Aîres ê Arjantînê bi civîneke çapemeniyê hat ragihandin.
Hejmarek zêde parlamenter, nûnerên tevgerên jinan û tevgerên civakî, sendika di konferansê de amade bûn, daxwaza hevpar a hemû beşdaran ew bû ku ji bo azadiya Rêber Apo bikevin nava liv û tevgerê.
Navên saziyên beşdarî konferansê bûn û peyamên xwe pêşkêş kirin wiha ne: “PTP-PCR (Partido del Trabajo y del Pueblo y Partido Comunista Revolucionario) – Partiya Ked û Gel, Partiya Komunîst a Şoreşger, MST (Movimiento Socialista de los Trabajadores) – Tevgera Karkerên Sosyalîst, PTS (Partido de los Trabajadores Sosyalistas) – Partiya Karkerên Sosyalîst, Partido Obrero – Partiya Karkeran, Izquierda Sosyalista – Sosyalîstên çepgir, Gremial de Abogados – Sendîkaya Hiqûqnasan, Feministas Abya Yala, APDH (Asamblea Permanente de DDHH) – Meclîsa Daîmî ya Mafên Mirovan, CTA-Autonoma, Liga por los Derechos del Hombre – Lîga Mafê mirovan, Encuentro Militante Cachito Fukman, Asociacion Americana de Juristas – Komeleya Hiqûqnasên Emerîkî, Poder Popular – Hêza Gel, Panuelos en Rebeldia.”
Leandro Albanî ku li ser polîtîkayên qirkirinê yên li dijî Kurdan li çar parçeyên Kurdistanê tên meşandin pêşkêşiyek kir û bal kişand ser polîtîkayên girtîgehê yên dewleta Îranê û cezayê îdamê yê li hemberî Werîşa Mûradî. Albanî, her wiha destnîşan kirin ku dewleta Tirk li Rojava polîtîkaya şerê qirêj didome û got ku bi wêrankirina qadên sivîl ên weke nexweşxane, dibistan û depoyên xwarinê re li dijî gel polîtîkayên qirkirinê tên meşandin.
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd Aîda axivî û behsa girîngiya Rêber Apo ya ji bo gelê Kurd kir.
Felîpe ku bi rêya Zoom ê li ser navê ADM’ê tevlî konferansê bû, bal kişand ser şerê sêyemîn ê cîhanê yê li Rojhilata Navîn û girîngiya stratejîk a gel û erdnîgariya Kurd a di nava vî şerî de.
Beşdarên konferansê, dan xuyakirin kirin ku tenê axaftin wê azadiya Rêber Apo misoger neke û behsa girîngiya çalakiyan hat kirin.
Di roja yekem a kampanyayê de hejmara îmzeyan li 10 welatan gihişt 82 sazî û 9 şexsiyetên navdêr.