Li Êrîvanê Saziya Yekîtiya Jinên Azad a Ermenîstanê, bi wesîleya salvegera 10’emîn a komkujiya Şengalê daxuyanek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Azad a Ermenîstanê Viyan Gasanova ve hat xwendin de, bi dehan jin amade bûn.
Viyan Gasanova, diyar kir ku ew piştgirî didin pêngava Tevgera Jinên Azad a Êzîdîxanê (TAJÊ) û hemû jinên têkoşer û berxwedêr ên Şengalê û cîhanê silav kir.
Gasanova got, “Em di serdemeke şer a dijwar de derbas dibin. Şerê ku îro didome, herî zêde bandor li jin û zarokan dike. Em weke jin di van şeran de rastî zilm û destavêtinê tên, em li bazaran tên firotin û kuştin.
Li ser komkujiya Şengalê ku ji aliyê rêxistina bi navê Dewleta Îslamî (DAÎŞ) ve hatiye kirin û armanc ew bû ku qirkirina gelê Êzidî û jinan pêk bînin re, 10 sal derbas dibe. Di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi deh hezaran Êzidî hatin qetilkirin, revandin û kirin kole. Jinên me yên Êzidî li kolana hatin firotin. Her wiha bi sed hezaran Şengalî neçar man ku koç bikin. Cihên Êzîdiyan ên pîroz wêran kirin. Bi van êrîşên hovane re dixwastin civaka Êzîd ji koke de rakin. Em êrîşa qirkirina gelê Êzidî bi tundî şermezar dikin.
Sedama yekemîn ya fermanê PDK’ê ye. Dema ku DAÎŞ’ê êrîş kir, 12 hezar pêşmergeyên PDK’ê bêyî ku yek guleyekê jî biteqînin, Şengal hiştin û reviyan. Ev rev bû sedema ku bi hezaran keç, zarok, jin, pîr û kal bikevin destê DAÎŞ’ê.
Komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an birîneke mezin di dilê gelê Êzidiyan de vekir û heta roja îro ev birîn zindiye. Hêj eqûbeta bi hezaran jinên Êzidî û zarokên ku dîl ketine destê çeteyên DAÎŞ’ê nayê zanîn. Ev êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê û jinan birîneke kûr di dilê me de ava kir.
Piştî rizgarkirina Şengalê jinên Êzidî pêşengiya berxwedanê kirin û xwe bi rêxistin kirin. Eger îro ev êş û ferman bûye hêza berxwedanê, ev yek bi saya bîrdoziya Rêber Apo û keda şehîdan e. Em weke civaka Êzîdî û jin deyndarê şehîd û Rêber Apo ne. Li cihê ku jin û civak xwe li ser esasê bîrdoziya Rêber Apo bi rêxistin bikin û hêza xweparastinê xurt bikin, ti hêz û sîstem dê nekaribe bi hêsanî kuştin, tundî û fermanan pêk bîne.
Bi wesîleya salvegera Komkujiya Şengalê êşa me ji nû ve zindî dibe. Em hovîtiya çeteyan û fermana li ser Êzidiyan pêk hatiye bi tundî şermezar dikin. Em ê bi berxwedan û xwe rêxistin kirinê ji fermanê re bibin bersiv û hebûna xwe li ser bingeha azadiya jinê misoger bikin.”