Li gelek bajarên Ewropayê jin bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi meş, civîn û çalakiyên cûrbecûr hatin cem hev. Ji Banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê ya Fransayê heta Kopenhagen a Danîmarka û ji Dusseldorf a Elmanyayê heta Zurîh a Swîsre yê bal kişandin ser têkoşîna azadî, wekhevî û hevgirtinê ya jinan.
KOPENHAGEN
Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê di çarçoveya 9’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de bi beşdariya jinên Kurd û komên enternasyonalîst meşek hat lidarxistin.
Jinên ku saet di 13:00’an de li Qada Vesterbrotorv kom bûn û ber bi Qada Axeltorv ve meşiyan. Di meşê de dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” dirûşm berz kirin. Gelên herêmê eleqeyeke mezin nîşanî çalakiyê dan.
Daxuyaniya di dema meşê de hate xwendin û rola pêşeng a jinan di Şoreşa Rojava de hat destnîşankirin û hat diyarkirin ku têkoşîna hêzên YPJ’ê li dijî DAÎŞ’ê mirovahî ji komkujiyeke mezin parastiye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku statuya ku li Rojava hatiye bidestxistin wekhevî û azadiya jinan temsîl dike.
Koma Erbane ya Koma Kurdistanê ku ji jinan pêk tê, bi stran û performansên xwe reng da meşê. Meş bi mîtîngek li Qada Axeltorv berdewam kir.
Mitîng bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir û piştre daxuyanî hat xwendin. Mitîng bi pêşandana şanoyê ya Koma Erbane ya Koma Kurdistanê û berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.
ZURÎH
Li Zurîh a Swîsreyê bi boneya 8’ê Adarê meşek bi heybet hat lidarxistin. Meşa ku ji aliyê Platforma 8’ê Adarê ya Zurîhê ve hate organîzekirin, bi beşdariya Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) û gelek rêxistinên jinan li Paradeplatzê dest pê kir.
Li ser navê gelek rêxistinên jinan daxuyanî hatin dayîn, Li ser navê YJK-S’ê Şehnaz Kaya axivî. Jinên anarşîst li qadê bi nivîsandina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî” peyama xwe ragihandin.
Piştî axaftinan jin dest bi meşê kirin û di navbera jinan û polîsan de alozî derket. Meş bi saetan li kolanên Zurîhê berdewam kir û hevgirtina jinan û têkoşîna ji bo azadiyê hat nîşandan.
PARÎS/VILLIERS-LE-BEL
Li banliyoya Villiers-le-Bel a Parîsê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Şehîd Evîn Goyî û Meclîsa Jinan a Pîr Sultan Abdal 8’ê Adarê hat pîrozkirin. Çalakiya ku li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Villiers-le-Bel hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna hemû şehîdên têkoşîna jinan dest pê kir.
Li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) Jiyan Ege axivî û behsa pêşveçûna têkoşîna jinan ji destpêka 8’ê Adarê heta tevgera jinan a komunal kir. Egediyar kir ku rehên 8’ê Adarê bi greva jinên karkerên tekstîlê yên li New Yorkê di sala 1857an de derket pêş û bal kişand ser têkoşîna rizgariya jinan.
Pîrozbahî bi stranên hunermendên TEVÇAND’û gerandina govendên berdewam kir.
PARÎS/DRANCY
Li Drancy a Fransayê nêzîkî 200 jin pîrozbahiya 8’ê Adarê ya ku ji hêla Meclîsa Jinan a Drancy Zin ve hat lidarxistin bûn. Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdpn têkoşîna jinan dest pê kir.
Li ser navê TJK-E’yê Zeynep Dersîm peyama tevgera Jinên Kurd xwend û diyar kir ku hem jinên Kurd û hem jî jinên li çaraliyê cîhanê ji qonaxek dîrokî derbas dibin. Dersim anî ziman ku 8’ê Adarê ne tenê pîrozbahiyek e, roja berxwedanê ye ku bi sedsalan dom kiriye. Dersim li ser kevneşopiya bênavber a 50 salan a têkoşîn û berxwedanê ya jinên Kurd rawestiya û gotina Rêber Apo “Ev pêvajo ne muzakere ye, têkoşîn e” bi bîr xist û girîngiya azadiya Rêber Apo ji bo azadiya jinan destnîşan kir û got, “Divê em têkoşîna ku wê Rêbertiyê bihêz bike xurt bikin.”
Endama Meclîsa Şaredariya Drancy Dicle Gumuşboga Nefs jî di çalakiyê de axivî û piştgiriya xwe ji bo têkoşîna jinan a ji bo azadiyê anî ziman û got, “Têkoşîna me ji bo rûmet, azadî û mafên jinan e. Armanca me parastina nasnameya me ye.”
Berdevka Meclîsa Jinan a Pîr Sultan Abdal Husniye Kuçukkeleş jî di çalakiyê de axivî û beşdaran vexwend çalakiya ku wê di 13’ê Adarê de ji hêla Loja Derwêşên Pîr Sultan Abdal a Parîsê ve were lidarxistin.
Pîrozbahî bi stranên Helbest Arînî dirûşm tilîlî û gerandina govendê bi coş berdewam kir. Rîtma şevê bi performansa DJ ya Şîlan Berîtan hat diyarkirin.
Akademiya Mezopotamie Franco-Kurde bi standeke ku ji hêla jinên ciwan ve hatibû amadekirin beşdarî çalakiyê bû. Li standê cilên herêmî, hunerên destan, zêr, şîrînî û xwarinên kevneşopî nîşan didan û rastî eleqeyek mezin hat. Standa boyaxkirina rû ji bo zarokan jî bal kişand. Pembû û popcorn li zarokan hatin belavkirin.
Çalakî bi banga beşdarbûna meşa mezin a 8’ê Adarê ku wê roja Yekşemê li Parîsê were lidarxistin bi dawî bû.
STUTTGART
Li Stuttgart a Elmanyayê di çarçoveya 8’ê Adarê de ji hêla jinên navneteweyî ve standek agahdariyê hat danîn. Di çalakiyê de li ser mafên jinan, têkoşîna ji bo wekheviyê û girîngiya hevgirtina jinan agahî hat dayîn.
Serdanên standê li ser pirsgirêkên ku jin li çaraliyê cîhanê pê re rû bi rû dimînin hatin agahdarkirin û pêwîstiya xurtkirina tevgera jinan hat destnîşankirin
Di axaftinan de hat diyarkirin ku têkoşîna ji bo azadî û wekheviyê tenê bi hevgirtin û têkoşîna hevbeş dikare bi ser bikeve û banga rêxistinbûneke xurttir a jinan hate kirin.
Çalakî bi bangên ji bo xurtkirina hevgirtin û têkoşîna jinan bi dawî bû.
DUSSELDORF
Li Dusseldorf a Elmanyayê bi beşdariya bi hezaran jinan ji bo 8’ê Adarê meşek girseyî hat lidarxistin. Çalakî ji hêla Yekîtiya Jinên Kurd ên Almanya (YJK-E) û komên jinan ên enternasyonalîst ve hat lidarxistin. Parêzvanên mafên jinan û rêxistinên cûrbecûr ên civaka sivîl beşdarî çalakiyê bûn.
Jinên ku li Gustav-Grundgens-Platz kom bûn. Beriya meşê, komeke govendê performans pêşkêş kir, cil û bergên herêmî û stran gotin. Piştre ji bo bîranîna jinên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre nûnerên komên beşdar li ser wate û girîngiya rojê axaftin kirin.
Di meşê de, pankartên bi zimanên Elmanî û Kurdî yên ku li dijî kuştina jinan û bal kişandin ser mafên jinan hatin hilgirtin. Bi taybetî pankarta “Azadiya me di porê we de dijî, berxwedana me mezin dibe!(Di nav Zopfen de em ê Freiheitê bikar bînin, em ê wê bi berfirehî fam bikin!)” bal kişand.
Jnên Kurd ve bi cilên neteweyî, def û wêneyên jinên pêşeng ên ku sembola têkoşîna azadiyê bûn beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” hat berz kirin. Meş piştî gera li navenda bajêr bi dawî bû.
LOZAN
Li Lozan a Swîsreyê jî 8’ê Adarê bi meşeke girseyî hat pîrozirin. Çalakî ji hêla Kolektîfa Femînîst a Grev Vaud û Meclîsa Jinan a Lausanne Lajin ve hat lidarxistin. Meş li ber Katedrala Lozanê dest pê kir û li Esplanade de Montbenon bi dawî bû.
Beriya meşê li ser navê Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de bal kişand ser berxwedana jinan li Rojhilata Navîn û bi taybetî banga piştgirîkirina şoreşa jinan li Rojava kir.
Meş li Qada Montbenon bi dawî bû û li wir standa xwarinê ya hevgirtinê ji bo piştgiriya Rojava hat danîn. Di çalakiyê de, jinan gelek caran li dijî polîtîkayên şer, nijadperestî û baviksalariyê dirûşme berz kirin.
NEUCHÂTEL
Li kantona Neuchâtel a Swîsreyê 8’ê Adarê bi bernameyên siyasî û çandî yên cûrbecûr hat pîrozkirin. Çalakî ji hêla rêxistinên jinan û kolektîvên femînîst ve hat lidarxistin.

